Newzad Hirorî
»Newzad Hirorî
Destpêk
 
Kurmanciya devera Behdînan ji hinek aliyan ve ji kurmanciya deverên dî yên Kurdistanê cida ye. Sedemên vê cidahiyê dikarin dîrokî, cografî, aborî, civakî û/yan siyasî bin; lê newekheviyên heyî ji bo kurmancînivîs û kurmancîaxêvan diyardeyên balkêş û pirsgirêkên cidî ne.

Herçend xelk bi giştî navê ‘zarê Behdînan’, ‘devoka Behdînan’ yan ‘behdînî’ (badînî) li wê kurmanciya ku li herêma rojava ya Kurdistana Îraqê têt bi kar anîn dikin, mirov nikare sinorên aşkira û naskirî yên ku kurmanciya wê herêmê bi temamî ji kurmanciya deverên dî vediqetîne diyar bike. Kurmancîaxêvên, yan ‘behdîniyên’, ku nêzîkî sinorên Suriye û Tirkiyeyê dijîn bi zimanekê ku pêtir nêzîkî kurmanciya kurdên rojava û bakurî ye dipeyivin. Bo nimûne, peyivên “xoş” û “xo” yên ku li bajarê Dihokê tên bihîstin, li wan deveran dibin “xweş” û “xwe”. Herweha, hevokên wek “ez dikem”, “ez dibem” û “ez didem” yên deverên Dihok, Amêdî û Akreyê li Şengal û Zaxoyê dibin “ez dikim”, “ez dibim” û “ez didim”. 

»devok

Xala ku dikare kurmanciya Îraqê – ya nivîskî – bi yekcarî ji ya cihên dî, ji bilî Îranê, cihê bike bi tenê alfabê ye. Ji ber vê yekê, ‘behdînî’-ya ku di vê nivîsê de têt şirove kirin ew kurmancî ye ya ku di çapemenî û dezgehên ragehandinê yên Kurdistana Îraqê de tête bi kar anîn û ‘kurmancî’ jî ew kurmancî ye ya ku di çapemenî û dezgehên ragehandinê yên li derveyî Kurdistanê de têt xebitandin. Mebest ji cidakirina behdîniyê ji kurmanciyê di vê şirovekirinê de ne îdîakirina xweseriya wan e. Behdînî, bi hemû taybetmendiyên xwe ve, devokek, yan jî – ger tu bixwazî – zarekê kurmancî ye. Armanc ji vê hemberkirinê berçavkirina çend diyardeyên rêzimanî ye bona ku haya hemû kurmancan jê hebe.

Di vê nivîsarê de, kurmancî û behdînî di warên alfabê, dengsazî, peyvsazî û hevoksaziyê de tên hember kirin.

Alfabê

Piraniya kurdan û kurdnasan dizanin ku zimanê kurdî bi du alfabêyan têt nivîsîn. Herdu alfabê jî kurdî ne çunkî ji bo nivîsandina kurdiyê hatine saz kirin. Yek ji wan alfabêya kurdî ya latînî (AKL) û ya dî jî alfabêya kurdî ya erebî (AKE) ye. AKE li Îraqê û Îranê têt bi kar anîn. Kurmancên ku ne ji Îraqê û Îranê ne bi AKL dinivîsin. Vêca, kurmancî bi AKL û behdînî bi AKE têt nivîsîn. Ev herdu alfabê di cedwelekî de hatine hember kirin, ji bo tu wî cedwelî bibînî li vir bitikîne. Ji vî cedwelî çend xalên giring kifş dibin.

