Xelîl Duhokî
»Xelîl Duhokî
Nivîsîn li ser helbestên Letîf Helmetî, çêj û tameka taybet dide mirovî, çinku ew bi zimanekê sivik û rewan dinivîse û her zû xwendevanî radikêşe cîhana berhemên xwe. Ew bê perde, bê tem û mij, bê asteng û girê dinivîse. Ew mîna stêreka geş xwe li esmanî xuya dike. Ew ne bi tenê, ji bo girupeka berteng, hişyar û zana dinivîse, belku ji bo tevaya karker, cotkar û bisporan jî helbestan divehîne. Ew peyvên xwe, mîna gul û rihanan bi ser cemawerî de direşîne û xelk jî, wan himbêz dikin.

Ew jî weke Hemzatufê dibêje:” Ez ji Xudê, hêvî û tika dikim ku, min ji zimanê min bê behir neke, çinku ez dixwazim bi rengekê helbest, pirtûk û tevaya berhemên xwe, binivîsim ku, ji bo diya min, xwîşka min û gişt xelkê aşkera û hêsan bin. Min nevê ez dilê wan nexweş bikim, belku min divê bextiyarî û kêfxweşiyê ji wan re bibim. Çinku heke zimanê min xera bû, hîngê ew çend jiyana min têk dide û dilê min diêşîne.” (1) Belê; helbest ji pênûsa wî, mîna ava kaniyan dizên, rêka xwe dişeqînin û xwe digehînin nav mejî û ruha xwendevanî. Çi di mejyê wî de heye dibêje û çi di torkê wî de heye, vala dike meydanê. Ew ji çi hêz, rijêm û deselatê natirse û bi wê çendê, helwêsta mirovekê dilsoz û xemxor nîşan dide û bi wê rê xizmeta gelê kurd dike û wî ber bi bajarvaniyê dibe.

Helbest ji cem Letîf Helmetî, wek av û nanî ye. Dema nenivîse, hîngê dimire. Lewra jî berhem û pirtûkên wî pirr in, lê bi hêz in, diserketîne û cihên xwe di pirtûkxaneya kurdî de kirine. Ez bawer dikim ku, pirraniya pirtûkxanên mala jî, bi pirtûkên wî dixemlandîne. Her edebdostek jî hebe, bêguman nav û dengê wî bihîstiye, çinku bi rewiştên xwe yên paqij, helwêstên xwe yên mirovane û welatparêziya xwe, şiyaye biçe nav dilê her kurdekê. Kemal Mîrawdelî vê rastiyê, pêtir aşkera dike û dibêje:” Letîf mirovekî paqij e, paqijiyeka bê sinor. Xwedan ruheka paqij e. Ji vê paqijiya wî, rastî, dilsozî û sozên sofiyaneyên wî dizên. Lewre nabe yek Letîfî binase û xweş nevê. Ew kesekê xweştivî ye.” (2)

Mirov dikare bêje ku, çendîn salan, li pirraniya bajarên Kurdistanê û li Bexdayê jî, eger fêstîvaleka şiirî hatiba gêran, bêgman diviyabûya Letîf Helmetî, helbestên xwe tê de xandibana. Çinku wî cihê xwe di dilê xwendevanî de kiribû. Ferhad Şakelî, li ser behre û hunermendiya wî dibêje:” Di nav helbestvanên îro yên Kurdistanê de, bawer nakim kesek bi qasî Letîf Helmetî, xwedan behreya şiirî be. Di destpêka salên 1970an de, ew weke taviyeka barana buharê barî û bi dirêjiya çendîn sala, bibû diyardeyeka edebî di ferhenga kurdî de, rexnegir û rojnamevanên kurd jî, bi xwe û helbestên xwe ve mijûl kiribûn.” (3)

“Di sala 1970yê de, bizaveka nû ya edebî, bi mebest û armanca peydakirina riyên nû, wek guhorîna zimanê şiirî, bûçûnên şiirî û teknîkên nû, ji dayik bû. Mebest ji wan riyên nû ew bû ku, bikarin derbirrînê ji kovan, azar, xem û xewnên mirovê kurd bikin.” (4) belê; Letîf Helmet, yek ji pêşengên vê bizavê bû û helbesta nû ya kurdî jî, gehande pileyên bilindtir. Ji bo çespandina vê rastiyê jî, Refîq Sabir dibêje:” Dema basî nûkirina helbesta kurdî, di salên 1970yan de bête kirin, bi hizra min, divê berî her kesî, navê Letîf Helmetî bêt. Yekemîn komela helbestên wî ku, di naverasta sala 190ê de belavbû, nîşana derketina dengekê nû yê helbestê bû û her wesa diyardeyeka nû bû di edebê kurdî de. Çinku bi zimanekê nû yê şiirî hate meydanê û bûçûnên nû di gel xwe anîbûn.” (5)

