»Fawaz Husên
Adorono nivîskarê ku li diyasporayê dijî seqet dihesibîne, li gorî we diyaspora yan jî xerîbî çi tîne serê nivîskaran, çi anî serê we?

Fawaz Husên: Ez dibêjim ku ne tenê xerîbî yan diyaspora lê jiyan bi giştiya xwe çi tîne serê mirovan û bi taybetî serê kesên hisdar û diltenik. Ji bo min, nêrînên Theodor Adorono ta radeyekê rast in lê xêrîbî dikare wek hestê be jî û ew hesinê nirovan tûj bike yan wek heyvan be û dirûn û rûhê wan bimeyîne. James Joyce bi daxwaza xwe dûrî Dublîn û Irlandayê ket û li sirgûnê li berhemên bihagiran geriya. Eger ez di nav toz û germa Amûdê de û di bin desthilata ba’siyan de bimama, bêguman min dê nivîsên cihêwaz biafirandana û belkî jî min dê ranehiştibûya pênûsê. Paşê, ez bawer dikim ku ez dê li Amûdê jî rastî hîsên derbideriyê bihatama û ji xwe derbideriya herî dijwar ew e yek xwe li ser axa kal û bavan be û xwe biyanî û namo bibîne.

Ez du caran hatime dinyayê. Cara pêşîn di sala 1953yê de gava ez li gundê Kurdoyê li derdora Amûdê ji diya xwe bûm. Cara duyem di 28ê meha 8ê ji sala 1978ê de dema min pê li axa Fransayê kir û ji qîm û reza xwe, min xwe berda nava derd û xweşiyên derbiderî û sirgûnê.

Bi zimanê fransî jî pirtûkên we hene, gelo ji ber kîjan sedemê hûn li gel kurdî bi fransî jî dinivîsin? Kîjan ziman dilê we li nivîsînê rehet dike?

Fawaz Husên: We di pirsa xwe ya pêşîn de behsa nivîskar û “seqetbûnê” kir. Di baweriya min de, nivîskarê kurd bêtir “seqet” e ji ber ku ew seraser bi zimanê xwe yê zikmakî nanivîse. Ew piştî çivên bêhejmar û berevajoyên dirêj û hînbûyîna çend zimanên din nû li zimanê xwe vedigere, eger ew bixwaze, yan bikaribe, vegere. Rewşa nivîskarên nû yên Kurdistana başûr helbet hinekî cihêwaz e lê bi giştî rewşa me kurdan ev rewş e. Ev helbet trajedî û musîbetek pir mezin e. Ez dikarim weha jî pirsa we hinekî rast bikim û bibêjim ku ez di ber fransî re bi kurdî dinvîsim. Nivîsandina min bêtir bi fransî ye. Pênc berhemên min bi fransî hene û du jî ji çapê re amade ne. Eger ez li Siwarê êşê wek çapa yekem ya Amîdabadê binihêrim, bi kurdî tenê Amîdabad û Parîsabada min hene.

Hezkirina min ji edebiyatê re bi kurdî û bi çîvanoka “Kêzê kêz xatûnê, xwediya şimika reqreqanî çavên kilê sibhanî, ez te nakim, şivanî” dest pê kir. Paşê, wek piraniya zarokên dema xwe, ez çûm ber mele û min Qur’an di 13 saliya xwe de xitim kir. Meleyê me digot ku Pirtûka pîroz kilîta bihiştê û sîng û berên horiyan dispartine me. Ta aniha, ez nizanim çiqas ew gotinên wî rast bûn ji ber, wek ku Xeyamê îranî dibêje, kesek ji wê dinyayê venegeriyaye da ku ji me re bibêje ka çi rast e çi derew e. Lê bi saya Qur’anê, zimanê min yê erebî xurt bû û min pirtûk û nemaze roman bi erebî xwendin. Di zaroktiya xwe de li Amûdê, ez çûm dibistana filehan û zimanê fransî jî hebû. Ji roja pêşîn de kêfa min ji wî zimanî re hat lê min nizanîbû ku min dê rojekê ji rojan ew bikira zimanê xwe yê nivîskariyê. Hema min xwendina xwe ya amedeyî û navîn li Amûdê qedand, min wêjeya fransî li zankoya Helebê hilbijart. Piştî çar salan, min dîlploma xwe wergirt û li ser baskên bengîniyê, min xwe gihand Parîsê û xwendegeha Sorbonnê. Du sê salên min nebuhurîbûn ku min birayara xwe da ku ez fransî ji xwe re bikim zimanê afirandinê.

