• Kulturname wargeha çandeya kurdî ye.
  • Armanc ji zêdekirina Kulturnameyê di nav rojnamevaniya kurdî ya dijîtal de ew e ku ew berhemên xwerû kulturî – edebiyat, ziman û huner – di nav xwe de hembêz bike û xwe ji bo warekê rojnamevaniyê yê taybetî terxan bike.
  • Heger Kulturname hin nivîsên ku jê re tên şandin naweşîne, ew nivîskarên wan agahdar nake. Herweha, nivîsên ku derveyî çarçoveya Kulturnameyê ne nahên weşandin.
  • Kulturname pencereyek e ji bo berhemên kulturî û edebî yên kurdan û biyaniyan yên bi zimanê kurdî. Ew hewil dide senga xwe bide ser dewlemendkirina kurdiyê bi berhemên wergerandî jî.
  • Kulturname di babet û zimanê wan de senga xwe têxe ser pêgirîkirinê bi etîka rojnamevaniyê. Ew navê çavkaniyên îstîfadejêkirî dest nîşan dike, zimanê lewitandin, nizimkirin û birîndarkirina çi kes û aliyekî bi kar naîne. Ew dê zanyarî û agahiyan bi awayekê objektîv û realîst berçav bike.
  • Kulturname hewil dide ji bo hemû berhem û dîtinên ku li gel standardkirina kurmanciyê ne û dixwazin ji devoka devera xwe ya teng bikevin nav kurmanciya berfereh û wê dewlemendtir bikin bibe forumek.
  • Kulturname alfabêya Celadet Bedirxanî wek bingeh digire û tekstan li gor wê diweşîne.
  • Yek ji mîsyonên herî giring yên Kulturnameyê ew e ku ew bi rêya zimanê babetên xwe û bi rêya nêzîkkirina devokên kurmancî û îstafedekirinê ji hemû wan devokan bibe kedek li gel kedên din yên hêja ji bo bêtir standardkirina zaravaya kurmancî.
  • Kulturname di rastnivîsandinê de xwedî hin pîvanan e. Ew navên zimanan, miletan, wezîfeyan, rojan, mehan, demsalan, cejn û rojên taybetî bi hûrekan dinivîse. Nimûne li ser pîvanên din li jêr in:

Teksta eslî

Sererastkirina Kulturnameyê

Wezareta Rewşenbîrî

wezareta rewşenbîriyê

Sekreterê Giştî

sekreterê giştî

wî gotîye, wan kirîye

wî gotiye, wan kiriye

sitendin, stendin

standin

şikestin, şikênandin

şkestin, şkênandin

hukumet, hikumet

hikûmet

Wî got, em şerî nakin

Wî got: “Em şerî nakin”

 

Wî got: Em şerî nakin

êrîş, şîrove, sîyasî, sîyaset, girîng

êriş, şirove, siyasî, siyaset, giring

Adar, Nîsan, Gulan, …

adar, nîsan, gulan, …

ez Hesen dibînim

ez Hesenî dibînim

Hesen ez dîtim

Hesenî ez dîtim

Ez li mala Hesen bûm

ez li mala Hesenî bûm

deng ji Hesen derneket

deng ji Hesenî derneket

rewşa Hesen

rewşa Hesenî

cîranê gulek da Hesen

cîranê gulek da Hesenî

Nivîskarên Dihokê koverk derxistin

Nivîskarên Dihokê kovarek derxist

yên ku li wir bûn gotin ku…

yên ku li wir bûn got ku…

gundiyan xwe bi lez parastin

gundiyan xwe bi lez parast

ajansan ragîhandin ku…

ajansan ragîhand ku …

beşdarên civînê bal kişandin ser…

beşdarên civînê bal kişand ser…

rêvebir, karkir

rêveber, karker

Weşanxaneya Spêrêzê 3 pirtûkên nû derxistin [1,2, 3, 4, …]

Weşanxaneya Spêrêzê sê pirtûkên nû derxistin [yek, du, sê, çar, …]

xanîyê me

xaniyê me

kurekî hêja, keçeke ciwan

kurekê hêja, keçeka ciwan