Derhêner Ekerm Heydo
»Derhêner Ekerm Heydo
Bi Elmanî Halabja – Die verlorene Kinder
Bi îngîlîzî Halabja – the lost children

Rêzên jorîn navê fîlmeke kurdî ye. Qirkirin û yekîtî. Bi qasî ku ez dizanim, dilê kurdên çar parçeyên Kurdistanê piştî qirkirina Helebçeyê bû yek û birîndar bû. Ev fîlm birîna me nîşanî me dide.

Rola hunerê ji bo jiyan û paşeroja civakî
Bi du nimûneyan ez dixwazim nimûneya sêyem a mijara xwe binirxînim.

Yek:
Atom Egoyan (Ermen-derhêner) bi fîlma xwe ya bi navê „Ararat” xwest ku qirkirina ermenî bi riya hunerê jî bide nasandin. Ez ne şaş bim ew bi qasî 20-30 salan ji bo fîlma xwe xebitiye. Bi ya min wî armanca xwe pêkanî.
Bêguman dinya alem pê dizane, ku qirkirina 1915yê bûye. Kesên tirkîzan dikarin li pirtûka Recep Maraşli binêrin.

Du: Çayan Demirel xortekî ji Dêrsimê ye û bi fîlma xwe ya belgeyî xwest ku rûpela reş û karesata nifşa kalê xwe bide nasandin. Herwiha qirkirina plankirî ya Dersimê mîna 1915yê, wek A. Egoyan bîne ser perdeya sipî. Bi ya min, bi riya fîlma wî ya bi navê „38″ê rewşenbîrên me jî hişyar bûn û bi xêra fîlmê li parlamentoyên Ewropayê nasandina „Qirkirina Dersimê” tê nîqaş kirin.

Sînema
Jixwe em dizanin, ku ji ber teşqeleya jiyanê, ji bo bidestxistina keriyekî nanî, bi gelemperiya gelên bindest mecal nabînin bo rastiya dîroka xwe çend pirtûkan bixwînin û asoya xwe vekin. Lê perdeya sipî ne wisa ye, zû ye; pir dîmenî ye; digihije hemû çîn û tebeqeyan, bandorê li rojevê dike.
Belê sînema kes-gel-civakên ku em nas nakin bi me dide nas kirin, sînema reng, hest, deng û eşên ku em nas nakin, wan bi me dide nas kirin.

Hevalê min yê hêja Ekrem Heydo jî yek ji wan kesên derhenêren jorê ne. Gava min ew nas kir, ew yekem kameramanê kurd bû; bi çavê kurdan reng û dîmenên civaka me dianî ser perdeyê. Lê îro dibînim, ku wek derhênerekî serketî mijareke karesatê wek nimûneyên fîlma yekem û diduyê anî ber çavê me.

Hejmar! Mirov dikare li ser hejmara mirovên ku hatine qirkirin, kêm û zêde tiştekî bêje. Lê çi êş çi jî hest nayên hejmartin!
Cara duyem e dibêjim lê dixwazim dubare bikim, bi xêra fîlma “38” ya Çayanî, îro di nav kurdan de, li Ewropayê, Tirkiyeyê û Kurdistanê, Qirkirina Dêrsimê tê gengeşî kirin.

Qirkirina Helepçeyê ji wan herdu nimûneyên jorîn nêziktir e; 23 sal li ser wê derbas bûne, lê hê mixabin wek qirkirin nehatiye nas kirin. Ji niha ve diyar e, ku Ekrem jî jenosîda (qirkirin) Helepçeyê xist rojevê.

„Helebçe – Zarokên wenda” navê fîlmê ye. Li ciyê bûyerê, li Helebçeyê hatiye kişandin. Montaj, muzîk û dîmenên fîlmê biserketî ne. Bi taybetî li ser muzîka fîlmên kurdî: Bazara muzîka fîlmên kurdî tune ye! Divê ev film bê temaşe kirin.

Çîroka fîlmê:
Du roj piştî barana bombeyên kîmyevî, leşkerên Îranî tên ciyê bûyerê. Gelek zarok û mezin mirine lê hin ji wan kesan jî birîndar in. „Ali” jî yek ji wan e. Hê zarok e. Gelek endamên malbata xwe di vê qirkirinê de winda dike. Malbateke Îranî xwedî lê derdikeve û wî mezin dikin. Bi xêra „komela zarokên windayî yên Helepçe”yê û hikûmeta herêma Kurdistanê, guman li Ali tê kirin ku ew zarokê Helepçeyî ye. Piştî testa DNAyê derdikeve holê ku Ali zarokê Helepçeyê ye, ku niha li Zanîngehê xwendekar e.

Elî
»Elî

Mamoste Fexradîn ji beriya qirkirinê heta niha jî li dibistanê mamostetî dike. 7 zarokên wî hene. 3 zarokên wî di qirkirina Helebçeyê de jiyana xwe ji dest didin. 2 ji wan jî di dema bûyerê de winda dibin. Ji ber vê yekê mamoste Fexradîn ji bo lêgerîna zarokên wenda komeleyekê ava dike. Herwiha ew hunermend e; li kolanên Helebçeyê digere, kevirên li ber laşên miriyan yên wê demê dike peyker, textên dergehên şehîdan jî bi kar tîne û dike peykerê şehîdan. Mamoste tevî hevjîna xwe mîna gelek dê û bavên Helebçeyî guman dikin, ku Ali kurê wan e.

Mamoste Fexridîn
»Mamoste Fexridîn

Ez dê qala hin dîmenên ku hêstirê çavan tînin xwarê nekim. Her bijî! Destê te, dilê te xweş be Ekrem! Li gor agahiyan, îsal di salvegera qirkirina Helebçeyê de dê fîlm him li Helebçeyê û  him jî li Berlinê bê nîşandan.


--------------------------------------------------------
Ciwan Tengezar  - ciwantengezar@yahoo.de
Weşandin:    2011-03-07   1,610 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------