Gelek nivîskarên welatên wek Mexrib û Cezayêrê hene bi fransî nanivîsin ji ber ku ew wî zimanî wek yê dagîrkiran dibînin. Ez wan fêm dikim, lê ez bi vî çavî li zimanê erebî nanihêrim. Tenê ez dibînim ku ez ji erebî pir dûr ketime û ew nema dikare derûn û giyanê min bilorîne. Ev sî û sê sal in ku ez li Ewropayê û bi taybetî li Fransayê dijîm. Zimanê fransî ketiye xwîna min û bi mejiyê min ve perçîm bûye û dikare hemû hîs û hestên min berceste bike. Xwezî min bikarîbûya ji we re bigota ku ji hemû zimanên min, zimanê kurdî bêtir dilê min li nivîsînê hênik dike lê ez dê derewan li xwe û li xwendevanên Çirûskê bikim. Rast e ku kurdî zimanê min yê zikmakî ye, lê ez pir dereng û li çayxaneyên Parîs û Stockholmê bi ser wêje û edebiyata xwe ve bûm. Li Amûdê, di salên 70yan de, pirtûkên kurdî nebûn û gava yekî ji me rêzimana Reşîdê Kurd yan Mem û Zîna Xanî peyda dikir, me ew bi tirseke mezin dixwendin.

Belê, min li xerîbiyê zimanê xwe nas kir û ez pêrgî hêz û bedewiya wî hatim. Gava ez behsa vê yekê ji Fransyan re dikim, ew dilê xwe bi rewşa me ya kambax dişewitînin û hezkirina wan ji welatê wan û ji bajarvaniya wan re xurtir dibe. Lê nabe ku hema em li dîrokên kevn vegerin û bi tepan li sînga xwe bidin û xweliyê bi ser serê xwe dakin. Ne gunehê me ye ku me bi zimanê xwe nexwendiyê lê gunehê me ye eger em aniha hîna bi zimanên din bêjin şildim bildim. Tiştê herî girîng aniha ew e ku em dikarin li zimanê xwe vegerin. Di van salên dawîn de, li Stembolê û li Amedê bi dehan weşanxaneyên mezin hene û ew pirtûkên bihagiran bi kurdî çap dikin. Li bendî guhertineka siyasî pir mezin û hatina Xwedayekê nû, gerek her yek ji me xwedî viyaneka mezintir be û wek li ronahiya çavan gerek ew li kumikên kurdiya xwe miqate be.

Ez nema wek berê dikarim bêjim ku ez bi kurdî nanivîsim ji ber ku kurdiya min qels e yan xwendevan tunene. Piştî du mehan, romana min ya sêyem çap dibe û ez dê vê salê beşdarî fûwara Amedê bibim. Ew dê cara pêşîn be ku ez dê rûyên xwendevanên xwe bi çavên serê xwe bibînim û gayê reş te çi xwariye? Em dê dilê xwe ji hev re vekin û bi saetan li dora bedena kevnare çerx bibin.

Weke nivîskarekî du-zimanî heger hûn her du zimanan bidin ber hev erênî-neyînî ji bo kurdî hûn dikarin ji me re çi bêjin?

Fawaz Husên: Di warê gundan û jiyana pez û zozanan de, zimanê kurdî ji binî ve ne kêmî zimanê fransî ye û di gelek waran de, ew wî “dixe bêrîka xwe ya herî piçûk”. Di Amîdabad û Parîsabadê û di hemû berhemên min yên bi zimanê fransî de, qehremanên min li Ewropayê dijîn yan berê xwe didin taybetmendiyên jiyana li Rojavayê. Ez li ser jiyana li bajarên mezin wek Parîs û Stockholmê hûr dibim û mixabin peyv û gotinên kurdî di gelek deran de hîna bi cîh nebûne. Erê li hember kurdî, fransî pir ciwan e tenê ji pênc yan şeş sedsalan ve heye, lê ew bi saya akademiya fransî rûniştiye û pir bi rêk û pêk e. Mirov dikare bizanibe her gotin di kîjan salê de hatiye çêkirin û ji kû hatiye û çawan wateya wê fireh yan teng bûye. Her gotineke fransî romaneke bi serê xwe ye û mixabin her gotina kurdî ji aliyê rastnivîsînê û rêzimanê û nêr û mê û tewandinê aloziyeka mezin e.

