Sidqî Hirorî
»Sidqî Hirorî
Pareyên wê jî nebûn mewlûdekê pê bide bona ku ew kurê wê yê dawîn bi saxlemî bizivre bo cem wê. “Mewlûd û bes! Dê rûha xwe pêşkêş bikim bes ew delalê min careka din bihêt ve bo ber çavên min”, Xezalê ji dil ev digot û amade bû ku bi cih bîne. Çi cih neman ew neçûyê û çi dergeh neman wê nequtan bo ku bizanibe ka kurê wê li kî derê ye û bona ku çavên xwe bi dîtina wî kil bide. Erbîl û Mûsil û Kerkuk û Bexda têkvedan û gire gir û kenkene neman neçû nik. Got gotk û pis pisên dilgîr xema wê bêtir lê dikir û dinyaya mezin li ber çavên wê biçûk û tarî dikir. Ew Xezala wextekî bi ciwanî û giroviriya navçav û bejna xwe ya dirêj pê gotî bû niha pirr lawaz bûye û xeman qurmiçînên xwe yên diyar li ser dêmê wê çêkirine.Hey pa wê jî çiyayên xewnan di nav xwe de hildipisartine serêk û digot xwe “dê belkî vê carê kes bela xwe li me nexe û bihêlin em bê şer û qerqeşe, hema çawa be bila bibe, jiyana xwe li vê derê bibin serî”. Lê di çend gavekan de hemû qewimî. Ne babê Ûmêdî û ne jî hersê birayên wî û ne jî zelam û xurtên kampa Quştepeyê li mal û di kampê de hiştin, ew hatin û wan hemûyên nêr girtin û birin.

Ew çend rojek bûn Ûmêd li Erbîlê bû, wî ji xwe re li ser avahiyekî paletî dikir. Babê wî gotê ku hikûmet wenake ew li derveyî kampê bo demeka dirêj bimîne û bila zû vebigere mal. Xezalê jî her çend rojan çend gore û çend lîfkên serşûştinê çê dikirin û dibirin Erbîlê û li wê derê difirotin firoşgehan. Wê bi wî pareyî debara xwe û mala xwe dikir. Ne debareka baş lê ew ji birsan nedimirin û wan xazxazokî nedikir. Di rastiyê de pirr keyfa Ûmêdî bi wî karî hatibû û ne di xema zehmetî û westiyanê de bû. Ji ber ku wî dixwest bi wî awayî pareyekî bicemîne serhev û destê Şewnimê bixwaze û bike şahî û govend. Şewnim du salan ji wî mezintir bû. Sal û meha ji dayikbûna wê û Ûmêdî baş li bîra Xezalê ne. Ûmêd sala 1961-ê, di meha Îlonê de, çend rojan piştî wê roja ku firokeyên Ebdulkerîm Qasimî tê de Derbendî Bazyan bombebaran kirî, ji dayik bû û hîngê babê wî digel Barzanî pêşmerge bû. Şewnim piştî bûna Ûmêdî bi du salan ji dayik bû û Xezalê roj jî li bîr e; meha tabaxa 1963-ê, di eynî rojê de ku leşkerê Îraqê bi serkêşiya Sidîq Mustefayê mirovkuj bi sedan ji xurtên bajêrê Silêmaniyê girtîn û 86 kes jê li ber çavên rûniştivanên bajarî bi saxî di çalekê de bin ax kirîn. Xewna xezalê jî ew bû ku Ûmêd, ku ji hemû kurên wê mezintir bû, û Şewnim bibin jin û mêrên hevûdu û ew neviyên xwe, zarokên wan, bi çavên xwe bibîne.

Di salên 1976 û 1977-an de gundên wan li devera Mêrgesorê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatin vala kirin û xwecihên wan bi darê zorê li kampên Herîr û Diyana û Behirk û Quştepeyê hatin nîştecê kirin. Mêrê wê vê carê bi wê û zarokan re bû, ew jî ji ber ku pêyekî wî yê seqet bû. Di şerê rizgarîxwazê Îlonê de gelek caran hatibû birîndar kirin û di carekê ji wan caran de pêyê wî yê rastê bi dijwarî hatibû birîndar kirin û ji gozikê ve hatibû firandin. Ew bi arîkariya gupalî, bi kuttekî bi rêve diçû. Ew nekarîbû karekî bike ku jiyana mala xwe pê bi rêve bibe û weha hemû barê malê ketibû ser milên Xezalê. Her ji ber hindê jî Ûmêdî bizaveka mezin û berdewam dikir ku karekî bi dest xwe bixe ji bona ku hem bi birêvebirina jiyana xwe ya taybetê barê dayika xwe sivik bike û hem jî bikaribe arîkariya wan bike.

