Xadim
»Xadim
28 sal li ser derbeya eskerî ya tirkan ya 12-yê îlonê re derbas bûn. Her derbeyeka eskerî li kû dibe bila bibe wekî balyozekê di nêv serê komelgeha sivîl dikeve û çokên civakê dişkêne; hedefa wê ya esasî tinekirina îradeya hemî çeper û pêgehên sivîl e, tefandina hîsê edalet û wijdanê ye. Hemî maf, heq û hiquq û heta xeyalên însanan jî di bin postalên eskerî de can didin, wenda dibin. Bi gotineka kurt armanca derbeyên eskerî xadimkirina komelgehê ye.

Îşkence û teror metodên herî efektîf û bijare yên rejîmên mîlîtarîst in.
Nemaze derbeya 12-yê îlonê bi taybetî îrade û pêkhateya neteweyî ya miletê kurd bo xwe kir “kêla armancê”; îşkence û teror bû normê yekane yê serweriya tirk li Kurdistanê; zindana eskerî ya Diyarbekirê bû cihê wehşeta ku heya niho kur û keçên mirovan li ser rûyê dinê qet bi çavê serê xwe nedîtine. Lewma heya -piştî 28 salan- hêj jî girtiyên zindana Diyarbekirê hemî form û şêweyên gotin û nivîsandinê bo zindana Diyarbekirê bêkîfayet dibînin.

Van rojan bi navê “Xadim” pirtûkek ya Selahattîn Bulutî  derket. Selahettîn Bulut bi xwe yek ji wan kesên di dema serweriya derbeya eskerî ya 12-yê îlonê de, di cehennema zindana Diyarbekirê de mayî ye.

“Xadim” ger bi tamamî ne romanek (ez dê paşê rave bikim ka çime ev pirtûk roman e, ne çîrok e, ji ber ku ew wekî coreyê “çîroka dirêj” hatiye bi nav kirin) xweserî ya zindana Diyarbekirê jî be, belê romaneka giran ya derbeya 12-yê îlonê ye. Sedemê ku ez dibêjim ya 12-yê îlonê ye, ew e ko, bingehê temaya  romanê li ser îşkenceya ku di prosesa lêpirsînê de li lehengê romanê Jêhatî hatiye kirin e, yanî mekan ne cihê tevaya girtiyên wê zindana meşhûr ya bi navê “Zindana Eskerî ya Diyarbekir ya Reqem 5″ e, lê çaviya-hucreya ku Jêhat bi tenê lêdimîne ye; ev çavî jî tenê parçemekaneke ji mekanê giştî yê zindanê; di dema îşkence û lêpirsînê de jî her Jêhat  bi tenê ye. Ji ber ku xweseriya zindana Diyarbekirê, ew e ku zindan bi xwe bi salan, 24 seatan mekanek yê îşkenceyê ye. Li wir dem an jî sînor ji bo îşekeneceyê tine ye; îşeknece ji derveyî sînorên zeman û mekanî xendekeka bêdawî ye.

Lewma jî temaya romanê ji aliyê mekanî ve, ji xweseriya mekanî û ji bêsînoriya zindana  Diyarbekir derdikeve rastgeheka dî, ev rastgeh jî raste rast karekterê derbeya 12-yê îlonê yê ku “bêqudretkirin-xesandina” takekesî û komelgehê bo xwe kiriya hedef, radixîne ber çavan.  Lê helbet Jêhat girtiyê wê zindana meşhûr e,  di temaya romanê de projektoreka xurt li pişt dîwarên zindanê dikeve û bilind dibe,  di bin wê projektora ji nişka ve gewdeyê zindanê û wehşeta li paş dîwarên wê hatiya kirin dikeve ber çavên mirovî.

Vêca em bên ser mijara ku li gorî qenaeta min çima ev romanek e û ne “Çîroka dirêj” e.  Ji aliyê  raçandina formî ve, ji 15 perdehan pêk tê; perdeha pêşiyê ji bo destpêkê û rêxweşkirinek e; girêbest di perdeha duyê de têt avêtin; bi giştî vebûna deriyê zindanê dervazeyekê  bo azadiyê ye lê Jêhat, di vebûna giran ya herdû baskên deriyê hesinî yê zidanê de, wekî baçimêlkekê/şevteyrikekê xuya dike, ew qet nafire bo azadiyê; deh lanetan li xwe tîne; ev girêbest di her perdeyê de dom dike; her perdeyek bi giraniya temaya vê girêbestê li dûv ya dî vedibe; di her perdeyekê de mekan û zeman, konvansiyon/eleman tê guhortin; lê ev hemî jî bi temayekê  “giran giran” tên guhortin.

Her perdeyek,”çîrokek” berdewamiya wê temaya giran e. Di eslê xwe de, her perdeyek ji wan dikare bi serê xwe bibe çîrokek lê nabin, ji ber ku girêbestek ya bi sêrê xwe di nêv metnê her perdehekê de hebe û di nav wî metnî de vebe/bibişkive tine ye. Girêbest her 15 perdehan bi hev ve girê dide û di dawiyê de dibişkive, lê bibişkivandinê ti tiştek çarser nabe, trajedî berdewam dike…behrem jî bi perdeya dawiyê re digihî kimtê bilind.