Di navbera min û nivîsandina bi fransî de serêş tunene ji ber ku li Fransayê tenê edebiyateka fransî tune lê “edebiyatên” fransî hene. Nivîskarên fransîaxêv yên ji Afrîqiyayê yan Emîn Malûfê ji Libnanê wek fransiyekî ji Parîsê yan ji bajarê Lyonê yan Marsîliyayê nanivîsin. Ez jî gava bi fransî dinivîsim, dengê min dengekî cihêwaz û taybetî ye. Ew dengekî kurdî ye ji ber ku çîroka kêzê û Mîrza Mihemed û Sîmir û Rustemê Zal û kewzerên Kurdoyê û germa Amûdê bi xurtî xwe berdidin nava gotin û hevokên min. Di berhemên min de, kurdî û fransî wek Dicle û Firatê digihîjin hev û destekî nediyar wan di meşkekê de dikilê û nîvîşkekî taybetî bi tiliyên şeyda dide hev. Gava ez bi fransî dinivîsim, Amûdê herdem di guhên min de dike kurtepist. Gava ez bi kurdî jî dinivîsim, Parîs bi bêhnên xwe yên navdar û sîng û berên xwe yên zêrînî dev ji min bernade û para xwe bi girr û qayîş dixwze.

Hûn wêje û nivîskariya kurdî ya li welêt û li derveyî welêt di çi rade û rewşê de dibînin?

Fawaz Husên: Gava ez di salên 9Oan de li Swêdê bûm, Stockholm paytextê wêje û pirtûka kurdî bû. Bi saya siyaseta sosiyalîstên wî welatê Skandînavî, mirov dikare bibêje ku “dibistanek”a kurdî di nav berf û sermaya Bakûrî de ava bû. Min wê gavê di nav berhemên kurdî de ajne dikir û min romanên Mehmed Uzun û Hesenê Metê û kurteçîrokên Mehmed Elî Kut û Enwer Karahanî kêmî nivîsên ewropayiyan û amerîkayiyan nedidîtin. Helbet pirtûkên sloxan û klaşînkof û û “bijî filankes” û “bimire bêvankes” jî hebûn û hîna hene lê di gumana min de ew ne edebiyat in. Ew wek xwarina li makdonaldê saetekê mirovan têr dikin lê paşê can û bedena wan şerpeze dikin.

Li Parîsê, tu weşanxaneyên kurdî tunene û ez mixabin di van deh salên dawîn de pir dûrî edebiyata kurdî me. Li Fransayê bêtirî sed û pêncî hezar kurd hene, lê piraniya wan ji ber xizanî û meqeresiyê reviyane. Ew bûne lehmecûnfiroş û di lêkirina avahiyan de kar dikin yan li ser mekîneyên terzîtiyê, û ne li ser rûpelên pirtûkan, çavên xwe diwestînin. Pirtûkên kurdî yên li Tirkiyê û li Kurdistana bakûr çap dibin nagihîjin min. Avestayê berê weşanên xwe dişandin Instîtuya Kurdî lê ji gelek salan ve ew pirtûk nema tên û toz xwe li yên mayî digire.

Ji par û pêrar ve, ruhê min bi saya Internetê geş dibe. Ez dibînim ku li wê derê tevegereka mezin heye û gelek nivîskarên xurt derketine meydanê. Piştî hatina min ya fûwara Amedê, ez hêvîdar im bi çiyayekê romanan vegerim Parîsa xopan û gundê wêran.

Pirtûka we “Amîdabad” pirtûkeke serkeftî bû, ji hêla xwendevanên kurdî ve hat hez kirin. “Amîdabad” kû ye, (kû der e) û ji vê pirtûkê derdê we çi ye?

Fawaz Husên: Amîdabad hem Amûd e, hem Amed e, hem jî ûmîd û hêviya baskokirî ye. Ev pirtûka ji heşt beşan dastana kurdayetiyê û bobelata derbideriyê ye. Lehengên wê li deriyên Parîsê dixin û parsa qetek jiyan û pariyek niştiman dikin. Ez di dawiya berhemê de tiştê dilê xwe dibêjim û tenê xwendevan dikare di şûna gotina “Amîdabad”ê de gotina “Kurdistanê” bixwîne “Belê, di wan salên dawîn de, navçeya Amîdabadê vala dibû. Li ser axeke agirî, di bin azmanekî misînî de, me dest bi Koça Mezin kiribû. Di gundên wêranbûyî de, bi tenê kûçikên bêxwedîmayî di dirêjahiya şevan de direyan, giliyên xwe bi heyva sar dikirin. Di Amîdabadê de bi tenê çemek hebû û ew jî ji mêj ve miribû û zikê wî bûbû sergoyê giştî. Goristan herroj firehtir û pirtir dibûn. Herroj em bêtir wenda dibûn. Me kincên biyaniyan li xwe dikirin, em bi zimanên wan diaxifîn û me ji mêj ve dest pê kiribû me serê xwe bi xerafat û xuyên wan bilind dikir. Koça Mezin dabû ser rêya nebedîbûnê.”