Ji bo ku ew helbestvanekê navdar û jîr ê kurd e. Xwedan taqet û şiyanên şiiriyên bilind e, lewre li cem xelkê xoştivî û bi rûmet e. li ser vê çendê jî, Hemeseîd Hesen dibêje:” Bi dirêjiya salên heftê, netirstirîn, xoştivîtirîn û serkeftîtirîn helbestvanê kurd bû. Helbest keçek e zû xwe davêje himbêza wî, bi tenê awirekê lê bide, çi cihê bixwaze di gel diçe. Gelek bi jîrî di gel peyvê dilîze. Eger kurdan Şaril Budlêrek hebe, ew Letîf Helmet e.” (6)

Bi rastî jî, ew çûye nav dil û derûna xelkê. Ev çende bi hêsanî nabe. divê rewişt, jiyana wî ya rojane û helwêstên wî yên mirovane, ew gehandibe vê encamê. Nexwe çewan edîbek dikare hin xoştivî be. li ser vê çendê, Ebdulrehman Zengene dibêje:” Di her peyveka wî de, rastgoyî, dilsozî, derûnpakî, kurdperwerî û welatparêzî ser hildidin û bê perde û perjan, hest û bîrên xwe derdibire. Lewre bê pesindan, Letîf Helmet, pêşengê karwanê helbesta nû ya salên 1970yan e ku, piştî wî yên Riwangeyî jî, ew şop girtin û ew rêbaz meşandin.” (7)

Bi dirêjiya van 26 salên borî, gelek lêkolîn û gotarên edebî, bi zimanên kurdî û biyanî, li ser helbestên wî hatine nivîsîn, lê mixabin ku, li vê xerîbiyê dest nakevin. Yusif Heyderî di lêkolîneka xwe de, bi zimanê erebî dinivîse:” Letîf Helmet, diyardeyeka şiirî ye û kaniyek e hişk nabe. Ew ji cîhaneka efrandinê pêk hatiye, cîhanek taybet û kûr. Ji bo ku mirov biçe nav vê cîhana rind û xweşik, pêdivî lêkolîneka berfireh û pirralî ye.” (8)

Letîf Helmet
»Letîf Helmet

Letîf Helmet, helbestvanek e bi doza gelê kurd û welatê xwe ve girêdayî ye. Nemaze texa hejar û bindest. Lewre jî, hêvênê pirraniya berhemên wî ku, çîrok û helbestan, ji bo zarok û mezinan dinivîse, li ser axîn, derd, xem, kovan, xewn û paşeroşa xelkê kurd û mirovatiyê pêk hatiye. Her çend carna li ser xemên xwe yên taybet û ruha xwe ya westiyay jî divehîne, lê dîsan wan di nav xemên tevaya mirovan de, dihelîne. Ew nikare ji bin vê sîberê derkeve, çinku ew pirr bi mana peyvê mirov e… Ji bo serferazî û bextiyariya mirovan dijît. Nemaze mirovê kurd yê bindest, tepeser û ezyetdayî. Yê ku bi sedan salan e, welatê wî wêran dibe û xwîna wî ya paqij dirije ser axa wî ya paqij. Belê; Letîf Helmet ji bo van dinivîse.

Hezaran sal in, dijmin welatê wî wêran dike û ter û hişkî pêk ve dişewitîne. Ne bes vê, belku navên gund û bajaran diguherînin û şûnwarên welatê wî jî diherrifînin. Ew mirov e û rêza wî ji bo miravatiyê heye, dixwaze gelê wî, mîna gişan jiyana xwe bi tenahî biborîne. Lê dijmin hemî riya li ber digirin û jiyanê lê dikine dozex. Lewre ew daxwaza mirovên bi bawer û netirs dike ku, beramber vê sitemê rawestin. Bi aşitî û biratiyê, mafê neteweyê wî nadin, belku bi xebat, qurbanî û xweragirtinê ew têne wergirtin. Ew di vê helbesta xwe de, tif li vê aşitiya direwîn dike.

