[album=6]

Nizar M. Ibrahim kurdekê başûrê Kurdistanê ye. Lê ew li Bexdayê mezin bûye û jiyaye
Nizar M. Ibrahim
»Nizar M. Ibrahim
. Wî hemî qonaxên xwandinê li dibistanên wê xelas kirine û dîploma bilind ji Enstîtuya Teknolojiyê wergirtiye. Ew di sala 1991-ê de hatiye Elmanyayê û wî li bajarê Mannheimê teknîka torên komputeran xwandiye. Di sala 2006-ê de Nizar hatiye Swêdê û wî di mideyê salekê de karê grafîk û wênegirtinê li Kitêbxaneya Kurdî kiriye.

Hewesa wênegirtinê li nik Nizarî ji babê wî û malbata wî dest pê kiriye. Babê wî hêj xurt ji wênegirtine hez kiriye û hêlaye Nizar jî di jiyê 12-15 saliyê de kameraya wî bi kar bîne. Vê destpêkê heza Nizarî ya wênegirtinê xurttir kir û teşwîqeka wesa dayê ku ew xwe bi xwe bi rêya kovar û pirtûkên li ser fotografiyê fêrî zanist û hunera wênegirtinê bike. Nizarî kameraya xwe ya yekê Canon Eos1000 di sala 1994-ê de li Elmanyayê kiriye.

Nizar ji hemî corên dîmenan hez dike, lê portre û wêneyên siruştê zêdetir bala wî dikişînin. Nizar dibêje: “Bi dîtina min, wêneyê baş ew wêne ye yê ku dirist tête girtin ne yê ku piştî girtinê tête dirist kirin”.

Babetên wêneyên Nizarî di vê galeriyeyê de pirreng in. Lê temayên ku Nizar jê hez dike, portre û siruşt, di van wêneyan de kifş in.

 

 

 


--------------------------------------------------------
Kulturname-Galerî  - info@kulturname.com
Weşandin:    2008-11-17   7,851 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------