Gava ku hûn herdu pirtûkên xwe “Amîdabad” û “Parîsabad”ê bidin ber hev li ser wan hûn dikarin çi şîroveyê bikin? Yek bihuşt û ya din dojeh e yan na tiştekî din in?

Fawaz Husên: Bi rastî ez nizanim li ser pirtûkên xwe bipeyivim. Hin hene du rêzan dinivîsin û bi roj û şevan li ser wan dipeyivin û diqîrin. Paşê, ez nizanim çawan ez berhemên xwe diafirînim. Berhem bi meh û salan di serê min de dimeyin û ji nişka ve, ew bi lez û bez xwe li ser rûpelên defterên zarokan ku ez bi kar tînim radixînin. Gelek gotar li ser « Parîsabadê » hatin nivîsîn lê du rexnegir tiştekî wek hev nabêjin. Ev yek helbet bi dilê min e ji ku her xwendevan dikare rastiyekê di wan de bibîne û ew hemû rastî bi hev re dikarin rastiya giştî bidin.

Di gotareka xwe ya di Kulturnameya 12.01. 2011yê de, şengul Ogur dinivîse « Di Amîdabad û Parîsabadê de Fawaz Husên herçiqasî li rêyeke vekirî, rêyeke ku bikaribe  derbiderên xwe ji derbideriyê rizgar bike digere jî mixabin ku rêyekê nabîne. Ji bo vê jî Amîdabad û Parîsabad di bingeha xwe de Labîrentabad e.» Ev yek rast e û Amîdabad û Parîsabad bêtir Wêranamîd û Wêranparîs in. Ew wêranşehr in, derd û derman in, «hem kêr, hem birîn» in wek ku Baudelaire di helbesteke xwe de dinivîse. Gava dinya li dora serê min digere û dibe dojeh, nivîsandin wê gavê min dispêre berzexê û paşê ew deriyê bihiştê nîşanî min dide û lêvên birînên min bi merhema gotin û hevokan didin hev.

Wergerên we yên ji fransî jî hene ji bo kurdî, hûn li ser wergerê û îroj pirtûkên ku werdigerin zimanê kurdî çi difikirin?

Fawaz Husên: Wergêr dikare ji berhema resen dûr bikeve û gotina îtalyayî “traduttore, traditore”, ango “wergerê xayîn” lê bibe, lê ew di baweriya min de karekî pir zehmet dike û berhemeke nû diaferîne. Eger ne bi saya wergerandinê bûya, ma min dê çawan efsaneyên Yûnanistanê û Îranê û nivîskarên wek Dostoyiviskî, John Steinbek, Charles Dikens, Italo Calvîno, Yaşar Kemal, Orhan Pamuk, Gabriel Marquez, Frederico Garcia Lorca, Kawabata, Mîşîma û herweha nivîskarên din bixwendana? Edebiyata welatekî dikare bi saya wergerandinan pir dewlemend û “terbiye” bibe.

Werger xwîneke teze bi xwe re tîne û ew nîşanek ji nîşanên pêşketina çanda welatan e. Bela me kurdan ew e ku em dikarin piraniya edebiyata cîhanî di wergerên bi erebî û tirkî û farisî de bixwînin. Mîrzayê piçûk beriya du sê mehan li Stembolê li ba Avestayê çap bû. Di baweriya min de, ew ji Kuçuk Prens û şahzadeyê koçolû û El Emîr al-sagîr çêj û tehmek cihêwaz dide xwendevanên kurd. Tiştê ku dilê min hênik dike ew e ku em nema wek berê gihayê hewşa xwe tahl bibînin û berhemên bi zimanên dagîrkeran kesktir û xweştir dibînin. Çiqas kêfa min tê gava hin dost ji min re e-mailan dişînin û dibêjin ku Mîrzayê Piçûk di nav bedena kevnare ya Amedê de û li kolanên Stembolê bi xort û keçan re digere û bi kurdî behsa gul û rovî û gêrestêra xwe dike!
Min pir kêm berhemên fransî kirine kurdî û ez lêborîn û bexşinê ji kurdan dipêm ji ber ku ez nema wek berê dikarim bêjim “Ma ka xwendevan?”