“Kanê Xalîlo? Li ber dergehê mezin
Bê tirs ji Mesîhî re bêje:
Incîla xwe bişewitîne.
Peyvên xwe di bin derya windabûnê de, kilît bike
Ey Pêxemberê aşitiyê
Leşkerê kêvjalên hov divê
Nexşê bajarê min biguherîne.
Navên kolanan û dengê bajarê min biguherîne.
Nav û nîşanên bajarê min bidize.
Min xoştivî xiste nav lepên xwe
Kete ber rimên wan!
Mirovatî kire lawkek ji bo wan
Kotira bi niklê xwe birî, ew jî kuşt wan.” (9)

Ew berdewam hewar û gazî dike. Lê kes bersiva wî nade! Êdî ji diruşmêm xapînokên mirovatiyê bêzar dibe. Bawerî bi biratiya saxte û aşitiya direwîn namîne. Çinku çi hêzên xêrxazên dinê di hewara gelê wî naên! Ew di binê bîrê de ye û kesê hay jê nîne. Belê; ma çewan ev hemî karesat û boblatên vî neteweyê hejar û bê xwedî, nagehin herçar aliyên dinê?! Ma dibe, mirov di dînekê pîroz de, bira û hevbîr be û paşî bi navê Xudê û wî ayînî, mirovê kurd bikujin û fetwayên qirrkirin û kafiriyê ji bo derxînin û encam bidin.! Ma çira mirovatî çarekê ji vî gelî re nabîne? Erê; dema hemî dergeh bêne girtin û çi alîkarî jî nebe, hîngê mirovê kurd neçar dibe ku, bi çavekî din temaşayî van diruşmên direwîn bike û li tolê bigere. Dema hêviyên wî didizin û jiyna gelê wî serûbin bikin û girrnijînê li ser lêvên zaroka bikujin. Êdî ew li riyên din digere û divê xwe biparêze. Lewre ew di vê helbesta xwe de, bi vî rengî di gel dinê dipeyive.

“Kê ev stirane ji bo min vegêra!?
Kê hetava xweziyên min, havête gewriya şêra!?
Lafîte hemî direw in.
Civata Gelên Yekgirtî û serbestiya mirovî direw in.
Yasa… Wekhevî… Biratî…
Roşenbîrî… xwepêşandan… Aşitî…
Hemî piropagende ne û direw in.
Dê vêca ey barûta tole û rastiyê
Di bahoza paytextê ronahiyeka nû de.
Tevan bipirtikîne,
Di wê xoştiviya têt û naêt de.”(10)

Ew dixwaze xelkê kurd hişyar bike û ji wê sitem û ezyetê qurtal bike. Rê nîşanî wan dide û pîlan û nexşên dijminî aşkera dike. Di gel hindê jî, helwêsta kesekê şoreşger werdigire û naxwaze bibe lêbûkê dîwanên axa û began û berevaniyê ji berjewendiyên wan yên genî bike. Lewre dema ew di gel xelkê dipeyive, hîngê forma qisekirina Mesîhî bi kar tîne û dibêje: ” Ez ji we re dibêjim…” Lê pirr caran ew xwe mîna Mesîhekê kurd dibîne, xaça xwe bilind dike û dixwaze gelê kurd yê bindest û perîşan, ji dest û pencên Hecacên çerxê bîstê rizgar bike. Lê ew metodên Mesîhî yên mirovane û şîretên wî pêşkêş nake. Belku bi metodên vî serdemê kuştin û vebirandinê, serdemê nemana aşitî û biratiyê dixebite û xelkê kurd pal dide şoreş û serhildanê.