Xezalê gelek caran digot xwe “ma dê çawa kurê min vebigere mal, ma ka mal û dê ji kîve bizane dayika wî li kî derê ye”. Piştî girtina mêrî û kuran û nemana zelaman di kampê de, Xezalê jî kamp berda. Li pêşiyê weku pirraniya jin û qîzan dihate Erbîlê û li ser cehdeyan xazxazokî dikir. Lê xwecihên bajarî di pirraniyê de ji wan re arîkar bûn. Dema wê destê xwe dirêjî ber kurdekî bikira qet destê wê yan destên hevalên wê vala nedihatin vegerandin. Lê rûniştivanên Erbîlê bi vê jî qayîl nebûn û xwestin li wan bi xwedî derbikevin; evca çi li cihê karî û çi li mal kar dan wan bona ku vebihewyên û nekevin kûlanan û rezîl nebin. Weha Xezalê jî cihê xwe di nav malbatekê de li bajarê Erbîlê dît.

Gelek kesan pirs jê kir ka çima ew naçe bo nik Mehemed axayî û pirraniya xelkê ku wê nas dikir jê dixwest ku biçe cem wî jî, belkî ew bikare kurê wê bide berdan. Weha lê hat ku ew xwe hewceyî cehişkan jî bike. Heke Ûmêd li cem wê bûya wî qet nedihişt ku ew biçe nik çi axayekî, lê dayik e û dilê wê li dû kurê wê ye û dê biçe cem herkesekê be bila bibe bes kurê wê ji wê re vebigerîne.

-Ev ji kengî were kurê te berzebûye; Mehemmed axayê zikmezin û bi şel û şepik ji Xezalê pirsî.
-Ezbenî ew berze nebûye lê ew hatiye girtin, Xezalê gotina axayî rast kir.
-Girtin? Ev tu çi dibêjî hurmet, kî wî digire?
-Ma dê kî be ji bilî hikûmetê?
-Hikûmet! Ma heke hikûmet kesekî bigire dê bo çi bi veşarkî wî bigire! Ma ew ji kesekî ditirse?
-Li ber çavên min girt. Ez li mal bûm dema leşker hatî. Wan ew bir û ez rahavêtim û nehêla ez pê re biçim û gotin ku karê wan pê heye û bêhneka din dê bizivire mal û heta niha nehatiye ve.
-Ez bawer nakim wan girtibe û ew tiştên wilo nakin.
-Ez dibêjim te ku ez bi xwe li mal bûm dema revdeka polîsên asayişê hatin bo nav xanîkê me û bangî wî kirî û ji wî pirsîn ka babê wî li kî derê ye. Roj jî 11 Çileya Pêşîn ya sala 1983-ê bû. Wî jî gotê ku we ew girtiye û wan bi guhlêbûna wê tawanbarkirina wî, xwe tingijand û xwe ji wî xeyidand. Wan ji wî xwest bibêje ka çawa babê wî hatiye giritn û wî jî rastî got; ku digel wan çend hezaran hatiye girtin û weha dest dane çingilên wî û ew bi xwe re bir.
-Ew çi çend hezar in ku tu dibêjî ku hatine girtin?
-Ma axayê delal haya we ji vê dinyayê nîne? Nê di navbera 1-ê heta 10-ê meha Tebaxa 1983-ê de ji kampên Herîr û Behirk û Quştepe û Diyanayê nêzîkî 8 hezar zelam û xurt di navbera temenên 12 heta 70ê saliyê de hatin girtin û em nizanin ka ev kîve birine û ka çi hatiye serên wan.
-Hikûmet ji qesta tiştekî hema weha nake. Diyare wan tiştek kiriye yan bi xerabî qala hikûmetê kiriye. Xuyaye li ber ezmanê xwe nerawestane û ezmanê mirovî darkokê serê wî ye.
-Bi xudê hema ji ber ku ew kurd û barzanî bûn.