Li gorî we kurd çima ne azad in, çima azad nabin? Kurd çi bikin dê azadiya xwe bi dest bixin?

Fawaz Husên: Li gorî min, kurd ne azad in ji ber ku ev Xwedayê hanê vê yekê naxwaze û Xwedayekî din ji me re divê. Kengî mejiyê me bibe wek yê Tirkan û em biyaniyan di ser xwe re nebînîn û hustûyên xwe li ber çand û şildim bildima wan xwar nekin, wê gavê hêviyek me heye ku em azad bibin. Lê azadî û bajarvanî ne şerwalek yan çakêtek in ku mirov her gava ku bixwaze dikare wan li xwe bike. Ez ne siyasestnas im û ne jî pisporê stratejî û cengnasiyê me lê ez dizanim ku mirov û milet azadiya xwe bi zorê distînin û ew bi saya berevajoyeke dûr û dirêj dibin bajarvanî û demokrat. Heta ku rewşa Rojhilata Navîn ev rewş be, em dê lîstika mezin û piçûkan bin. Em dê berdestê berdestan û koleyên koleyan bin.

Ez dê bêtir li ser rewşa azadbûyîna ziman û mejiyê me rawestim. Eger guhertineka mezin di demekê nêzîk de çênebe û kurdî di dibistanan de nebe zimanekî fermî û cebrî, jixwe ew dê wek gelek zimanên din yên cîhanê bimire û li ber lehiya zimanên tirtire here. Gava min Mîrzayê piçûk wergerand, min got ku ew pirtûkek ji bo zarokan e lê ew dikare mezinan ji reh û koka wan ve bihejîne. Dostekî wê gavê ji Stembolê ji min re nivîsî û got: “Ma tu di guhê gê de ye looo?” Zarokên ku li hemû Kurdistana bakûr dizanin yan dikarin bi kurdî bixwînin pir kêm in û mirov dikare bêje ku ew tunene!” Ez ne ji ber gotina “guhê gayî” û nezanebûna xwe lê ji ber vê rastiyê kambax ez pir êşiyam.

Ez dikarim behsa zimanê fransî bikim ji ber ku ez mamosteyê vî zîmanî û dîroka wî me. Eger ew ji devokekê bû zimanê Fransayê û aniha bêtirî 150 miliyon kes li ser rûyê erdê hene ku bi vî zimanî dipeyivin, ew bi saya viyaneka siyasî bû. Gava şoreşa fransî di sala 1789ê de bi “Tenê niştimanekî, tenê zimanekî” bang kir, hejmara kesên ku bi fransî dipeyivîn pir kêm bû. Komara yekem wê gavê dibistanên amadekirina mamosteyan li dar xistin û wê bi sayê dibistana divêkî bingeha zimanekî xurt û niştimanekî hevgirtî danî. Paşê, serbaziyê û kovar û rojname û radiyo û televiziyonan hişt ku ev ziman bêtir cihê xwe di derûn û giyanê fransiyan de bigire.

Aniha, merc û tevgerên şoreşa fransî li Kurdistana bakûr peyda nabin. Di baweriya min de, eger rojeke ji rojên Xwedêyekî din welatekî me çê bibe lê ew bê zimanê kurdî be, ew dê wek savara bê birxul û bê av û bê xwê û bê rûn be. Tiştê ku me ji ereb û tirk û îraniyan cihêwaz dike tenê ew kumikên zimanê me ne û eger ew jî çûn, ji xwe em dê li ber ava nebedîbûnê av û av herin.

Ji bo wêjeya kurdî di pêşerojê de çi projeyên we hene? Yan jî wêjekarên kurdî bi kîjan projeyan bilebikin dê pê wêjeya kurdî geş bibe?

Fawaz Husên: Da ku wêjeya kurdî di dahatûyê de gavên mezin bavêje û ne kêmî wêjeya cîhanî be, gerek nivîskarên me ji edebiyata herêmî û navçeyî derkevin û bi saya pîvanên gerdûnî nêrînên xwe perwede bikin. Gava Memhed Uzun digot ku wî edebiyatek nû diafirand, ez bi wî re bûm ji ber ku beriya bîst salan, berhemên bi kurmancî li ser her tiliyên destan dihatin hejmartin. Paşê, ew berhem bêtir nêzîkî edebiyata devkî û dastanên gelêrî bûn. Mehmed Uzun bi pîvanên nûjen ber xwe firehtir kir lê ew tucarî ji derûn û giyanê kurdî dûr neket. Gava xwendevanê fransî Siya evînê bi fransiya min dixwîne, ew vê berhemê kêmî romanên nivîskarên Amerîkaya başûr yan Japoniyayê nabîne û ew hergav pêrgî insan û tevliheviya rewşa mirovantiyê tê.