“Min navê mîna parseka bikim û
Stirana ji bo axa bêjim.
Da min nekuje, da bihêle di koçka wî de bipeyivim.
Ez ji we re dibêjim: Pirr rengî, mikyac e.
Ez ji we re dibêjim: Biazirin…
Li dij nexşe û bacê.
Yaxî bibin ji meydan û geracê.
Mirov mîna amîreta dikeve herracê.
Yaxî bibin ji satûra sor bûyî bi xwîna Helacî.
Yaxî bibin … Yaxî bibin
Ji Xudayê vî bajarî, ji Hecacî.” (11)

Ew di gelek helbestên xwe de, hewarên xwe digehîne Xudê û Pêxemberê wî. xemên gelê kurd dike gelwaze û bi stûyê xwe yê zirav ve dike û ber bi dîwana Xudê diçe. Belê; ew ji bo rizgarkirina kurdan, hemî riya dişeqîne. Lê herdem dest vala û bê hêvî, vedigere welatê xwe yê wêran kirî! Ew pirr bi gewriya xwe hewar dike û serenca cîhanê radikêşe rewşa kembaxa gelê kurd. Ew li kesekê bi hêz û xwedan şiyanên mezin digere ku, derkeve û vê sitemê nehêle. Ew li benda Mihemedekî ye ku vî gelî bigehîne kenarê tenahî û xweşiyê. Ew li benda hêza Ebabîlekî ye ku, bêt û leşkerê dijminan bide ber kevirên Sicîl. Zîndan û girtîgehan biherrifîne û milê kurdan ji ber satûra dijminan qurtal bike. Ew hewara xwe digehîne Pêxemberî û jê re xuya dike ku, çend caran Kurdistan wêran kiriye, mizgeft û heta Qurana pîroza wî jî şewitandîne… Ew wê rewşê û azarên gelê kurd, bi eşkerayî di vê helbesta xwe de, dest nîşan dike. Werin em bi hev re bixwînîn.

“Min xoştivî nivîsî li ser keştiya xwe.
Nav û nîşan hêlan li ser gora xwe.
Ez im. Ez im
Di ferhenga hemî zimanan de, win im.
Taziyê ji bo yekem rojê dikim.
Ez digerim, li tevaya şkefta digerim.
Ger Mihemedî bibînim, dê jê re bêjim:

Çira Zulfeqar te xistiye destê dijminên Emar?
Dê jê pirsim: Çira dubare Ebabîl
Leşkerê Ebrehey nadene ber kevirên Sicîl?
Dê jê pirsim: Tu çi ji zîndanê dizanî?
Bastîl. Bastîl.
Hezareha Nuqreselman.
Dê jê pirsim: Derbareyî sedan tawan.
Dê jê pirsim: Tu dizanî. Tu dizanî.
Çend car şewitandin kurdistan!
Şewitandin, çend mizgeft û çend hezar Quran! “(12)

Ew bi hemî bawerî û bûçûnên xwe ve, girêdayî texa bindest û hjar e. Ew ne bes guh dide pirtûk û teoriyan, belku di praktîkê de jî, di gel tepeser û rûtên welatê xwe ye. Ew baş agehdarî kawdanên hejaran e, çinku di jorên hotêlên herî erzan de, bi tenê jiyaye û derdê feqîriyî û dûriyê kêşaye û dîtiye. Ew bihayê nanî dizane û bi dehan caran li kolanên xerîbiyê birçî û bê xwedî maye. Lê bi rastî helbestvanekê cergasin e û tirsê rê li ber xweragirtin û xebata wî negirtiye. Ji lewre jî pirr xweştivî ye.

Ew mirovek rastgo ye û xelkê naxapîne, anku ne her bi peyvê, belku bi karî jî, vê çendê nîşan dide. Werin em vê helbesta wî bixwînîn, da ku bizanin ku heta çi pileyê di gel xelkê xwe yê hejar de ye û beşdarî xem, derd û xoşiyên wan dibe.

“Hejarîno…
Ger we hest kir, dengê min yê we nîne.
Rengê min, yê we nîne.
Ger we hest kir, xema min ya we nîne.
Devê min yê we nîne.
Helbestên min bidirrînin.
Mîna peykerekê kirêt, min biherrifînin.
Ger we hest kir, mîna we ne birçî me.
Ger we hest kir, li dervey zinca we dijî me.
Ger we hest kir, burjuwazî me.
Navê min, mîna jenga parey birrenin
Ger we hest kir, mîna we zehmetkêş nînim.
Mîna hewe kaniya xem, jan û êşa nînim.
Ger we hest kir
Min di dilê xwe de bikujin
Bi hevokeka mezin binivîsin
Şairekê tirsinok û direwîn mir…” (13)