Dizanim diyarkirina sînorekê vebirî yê di nevbeyna “çîorka-dirêj/novelê” û romanê de zehmet e, ji ber ku ta radeyekê ya ku romanê jî dike roman gelo ma ne çîroka wê ye? Lê car dî sînorê çîrok û romanê ne ew qes ji ber çavan wenda ye. Ger ez ne şaş bim û xelet neyêt bîra min, di heqê jiyekvavêrkirina roman û çîrokê de, Ernest Hemingway e yê ku kêm zêde wiha dibêje:

- “Çîrok kêra bireka wekî neşterekê ye ku tu ji nişka ve li laşî bidî û bi heman lezê bi paş ve bikişînî ve, di cihê birînê de goştî parçe nake, dibe ku di cih de birîn xwe bide yek û qet mirov zêde êşa wê jî hîs neke; lê roman, xencereke li sersînga mirovî dikeve, di cihê xwe de dimîne, goştî diqewirîne, birînê ferih dike, birîna ku vekiriye xwe zû bi zû nade yek, êş û şûna wê mayîn de ye”

Vêca bi ya min ne di cihê xwe de ye ku “Xadim” bi coreyê “Çîroka dirêj”hatiye danasandin; hon dixwazin bila “çîroka kurt” an jî ya “dirêj” be, li gor qenaeta min ev behrem ne çîrok e. Ne ko, wekî coreyekê edebî ez “coreyê çîrokan an jî yê novelê” ji yê romanê kêmtir dibînim, na mabestek û fikrek ya min ya wiha tine ye, lê xeletbinavkirin ji bo çi dibe bila bibe, wendakirina aliyek yê heqîqetê ye. Dibe ku nivîskar û weşanger tevde gotibin heqîqeta vê berhemê “çîroka direj e” û ez şaş bim, lê qenaeta min ew ku ev behrem qet ne çîrok e; romaneka giran e. Her ji aliyê ragirtina mereqa xwendevanan ve navê berhemê ne “Xadim” bûya dê baştir bûya.

Wekî dî, heta niho normek yê ku li gorî kurtî an jî dirêjahiyê berhemekê bêxe nava kategoriya romanê an jî wê ji katagoriyê romanê derbêxe tine ye. “Xadim” ji aliyê hecma rûperan ve, kêm zêde dora 80 rûperan e, lê ew bi giraniya 800 rûperan xencera xwe di nava sîngê mirovî dide û di nav de dihêle, digihîne hestî, goştî ji hestiyî radike diperitîne.

Dîmenên sînematografîk (dîmenên mekanî-diyalog û stresa Jêhatî ya derûnî, bêdeng û bêgotin) serî ji gotinê distînin, ev jî temayê romanê hêj girantir dike û cihê devê xencera ku bi laşî ketiye hêj firehtir, kûrtir dike, goştî ji hestî vedike. Dibe ku ev dîmenên sînematografîk serî ji hikmê gotînê distînin; ev jî, ji bo romanê û hikmê gotinê serkeftinek e yan jî kêmahiyeke ez nizanim. Ji ber ku bi giştî gotineka xweş ya ku bi “ciwankariyeka edebî” xemilandî di vê romanê te tine ye; gotin di gewriya lehengê romanê de ziwa dibe, ne diçe xwar ne jî tê der; her gotineka ji ser lêva -ne ji dilê wî- wî derdikeve wekî misteka hesinî di nava rûyê mirovî dikeve. Leheng di mirêka malê ya li himberî yataxê xwe de, xwe û “Jêhatê berê” dide ber hev, ji formê xwe yê guhortî ditirse… ji xwe dipirse “jiyanekê çend kes dijîn?”

Dawiya romanê wiha diqede; “Jêhat, (…)  ket kuçekê ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû… Windabû…”

Belê, kî dizane li bîra kê têt ka derbeya 12-yê îlonê çend can û xeyal kirin wexm û wenda kirin?  Rûyê wê komelgeha di bin nîrê milîtarîzmê de dijî çawa ye yan jî rû heye gelo? Jêhat e yê ku hatî xadim kirin yan komelgeh bi xwe ye yan jî her ferdek yê wê komelgehê ye? Formê ku li himberî mirêkê divê ji xwe bitirse Jêhat e yan jî civat e? Dema we romana giran ya bi navê “Xadim” xwend hon bi xwe bersîva van pirsan bidin. Ji bîr nekin ka ev “romanek” bû we xwend yan jî “çîrokek” bû yan jî rastiyek bû wekî xencerekê li sersînga we ket? Her ji bîr nekin ku dewleta tirk hêj jî bi yasayên 12-yê îlonê têt bi rê ve birin!


--------------------------------------------------------
Mihemed Sanri  - mihemedevdila@yahoo.com
Weşandin:    2008-10-03   5,751 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------