Xezalê çîrok hemû bo axayî vegêra. Axayî xwe xişîm kir, her weku ew ne li vî welatî dijît û ne xelkê van devaran e. Axayî ew bê hêvî kir û gotina wî ya dûmahiyê bo Xezalê ev bû “Se her se ye çi reş e û çi sipî ye”. Dema ku axayî ev gotiyê, Xezalê jî devê xwe li ber wî vekir û wê kula dilê xwe li wir bi ser axayî de rijand. Lê ma dê bigihe kî derê, axa ye û xwefiroş e û dûvelankê Bexdayê ye. Hinek axa hene dilê xelkê xwe bi derewan xweş dikin, vî, hema bi yekcarî agir berda dil û hinavên wê. Ew dibêjeyê “Nexêr, divê kurê te tiştekê xirab kiribe bona ku li ser bihête girtin.” Ma kurê min çi tiştê xirab kiriye! Wî gote wan ku we bab û birayên min girtine? Ku min jî babek hebû û navê wî filan bû, rojekê reşekên sultanî hatin û ew bir? “Me girtî kurê min Ûmêdî xeletî kiriye, ma kurên din çi kiribû? Ma babê wan yê seqet çi kiribû? Babo, min girtî hemî binemala min ya xerab bû, ma ew çend hezar kes bi çi gunehê hatine girtin?” Axa dibêjeyê “Here mala xwe rûne xwarê û serê neêşe pêwîstî bi çi dersokan nîne” De vêca Xezalê were ji xeman nepeqe. Mal lê wêran bû û hikûmeta Sedamî hemû kesên wê ji wê standin; mêr û kur û kes û kar û hêvî bo jiyanê û êmnahî jê re neman û hê ya ji axayî ve ser ji bo van hemûyan naêşe. “Eve jî kulecergîbûn e.” Kurê wê rast digot ku “mirin ji xweşikandinê bo axa û ziktilêr û çepelên weha çêtir û bi namûstir e”.

Rojekê hinded kesan jê re behsê Rêxistina Netewên Yekbûyî kir ku ew rêxistineka navnetewî ye û berevaniyê ji mafên mirovan li seranserî cîhanê dike û dewletên gire gir û mezin û xwedî hêz piştevaniya wê dikin. Xezalê çend rojan hizra xwe di hindê de kir, ka çawa pirsa xwe bigihîne wê derê. Ew rojekê çû cem neviyê Xecîce xanimê ku cîranên wê malê ne ya ku ew di nav de kar dike û kaxezek bi kurdî pê da nivîsandin. Deqa kaxezê jî weha bû:

“Hêja Rêxistina Netewên Yekbûyî !
Ez Xezala Îsivê Gundî me. Ev salek e kurê ku min Ûmêd û berî wî jî bi du mehan bab û sê birayên wî li ser destên hikûmeta Îraqê hatine girtin û ez çi jê nizanim. Min zaniye ku we gelek pê çê dibe û destên we dirêj diçin. Hûn bi Xudê kin ji hikûmeta Îraqê bipirsin ka çi bi serê wan hatiye, sax in yan mirine. Heke hûn bo min ya bê xwedî vî karî bikin, ez heta hetayê qenciya we ji bîr nakim.
Digel silavên/Xezala Îsivê Gundî

Xezalê xwest ew bi xwe, bi destên xwe, nameyê bibe postexaneyê. Lê neviyê Xecîce xanimê, her çend jiyê wî çarde sal bû, baş dizanî heke ew kaxez bikeve di postexaneyê de, bêguman dê bikeve nav lepên asayişa hikûmetê û dê paşî û ji ber wê kaxezkê belayeka din jî bi serê Xezalê bînin. Lewma wî wenekir ku Xezal kaxezkê bibe û wî ew qayîl kir ku ew li batî wê, nameyê bibe postexaneyê.