Mirov helwêst e, lê dema di riya serferazî û serbilindiyê de be. Divê helwêsta mirovî, beramber doza adil û jiyana rojane, paqij û rasteqîne be. Ji xwe kesê bê helwêst, di nav civatê de, bê biha ye. Bi taybet di nav rêzên gelê me de, helwêst mîna nan û avê pêwîst e. Çinku welatê me dagîrkirî ye û em jî blindest in. Helbet di nav rêzên tevaya serhildan û şoreşên kurdî de jî, bi dehan kesên zana, nivîskar û jîr, xwe gorî axa pîroz kirine. Lê li aliyê din jî, bi sedan kesên tirsinok û xweperês jî hene ku, çi helwêstên şoreşgerane wernagirin û belku roleka pîs û nebaş dibînin. Hîngê bêguman dîroka gelan, rûpelên reş ji bo tirsinok û yarên gavê dinivîse û yên geş û zêrîn jî, ji bo welatparêz û şoreşgeran dixemilîne. Letîf Helmet, helbestvanekê xwedan helwêstên şoreşgêrane û bilind e û welatparêzekê jêhatî ye. Berhemên wî, vê rastiyê dest nîşan dikin. Werin em vê helbesta wî bixwînîn.

“Şairokên tirsinok
Ey zelamên bê nav û lêbok
Hûn in. Hûn in
We helbest kirine nala hespê sultanî.
We da bi av, bi nanî.
We da bi maç, bi navranî.
Ey zelamên pîç…
Kê gote we, helbestê pêşkêş bikine
Şah û xelîfên xesandî?
Erê Şa pîroz e yan pêlava hejarî ya dirrandî?
Ew dehola hûn lê dixin, wê kun bibe.
Wê rojek bê, koçk û kela hemî Şaha, kavil bibe.
Evca hîngê, kî dê ji bo helbestên we bikir bibe.
Ey zelamên bêrûmet û genî.
Ey şairên mîna solê, her li binî. “(14)

Gelê kurd ji neçarî dest daye tivengê û şerê rizgariyê dike. Çinku hemû rê lê girtine û ji bo ku xwe ji vebirandinê biparêze, ew toşî şerî bûye. Her wesa ji her aliyî ve dijminan ew dorpêç kiriye û bêhna wî çik kiriye. Welat wêran kirine, mirov bi saxî veşartine, zik li jinên aviz peqandine, gundiyên hejar di şkefta ve şewitandine û gel bi giştî dane ber hêrişa çekên kîmyawî û qirrkirinê. Belê; dema ev hemî tada û ezyete hebe û mirovatî û wîcdan jî nemîne, hîngê ev gelê tepeser, hewara xwe bigehîne kê? Ew ji berevaniyê zêdetir, çi riyan nabîne û ji lewre bi xebateka gerim û bê rawestan, mana xwe diparêze. Ew xuya dike ku aşit û biratî bi çekî peyda dibe. Ji Îsa pêxemberî re dibêje: Ev e ne demê diruşmên te ye. Here ji dîrokê derkeve. Yê me bikuje, divê tola xwe vekîn. Yê didanekê me bişkêne, em dê serê wî herrişînîn!

“Ji hezretî Îsa re bêjin:
Ger birîna zarokê vî bajarî bibînî.
Çewa dipêçe û dibore, bê kerb û kînî.
Hêşta cihê bizmarê zordaran
Di lepî de diyar e.
Lew hewar e.
Ji hezretî Îsa re bêjin:
Ger bizanî zordarên vî çerxî.
Çewa zarokan dikujin, mîna mêş, kulî û berxî.
Dê Incîlê şewitînî,
Hewarkî û êye vî rexî.
Yê zilehekê li te xîne
Dê deye ber şêlka gulla û tolê derxî…” (15)