Dinya dem û dewran e. Edebiyat neynika dema xwe ye û romana kurdî nikare ji vê yekê bireve û herdem wek cercereyê li ser bêndera gundî li dora xwe çerx bibe. Kurd roj bi roj li bajaran bi cih dibin û ji ber aloziyên jiyana nû û krîza aborî, ew têne guhertin. Kesek li Fransayê romanan wek Balzak nanivîse û tu ahengsaz mûzîkê li Nimsa û Otrîşê wek Mozart naafirîne.

Hûn ji kîjan hunermendî, nivîskarî, feylesofî, fîlmî, bajarî û xwarinê hez dikin?

Fawaz Husên: Ji nav hinermendan, ez ji dengê Mihemed şêxo pir hez dikim û Hey felek bo te dinalim bo çi nêrgiz çilmisîn û ew çima bextê me ho ye, em bê dost û bê kes in? Mûzîka klasîkî ya Îranê û Mohamad Riza şajaryan li ber dilê min şêrîn in. Ez ji Nîtşeyê almanî hez dikim ji ber ku ew felsefeyê bi zimanekî helbestanî rave dike. Nivîskarên klasîk tucarî kevin nabin û ji bo min ew herdem nûjen in û ez gelek caran li wan vedigerim. Di “Kerî” de, Yilmaz Guney hemû trajediya me kurdan bi gewde dike û “dibêje” çawan em dûrî axa xwe wek keriyekî pezê bê xwedî li Stembolan belawela û aware dibin. Gava ez zarok bûm, tasîra fîlmên hindî û îtalyayî li me hemû zarokên Amûdê pir bû. Eger pirs bê ser xwarinan, ez ji wan xwarinan hez dikim gava ez li ber diya xwe rûdiniştim û her gavê wê tiştekî birajtî yan kelandî dida destê min û digot :”De bes e ha! Bereket wê ji xwarinê bireve!” Ma çi ji xwarina şebeş û penêrê badayî û çaya şêrîn xweştir heye? Ew bi hezar carî ji xwarina xaviyara rûsî yan îranî û ji hêtên beqan û ji kevjalên deryayên fransî xweştir e.

Eger pirs bê ser bajarên xweş, ez bawer dikim ku kesên ku  Amîdabad û Parîsabad xwendine bersiva min dizanin. Ez li nêzî bîst welatan geriyame û ez di sedan bajarên ewropayê re buhurîme lê min bajar ji Amûdê xweştir nedîtiye. Helbet ez behsa Amûda aniha nakim, lê Amûda dema zaroktiya xwe gava çemê Darê diherikî û wî bajar dikir du felqeyên sêveke xwedayî.

Mala Fransyan hezar carî ava be ji ber ku wan ziman û Parîs û kar û xanî û nasname û eman û asayêş dane min. Gava yek li deriyê min dide, ez dizanim ku ew ne basiyekî ji Sûriyê ye û terpînî ji dilê min nayê. Parîs jî wek Amûdê li ber dilê min pir şêrîn e û çayxane û kolanên wê hêlînên xwe wek yên hechecîkan di canê min de çêkirine.

Belê, li bajarê Parîsê, bîranînên min piraniya caran wek libên tezbîhek kehreban di destê deqandî yê kalemêrekî de didin dû hev. Ez hem hespekî textînî me, hem jî ew lawikê ku lê siwar bûye. Ji sîh û sê salan ve ku ez ji deşta Mêrdînê dûr ketime, ez bawer dikim ku hespê min bi çargavê dinyayê li bin guhê hev dixîne, lê ew bi rastî di cîhê xwe de dimîne û di defa sînga Amûdê de diçe xwarê. Ez bawer dikim ku ez li paytextê Fransayê me lê ez hema erd û zeviyên gundê Kurdoyê dipîvim û xwe ji serê girê wî digindirînim.

Têbînî: Ev hevpeyvîn di kovara Çirûskê, hejmara 15yê de çap bûye.


--------------------------------------------------------
Kulturname-Hevpeyivîn  - info@kulturname.com
Weşandin:    2012-08-31   999 views

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------