Xezal ma li benda bersiva nameya xwe ji Netewên Yekbûyî û wê nedizanî weku kurd dibêjin ew “navekê giran e û gundekê wêran e”. Wê nedizanî ku neviyê Xecîce xanimê piştî ku ji nik wê çûbû û li şûna ku nameyê bibe posteyê ew dirand û havêt bona ku nekeve nav destên desthilatdarên Îraqê û bo ku Xezalê ji destên wan yên çepel biparêze.
Xezal rojekê ji bajarî vedigere mal û dibihîze ku hindek kesan pirsiyara wê kiriye û li dû wê geriyane, lê nexwestine bibêjin ka wan çi ji wê divêt û gotine eger ew hat ve mal, bila biçe bingehê asayişê “emnê”. Yekser Rêxistina Netewên Yekbûyî û nameya wê hatin bîra wê û gote xwe “diyar e wan nameya min standiye û xwendiye û ji Bexdayê pirsîne û ew neçar kirine ku nûçeyekê li ser kurê min bigihînin min”. Cîranan û gelek kesên ew nas dikir jê xwestin ku neçe bo nik asayişê ji ber ku mirov nizane ka dê çi li wê derê bihête serê wê û neku wê jî weku kurî bigrin. Lê Xezalê biryara xwe dabû ku ji bo zanîna çarenivîsa kurê xwe, her dereka be bila bibe, biçeyê. Wê digot xwe “ma min çi maye li ser darê dinê ji bilî wî kurê wan girtî. Ez her behsa bab û birayên wî nakim ji ber ku ew sed der sed nemane û hatine kuştin lê belkî Ûmêd hêj sax be. Ew hind ji xwe şerim kirî û mit e, ez bawer nakim ew wî îza bidin. Ûmêdî xwe çi cara taloqetî siyasetê nekiriye û li çi derekê jî ezmanê xwe ne li dijî hikûmetê û ne li dijî çi terefekê din dirêj kriye.” Xezalê dizanî avahiyê asayişê li kî derê ye. Ew gelek cara çûye ber derê wan û pirsiyara kurê xwe ji wan kiriye û wan nehiştiye ew çi cara bikeve hundurê wî avahî. Ew cara dûmahiyê bi dijwarî pê re peyivîn û gef li wê kirin û gotinê eger ew wê careka din li nêzîkî wî avahî bibînin, dê wê bigirin. Wê jî gote wan “bila, baş e, min bigrin, lê min bibin wê girtîxaneya kurê min tê de.” Wan jî henekên xwe pê kirin û gotinê “ma girtin weku programa stiranên daxwazkirî ye” û gotinê “hema me tu girtî tu bizane êdî tu bi saxî ji dest me dernakevî.”

Vê carê Xezalê berê xwe dayê ku nehate derêxistin û polîsekê asayişê yê kelex mezin û zik li ber şorbûyî û simbêlên wî yên dirêj yên weku hejmara heşta erebî badayî, ew bir di hundurê avahiyî de. Wê erebî nedizanî, evca wergervanekê kurd jê re anîn û ew jî zilamê asayişê bû û wî gotina yê ereb û ya wê werdigerandin:
-Te kurê xwe divêt, yê asayişê pirsiyar kir.
-Belê qurban, min divêt, Xezalê ji keyfa bihîstina wê pirsiyarê xwe negirt û zû bersiv da belkî zûtir kurê wê bidinê.
-De baş e, lê bona ku tu kurê xwe bibî, divê tu 60 dînaran bînî.
-60 dînaran! Bo çi û ez ji kîve wan bînim?
-Tu ji kîve diînî ew problema te ye, manê te kurê xwe divêt û bo ku tu wî bistînî divêt tu 60 dînaran bidî heke tu wî nabînî.
-Hema hûn kurê min bidin min, ez dê biçim 60 dînaran bi her çi rengekê be peyda bikim.
-Heta ku pare nekevin nav destên me tu kurê xwe nabînî. Evca here pareyan peyda bike û em subehî êvarê wî diînin mal û tu jî heta subehî êvarê pareyên xwe durist bike.
-Hûn dizanin ez li kîjan malê dimînim?
-Ma kesek heye em nizanin ka çi dike û ka li kî derê rûdine û ka çi dibêje! Polîsê asayişê ev got û keniya xwe bi Xezalê kir.

Çi nemabû ji keyfan de şeper bi Xezalê ve çê bibin, kurê wê, Ûmêd yê sax e û subehî êvarê vedigere mal. Wê ev ji her kesekî re ku di rêyê de lê rast hatibû got. Lê tiştekî Xezal tirsand; ew jî ew xem bû ya di navçavên wî xelkî de yê ku di rêyê de bi wê re dipeyivîn û guhdariya wê û nûçeya wê ya nû dikir. “Lê kes derdê dayê nizane û xwe Ûmêd ne kurê wan e bo ku keyfa wan weke ya min bi vegera wî xweş bibe” Xezalê ev gote xwe, lê her wisa jî gelek spasdara wî xelkî bû, ji ber ku her kesekê ew dîtî û guh li gotina wê bûyî ji wê xwest ku biçe mal û xema pareyan nexwe û dê heta subehî 60 dînar jê re bihêne peydakirin.

Êvara oja dîtirê seet çar, Xezal bi tenê nebû û ne bes cîrana wê Xecîce xanim û neviyê wê li wir bûn, lê gelek hatibûn wê mala ew lê. Xezalê pirranî jî nas nedikir û hemûyan jî pare înandibûn; her kesekî li gor pêçêbûna xwe. Lê 60 dînar xirvebûbûn û di destên Xezalê de bûn û wê her dihejmartin bona ku jê pişt rast bibe ku kêm nînin û paşî polîs ji ber dînareka kêm hêcetan lê nehilbêxin û paşî kurê wê bibin ve.