Karesat û bobelatên mezin hatine serê gelê kurd û heta niha jî, bi sedan xelkê me bi destên dijminan têne kuştin. Welat dişewite û her çi karên hov hene, beramber me têne kirin. Gelê ji bo rizgarkirina nîştimanê xwe xebatê bike, bêguman wê şehîdan jî bide. Her çend hizrên cuda û şerenîxa texeyî, di nav tevaya gelên dinê de hebûne û niha jî hene, lê mixabin ku, di nav gelê kurd de, ev nakokî û giriftarî, mezin bûne û şerê birakujiyê birînên kûr di dilê xelkê me de çêkirine. Belê; vî şerî dilê xelkê me heland û omêdên paşerojê jî binax kirin. Eve şerê wêrankirin û şewitandina Kurdistanê ye. Şerê paşveman û binketina gelê kurd e. Şereke ku serketin tê de nîne. Şerek e ku doza kurdî çendîn salan paş ve dibe û li tariyê dihelîne. Şerek e ku divê her welatparêzekê kurd li dij be û li riyên çareserkirinê bigere. Letîf Helmet, bi ruheka kurdekê paqij, xemxor û welatparêzekê hişyar, vê helbesta dilşewat divehîne. Rewşa gelê kurd û encamên vî şerî dest nîşan dike. Ez helbesta wî ya bi nave (Nameyeka vekirî di pêşwaziya sala 1996)ê de, şirove nakim, çinku peyv bi xwe hewar dikin û laneta li vî şerê xwekuştinê dikin.

“Bi xêr hatî ey sala nû
Çi di torkê te de ye, te çi anî?
Gulegenim û aştî, gulenêrgiz û biranî.
Yan jî kelex, xwîn û malwêranî?
Ey sala nû
Tu mîna sala bûrî neke
Sala bûrî dilreq bû.
Tewalên ser cadan koçber kirin û her rev bû.
Kotira girrnijîn û aşitiyê, nêçîra çifta bû. tabir şestîr
Kurdistan.
Kire Mergistan.

Em hemî ji bo pêşwaziya te hatin û me hêvî ye.
Her çend em destvala ne, lê dilê me pirr xweştivî ye.
Me gul divên, neku gulle.
Me nan divê, neku rondik.
Me kar divê, neku sitem û hutik.
Me girrnijîn divê, neku peyvên rengîn.
Me aştî divê, neku şerê birakujiyê û xwîn.
Tirsinok in yên beşdarî şerê birakujiyê dibin…
Qareman in yên aşitiya navxwe dirust dikin…!” (16)

Jin di gelek helbestên wî de, cihekê giring distîne. Ew di çendîn helbestên xwe de, wesan dide xuya kirin ku, çi keçik xwe nahavêne himbêza wî. Dibe ji lawazî, feqîrî û hejariya wî be. Ew xwe bêşiyan û bêhêz beramber jinê û ciwaniya wê dibîne. Eger we nebe, pa çira keçik wî nakine kilê çavên xwe û nakin ristikên rengîn, bejin û stûyên xwe pê naxemlînin! Çira li govendan destên wî naşidînin û li sererêkan jî, awirên evîniyê lê reşînin!? Ew riyeka din ji bo himbêzkirinê dibîne û car xwe dike mêvanê xewnên wan û carna jî, keçikên şeng û xweşik, radikêşe cîhana xewnên hingivînî yên xwe. Ew nikarin xwe ji xewnên wî rizgar bikin.

“Ger di xewê de şairek hat
Viya te himbêz bike.
Viya bi zorê te maçî bike.
Ger di xew de şairek hat
Viya te birevîne, bibe ji xwe re.
Ew ez im…
Bes di xew de dikarim rûnim bi te re. “(17)

Ew xwedan hestekê nazik û derûnekê paqij e. Ew bi wê bejna xwe ya kinik û porê xwe yê qijavij, lê bi cergê şêra û bi dilekê mezin û pirr evîndarî û dilovanî, herdu destên xwe ji bo keçekê vedike. Ew bi dirêjiya şevan û rojên bêkariyê, li benda keçên rind û xweşik dimîne, lê kes di tan û hewarê naêt! Belê; ew di vê cîhana berfireh de, xwe bi tenê dibîne. Hinde caran bi xerîbiya xwe digehe pileya namobûnê.