1. Hejamra tîpên AKE-yê 34 û ya AKL-ê 31 in.
2. Alfabêya erebî ji 28 tîpan pêk têt. Kurdên Îraqê heft tîp yên ku bi kêrî kurdiyê nahên ji wê alfabêyê havêtine, 13 tîpên nû (4, 6, 7, 9, 13, 18, 19, 26, 27, 30, 32, 34 û 37 di cedwelî de) lê zêde kirine.
3. Heger em alfabêya îngilîzî, ku 26 tîp e, wek nimûneya alfabêya latînî ya standard qebûl bikin, hîngê xuya dibe ku mîr Celadet Bedirxanî pênc tîp (4, 7, 12, 23 û 26 di cedwelî de) zêde ji bo xatirê kurmanciyê afirandine û li wê alfabêyê zêde kirine.
4. Bîstûpênc tîpan ji AKL-ê hemberên xwe di AKE-yê de hene. Tîpa “i”-yê di AKE-ê de nîne. Şeş tîp (32-37) di AKE-yê de hene ku hevtayên wan di AKL-ê de tune ne. AKE ferqiyê naxe navbera “î” û “y”-yan û “u” û “w”-yan.
5. AKE her ji destpêkê ji bo bersivdana daxwaz û pêwîstiyên soraniyê hatiye çê kirin. Bo nimûne, tîpa 37-ê (“ll”) ji bo nivîsandina kurmanciyê ne pêwîst e. Herweha, tîpa 10-ê (“h”) li nik soranînivîsan bi tenê li destpêk û hindurê peyivan, lê ne li dawiyan wan, bi kar têt çunkî, wek ew dibêjin, bêjeyên ku bi “h”-yê xelas dibin di zarê wan de nînin. Cidahiya navbera konsonantên hewadar û nehewadar (wek /ç/-a “çêlek”-ê û /ç/-a “çar”-ê) ya ku di kurmanciyê de heye di tîpên AKE-yê de nehatiye nîşan kirin ji ber ku ew cidahî di soraniyê de nîne.
6. AKL ji destpêkê ji bo nivîsandina kurmanciyê hatiye afirandin. Lê, ev alfabê hemû dengên ku di kurmanciyê de tên bihîstin nanimîne. Dengên hewadar û nehewadar (yên ku behsa wan di niqteya 5-ê de hatiye kirin) û /r/-a sivik û ya şidyayî jêk nehatine cida kirin. Herweha, tîp ji bo dengên ku ji zimanên samî (wek erebî, aramî, siryanî) ketine kurmanciyê nehatine afirandin.
7. Piraniya tîpên AKE-yê xwedî çar şikil in. Hilbijartina şikilê tîpê jî li gor cihê wê di peyivê de têt guhortin. Hinek tîp bi yên li pêş xwe û yên paş xwe ve tên girê dan. Hindek jî bi tenê bi yên berî xwe ve dinûsin. Çawaniya bihevregirêdan û nenûsandina tîpan, ji bilî duyan (6 û 32 di cedwelî de), li ser bingehê bikaranîna tîpên erebî hatiye ava kirin. Bo nimûne, divê “e” di hevoka ew fîl e de bi peyiva “fîl” ve bête nivîsîn çunkî ev tîp, li gor tîpsaziya erebî, bi tîpa pêş xwe ve dimîne heger ew tîp ji wan be yên ku bi tîpa paş xwe ve têne girê dan. Qaîdeyên tîprêzkirina erebî ji wê ya ku di nimûneya me de ye gelek aloztir in. Ev terzê aloziyê di tîpsaziya latînî de nînin. Tîpên AKL-yê, wek di cedwelî de diyar in, xwedî du awa ne. Ew yan hûr yan gir in. Hemû tîp dikarin bên ba hevdu, lê hîç ji wan bi ya ne li pêş xwe ne jî li paş xwe ve nazeliqe.
8. Rêzkirina tîpên AKL-yê, ji A-yê heta Z-yê, li gor rêzkirina wan ya latînî (romanî) ye û ya AKE-yê şopa alfabêya erebî digire.
9. Nivîsandina peyivan bi AKE-yê li nik behdîniyan tevlihev e. Bo nimûne, peyiva “mû” dikare bi çar forman, “mû”, “mwî”, “mu” û “mî”, bête dîtin. Ev tevlihevî jî ji ber nebûna standardê rênivîs û vekîtê peyda bûye.
10. Çunkî tîpên hûr û gir di AKE-yê de nînin, navên kesan û cihan ji peyivên dî nahên cida kirin. Ev gelek caran dibe sedemê tevliheviyê.Kurmancên ku ne ji Îraq û Îranê ne bi sîstema AKE-yê nanivîsin û kêm ji wan dikarin tekstên bi wê alfabêyê nivîsandî bixwînin. Kurmancên Behdînan ji tîpên latînî hez dikin û hewil didin xwe hînî nivîsandina bi AKL-yê bikin. Ji ber ku ew fêrî qaîdeyên tîprêziya alfabêya erebî bûne, şaşiyên wek nivîsîna navên kesan û cihan bi tîpên hûr û hwd. di tekstên wan yên bi AKL-ê nivîsandî de peyda dibin.