Xezal pirr bi keyf bû; dê kurê wê hêt û dê wî bi hemû dil û canê xwe himbêz bike, dê wî di dilê xwe de hilbigire û biveşêre bona ku êdî hevrûşî çi belayan nebe. Ev hemû xelk li ser xatira wê û kurê wê hatine. Lê “çima ho bi xem in” Xezalê ji xwe dipirsî. Wê biryar da ku yekser daweta kurê xwe û Şewnimê bike. Dibêjin ku gelek kes destê Şewnimê dixwazin lê “ew şû bi kesekî ji bilî Ûmêdî nake û ew li benda wî ye” Xezal ji Şewnimê bi bawer bû. Dê paşî Ûmêd karekî bi dest xwe bixe û dê paşî xaniyekî di bajarî de bi kirê bigirin û dê neviyên wê hebin û dê çavê xwe bide wan neviyan û dê wan mezin bike. Xezal di nav van malxulyanan de bû dema revdeya zarokên cîranan ku li kûlanê bûn bi xardan hatin hundurê xanî û gazî kirî:
-Xaleta Xezal tirimbêla “emnê” li ber derî ye û pirsiyara te dikin.

Xezal jî her zû ji cihê xwe rabû, bi destekî 60 dînar û bi destê din dehmanên fîstanê xwe û weku keçeka çarde salî bezî. Keyfa hatina kurî, Ûmêdê wê, terzink anîn laşê wê û xwe li rûniştiyan negirt û çi nemabû pê bide ser kesekî yan çend kesan ku wê ageh ji wan nebû û ber bi derî çû û gazî kir:
-Kurê min hat, Ûmêd hat, û tilîlî ji devê xwe berdan û rondikên keyfê ji çavên wê barîn.

Li ber derî hemû tişt hatine guhertin û weku xwe neman. Xwecihên taxê bêdeng û bi dêmên xemokî li pişt wê û li dewr û berên wê bûn. Zarok nêzîktir bûn û ew jî ne weku caran bûn, ne xende û ne qar qara wan bû, ew jî dêm melûl û stûxwar bûn. Tirimbêlek li ber derî bû û çend şefelehên ji dêmên wan xuya ku ereb bûn, rawestiyayî bûn û darbestek li ber pêyên wan li ser erdî bû û patekê sipî li ser bû. Yekî ji wan zebelehan pate ji ser kelexî havêt û ji Xezalê pirsî:
-Tu vî nas dikî?

Xezal di cih de hişikbû û mîna amîrekî temaşayî cendekî kir. Çav lê qoqilandî, difin jê vekirî, dêmekê ji wê re neniyas. Kurê wê du çavên reş yên mezin hebûn û ev bê çav e. Difna wî di malê de ji ya hemûyan biçûktir bû û ev bê difn e. Pirça wî ya reş bû û her dirêj dihêla û ev yê bê pirç e û ser lê rût û pirrî birîn û xwîn e.
“Na , ev çi ji min dixwazin, ev henekên xwe bi min dikin.” Xezalê gote xwe.
Dema polîsî bo cara sêyem bi dengekê dijwar û bilind pirsiyar ji Xezalê kirî, Wê yekser gotê
-Na, nexêr, ev ne kurê min e, ez vî nas nakim.
-Ev kurê te Ûmêd e û te viya û ev me bo te îna, yê emnê bi zimanekê pirr nexweş û çivêl got Xezalê.

Bi bihîstina wan peyvên polîsî çawa elekterîk kesekî bigire weha laşê Xezalê ji serî heta binê pêyan velerizî. Pare di destê xwe de givaştin, qirmiçandin û ber bi kelexî çû û pare ji destên wê yên xav û sistbûyî ketin erdî. Yên asayişê pare rakirin û ji wê derê livîn û çûn. Li nêzîkî kelexî Xezalê hest bi hindê kir ku tiştek wê û wî kelexî digehîne hev. Daçemya ser, bona ku baş berê xwe bideyê, lê ji nişka ve xwe rast kir ve û kire qêrî “na, nexêr, Ûmêd sax e û namire, Ûmêd nahête kuştin” digel wê qêriya xwe Xezala Îsivê Gundî kete ser kelexê kurê xwe û ranebûve û xwecihên taxê û rendekê û bajarî taziya dayikê û kurî, bêdeng, dûr ji hêza desthilatdarî, di dilên xwe de kir.


--------------------------------------------------------
Sidqî Hirorî  - sidqi@kulturname.com
Weşandin:    2008-09-01   6,858 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------