“Ax dema carna di jora xwe ya wek qefesa de
Ez xwe divenisînim û digivêşme serêk
Ez hez dikim
Dilê xwe mîna parçeka goştê gehî.
Bavême ber pisîka birçî ya pişt dergehî.
Bila êdî stirana nelûrîne bo keçekê.
Ku di dilî de nabe cihê şairekê …!” (18)

Letîf Helmet, bêguman helbestvanekê bi nav û deng e û xwedan behre (mewhîbe), taqet û şiyanên edebî yên bilind e. Berhemên wî ji aliyê form û naverokê ve serketî ne. Teknîka nû bi kar tîne û jîrane bi peyvê dilîze, bê ku mebesta xwe berze bike. Di nav xelkê de jî pirr xoştivî û hêja ye. Bi zimanekê şiirî yê resen, sivik û rewan dinivîse. Helbestên wî ji wêneyên şiirî mişt in û hevokên wî jî ciwan darêjtî ne, muzîka wan mirovî dihejîne. Ew zû mebestên xwe digehîne xwendevanî û dilê wî xweş dike û tesîrê li ser dihêle. Şairê ereb Ebdulwehab El Beyatî, di helbesteka xwe de, dinivîse:

“Mîhracay gote Xalibî
Te çi di gustîla xwe de, veşartiye:
Dilopeka jehrê
Laneta evînê
Yan jî zeriyeka xweşik
Bi xemgînî lê vegêra:
Helbestên xwe û xemên hejaran “(19)

Belê; di gustîla Helmetî de jî, bi tenê helbest, xem û kovanên hejaran hene, ne ku jehir û pîlanên genî û saxte. Ew ji bo texa bindest û tepeseran dinivîse û xwe li ber tevaya lihî û nexweşiyan jî radigire, ta ku doza wan ber bi pêş de bibe û keştiya xwe bigehîne kenarê tenahî û serferaziyê. Letîf Helmet, di sala 1947ê de, li bajarê Kifrî, ser bi parêzgeha Kerkûkê, ji dayik bûye. Di sala 1963yê de, dest bi nivîsîna helbestan kiriye û di rojname û kovarên kurdî de belav kirine. (20) Helbestên wî hatine wergerandinî bo çendîn zimanên biyanî. Ev helbestên min di vê lêkolînê de, bi kar anîn, min ji dîwanên wî yên bi tîpên erebî û ji kurmanciya jêrî (soranî) wergerandine kurmanciya jorî. Mebesta min ew e ku, berhem û cîhana hunermendiya wî, bigehînime tevaya kurdên parçeyên Kurdistana dagîrkirî. Hêvîdar im pirtûkxaneya kurmancî bi vî lêkolînê dewlemend bibe.

Çavkanî:
1. Bedel Revo Mizûrî. Sînahiyên çiyayî, Bexda 1989, rûp 7.
2. Kemal Mîrawdelî. Rojnama Hetaw, hej. 4 û 5, Lenden 1996, rûp 4.
3. Ferhad Şakelî. Di nameka xwe de, ku ji bo min hinartiye.
4. Xelîl Duhokî. Kovara Nûdem, hejmar 18, rûp 66.
5. Refîq Sabir. Di nameka xwe de, ku ji bo min hinartiye.
6. Hemeseîd Hesen. Goraniye balnekirawekan, Swêd 1994, rûp 135.
7. Ebdulrehman Zengene. Di nameka xwe de, ku ji bo min hinartiye.
8. Yusif Heyderî. Rûpelên rengîn ji edebê kurdî, Bexda 1991, rûp 118.
9. Amadebûn bo le dayikbûnêkîtir. Dîwana helbestan, Silêmanî 1973, rûp 7.
10. Her ew çavkanî, rûp 14.
11. Her ew çavkanî, rûp 18.
12. Her ew çavkanî, rûp 26- 27.
13. Pirçî ew kiçe reşmalî germiyan û kwêstanim e. Dîwana helbestan, Silêmanî 1977, rûp 30.
14. Her ew çavkanî, rûp 30 – 31.
15. Ew honraweyey ke tewaw debê û tewaw nabê. Dîwana helbestan, Bexda 1979, rûp 30-31.
16. Kovara Dengê Melbendî, hejmar 1, Emerîka 1996, rûp 29 – 30.                                       
17. Ew honraweyey ke tewaw debê û tewaw nabê. Dîwana helbestan, Bexda 1979, rûp 9.
18. Pirçî ew kiçe reşmalî germiyan û kwêstanim e. Dîwana helbestan, Silêmanî 1977, rûp 22 – 23.
19. Kovara El Hewadis ya erebî, hejmar 2051, sal 1996, rûp 54.
20. Kemal Mîrawdelî. Rojnama Hetaw, hejmar 4 û 5 , Lenden 1996, rûp 4.


--------------------------------------------------------
Xelîl Duhokî  - duhoki53@yahoo.com
Weşandin:    2012-02-12   1,567 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------