Dengsazî 

Peyva “bûk” dikare di tekstên behdîniyan de wek “bûk”, “bwîk” yan “bîk” xuya bibe. Awayên henê yên cida ferq û cidahiyên bilêvkirinê yên ku li deverên cida hene nîşan didin. Bo nimûne, “bûk” li Şingalê, “bîk” li Amêdî û Akreyê û “bwîk” li deverên Berwarî û Dihokê tên bihîstin. Şingalî vê peyvê wek kurmancan bi lêv dikin. Herdu awayên dî, “bwîk” û “bîk” behdînî ne.
 
»bûk

Dengê [y] yê ku wek “wî” di peyva “bwîk” û gelek peyvên dî de têt nivîsîn li Behdînan, û herweha li Botan û Hekariyê jî, belav e. Lêkera “bûn”-ê wek “bwîn” li Botan, û herweha li devera Barzan têt bi lêv kirin. Li devera Zaxoyê, “bûn” dibe “bîn”, lê ew li Dihok, Amêdî û Akreyê her “bûn” e. Mirov dikare bi rehetî bibêje ku diyardeya bilêvkirina dengê [û] wek [y], anku “wî”, yan [î] herêmî ye ji ber ku piraniya kurmancan – û soran jî li gel wan – wî dengî naguhorin.

»bûn

Dîftongên (cotvokalên) [uî], [ue] û [ua] yên paş dengê [x] yên ku Celadet Bedirxanî wek “wî”, “we” û “wa” nivîsandine li hin deverên Behdînan monoftong in. [uî] di peyvên wek “xwîn” û “xwîşk” de li Amêdî û Akreyê dibe [î], anku “xîn” û “xîşk”. Li gelek deverên Behdînan, [ua] dibe [a]. Bo nimûne, “xwastin”, “xwarin” û “xwandin” dibin “xastin”, “xarin” û “xandin”. Dîftonga [ue] ya di peyvên “xwe”, “xweş” û “bixwe!” de li Dihok û Amêdî û herêma li rojhilatê wan wek [o], anku “xo”, “xoş” û “bixo!”, têt bi lêv kirin.

»xwe

Ev [o] ya ku di “xo” û “xoş”-ê de heye wek [û] têt bi lêv kirin. [o] ya di peyvên “got”, “roj”, “moz”, “kor(e)”, “şol” û hwd. jî [û] ye. Li aliyekê dî, [a] ya dihokiyan ji wê ya ku ji devê kurmancên dî derdikeve “stûrtir” e û [k] ya xelkê Amêdiyê bi alîkariya paşiya ezamnî (zimanî) ne bi pişta wî têt bi lêv kirin.

Hinek cidahiyên dî di navbera behdînî û kurmanciyê de hene ku bi awayekê nesîstematîk tên dîtin. Bo nimûne, guhortina dengê vokal yan konsonant yan jî lihevguhortina cihê dengan di peyvê de bûne sedem ku cidahî peyda bibin. Binêre!

a) guhortina vokalê: behdînî “leş”, kurmancî “laş”; behdînî “têşt”, kurmancî “taşt(ê)”
b) guhortina konsonantê: behdînî “bab”, kurmancî “bav”; behdînî “birsî”, kurmancî “birçî”
c) cihguhortina dengan: behdînî “befir”, kurmancî “berf”; behdînî “gunhe”, kurmancî “guneh”.

Sedema hinek cidahiyên dengsazî di peyvên deynkirî de vedigere bilêvkirina wan peyvan di zimanê deynder de. Bi piranî, behdînî peyvên rojavayî li gor telefuza îngilîzî bi lêv dikin û kurmancên Tirkiye û Sûriyeyê awayê fransî bi kar tînin. Bo nimûne, behdînî dibêjin “dicîtal” û “setelayt”, lê kurmanc dibêjin “dijîtal” û “satelît”.

Navdêr

Di kurdiyê de, du kategoriyên rêzimanî hene ku herdem bi navdêran ve girêdayî ne. Ew jî hejmar – “mêjer” li gor Celadet Bedirxanî – û zayend in. Navdêr yan yekhejmar yan pirhejmar e. Ew nêr yan mê ye. Hejmara navdêrê û zayenda wê bi alîkariya hinek nîşanan – yan paşgiran – xuya dibin. Ew paşgir bi ser wan navdêran ve yên ku di halê tewangê yan îzafeyê de ne tên zêde kirin yan jî bi ser lêkeran ve tên berdan. Temaşeyî vê nimûneyê bike:

Polîsê kal nikare dizan bigire

Navdêra “polîs” di halê îzafeyê de ye û pirtika “ê” bi ser ve hatiye zêde kirin. Ew pirtik diyar dike ku “polîs” yekhejmar e û nêr e. Navdêra “diz” tewandî ye û bi pirtika pirhejmariyê “-an” diqede. Pirtika “e” ya ku bi ser koka lêkera “karîn” û koka lêkera “girtin”-ê ve hatiye berdan taybetmendiyên navdêra “polîs” destnîşan dike û diyar dike ku “polîs” yekhejmar e û kesê sêyê ye (anku, ne “ez”, ne “tu” lê “ew” e). Paşgirên ku diçin ser lêkeran dê di mijara lêkeran de bên behs kirin.

Di hinek haletan de, paşgirên ku li ser navdêran zêde dibin di kurmancî û behdîniyê de ne wek hev in. Di behdîniyê de, navdêrên nêr yên yekhejmar di halê tewangê de hemû caran bi paşgira “-î”-yê tên tewandin. Di kurmanciyê de, ew navdêr carina bi “-î” û carina bi vokalguhortinê tên tewandin yan jî bi yekcarî nahên tewandin. Binêre:

»tewang

Ev nimûneya dawiyê diyar dike ku di frazên îşarkî de kurmancî wek behdîniyê serederiyê li gel tewanga navdêra nêr dike û wê bi “-î”-yê ditewîne. Kuramncî û behdînî li ser tewandina navdêrên nêr yên yekhejmar û nebinavkirî, tewandina navdêrên mê û yekhejmar û tewandina navdêrên pirhejmar li hev dikin û wan bi “-î”, “-ê” û “-a(n)”-ê ditewînin. Nimûne:

»tewang

Lê di halê îzafeyê de, cidahiyên navbera behdînî û kurmanciyê zêdetir in. Di vî halî de, navdêr li gor hejmar û zayendê paşgirên cida werdigirin. Ferqên ji hemûyan kifştir di paşgirên navdêrên pirhejmar û yên yekhejmar yên nebinavkirî de diyar dibin. Li van nimûneyan temaşe bike:

Dema navdêr yekhejmar û binavkirî be 

behdînî kurmancî
kurê jîr kurê jîr
kiça jîr keça jîr

Dema navdêr yekhejmar û nebinavkirî be 

behdînî kurmancî
kurekê jîr kurekî jîr
kiçeka jîr keçeke jîr

Dema navdêr pirhejmar be 

behdînî kurmancî
kurêt jîr kurên jîr
kiçêt jîr keçên jîr

Wek tu dibînî, nîşanên îzafeyê yên ku li ser navdêrên yekhejmar di frazên behdînî de tên zêdekirin, çi ew navdêr binavkirî yan nebinavkirî bin, wek xwe dimînin. Lê, nebinavkirina navdêrên yekhejmar di îzafeyê de di frazên kurmancî de nîşanên cida ji wan yên ku diçin ser navdêrên yekhejmar yên binavkirî hildibijêre. Çi ew teoriya ku dibêje koka formên îzafeyê yên navdêrên pirhejmar “-êt” û “-ên” ji heman çavkaniyê ne – ji “-ên di” ne – rast be yan şaş be, heryek ji behdînî û kurmanciyê formeka cihê ji xwe re hilbijartiye. Tevî ku bikaranîna “-ên”-ê di çapemenî û medyaya Behdînan de zêde dibe jî, hêj “-êt”-parêz jî hene.

Tu dibînî ku zayenda navdêrê di halê pirhejmariyê de diyar nabe. Anku, paşgirên pirhejmariyê ji me re nabêjin ka ev navdêr nêr e yan mê ye. Bi tenê navdêra yekhejmar ya tewandî yan ya di îzafeyê de zayenda xwe aşkira bi rêya paşgirên tewandinê û îzafeyê kifş dike. Zayendkirina navdêran di behdînî û kurmanciyê de mijara beşê paştir e.

Zayend

Zayend ew tesnîf e ya ku rêziman pê navdêran (û cînavan) dike nêr yan mê. Ji bilî wan navdêrên ku mirov dikare hem ji bo yên nêr hem ji bo yên mê, wek “dost”, “mamosta”, “şagird” û hwd., bi kar bîne, zayend di kurmanciyê de sîmayeka ferhengî ye. Bi gotineka dî, her navdêrek di koka xwe de zayendkirî ye. Forma navdêrê, piraniya caran, zayenda wê kifş nake. Ji bilî raderên lêkeran, wek “zanîn”, “xwarin”, “dîtin” û hwd. yên ku hertim mê ne, navdêr – bi giştî – nîşanên nêrînî yan mêyîniya xwe di terkîba xwe de diyar nake. Bo nimûne, dengên /s/, /ê/ û /v/ yên ku peyva “sêv”-ê pêk tînin hîç sîmayên zayendê nîşan nadin. Lê, ji ber sedemekê ji sedeman, vê peyvê zayenda mê wergirtiye.

Hinek navdêr zayenda xwe ji siruştê werdigirn. Bo nimûne, zayenda wan navdêrên ku girêdayî mirovan û heywanên kedî û mezin – wek dewaran û hwd. ne, li gor nêrînî û mêyîniya wan ya siruştî têt zanîn. Zayenda peyvên “mêr”, “kur” û “dîk” nêr e ji ber ku xwediyên van nvan di siruştê de nêr in. Herweha, yên ku di siruştê de mê ne, wek “jin”, “keç” û “mirîşk”, jê re navdêrên zayendmê hatine danîn. Lê, zayenda piraniya navdêran ne li gor qaîdeyeka sîstematîk e. Peyva “zik” nêr e û peyva “pişt” mê ye, tevî ku herdu jî navên du parçeyên heman leşî ne. Peyva “ba” nêr û ya “bahoz” mê ye, tevî ku herdu jî navên hewayî ne. Ne dûr e zayendkirinên han di qonaxekê ji qonaxên dîroka zimanê kurdî de bibingeh bûn, lê ew îro ji me re ne ew qas fambar in.

Zayendkirina navdêran di behdînî û kurmanciyê de ne hercar wekhev e. Peyvên wek “sîng”, “qelem”, “sebr” û “dem” di behdîniyê de nêr in, lê eynî peyvan di kurmanciyê de mê ne. Navê wê parçeya leşê ya ku mirov pê nefesê dike bi behdînî “difin” e û zayendê wê mê ye. Navê heman parçeyê bi kurmancî “poz” e û zayenda wê nêr e.

Cidahî di wan peyvan yên ku ji zimanên ewropî hatine deyn kirin de jî tên dîtin. Bo nimûne, peyvên “sîstem”, “komputer” û “qenat (kanal)” di behdîniyê de nêr in, lê ew di kurmanciyê de mê ne. Heye ku dema behdînî peyvên esilewropî li şûna peyvên erebî dadinin, ew zayenda peyvên erebî didin wan. Bo nimûne, peyva “sîstem” li cihê peyva erebî “nîzam” têt bi kar anîn. Çunkî “nîzam”-a erebî nêr e, “sîstem” jî, li gor texmînê, dibe nêr. Lê, ev teorî ji bo hemû peyvên biyanî derbaz nabe. Tevî ku peyvên “televizyon”, “telefon” û gelekên dî di erebiyê de nêr in, ew di behdînî û kurmanciyê de, bi giştî, mê ne.

Mijara hejmar û zayenda navdêrê di behdînî û kurmanciyê de di vî cedwelî de hatine berçav kirin.

»zayend

yek. = yekhejmar
pir. = pirhejmar
binav. = binavkirî (bê “-ek”)
nebinav. = nebinavkirî (bi “-ek”)

Têbînî:
Hinek kes bawer dikin ku zayendkirina navdêran di kurmanciyê de bi qaîde ye. Yên ku dixwazin dîtinên hinek ji wan bixwînin bila temaşeyî xebatên Celadet Bedirxan, Sadiq Behadîn Amêdî û Keça Kurd bikin.

Lêker

Heger em li hev bikin ku rader forma bingehî ya lêkerê ye û ew form bi “-(i)n”-ê diqede, em dikarin hemî formên dî yên lêkerî ji wê çê bikin. Binêre:

revandin (rader) à revand (qurm) à revîn (kok)
barîn (rader) à barî (qurm) à bar (kok)
xwastin (rader) à xwast (qurm) à xwaz (kok)
çûn (rader) à çû (qurm) à ç (kok)

Bi giştî, mirov qurmê lêkerê di hevokên ku behsa bûyerên borî dikin de bi kar tîne û koka lêkerê ji bo diyarkirina bûyerên ku diqewimin yan dê biqewimin dixebitîne. Ne qurmê lêkerê ne jî koka wê bi serê xwe di hevokan de nahên bi kar anîn, çunkî ji bo diyarkirina hevbendiya lêkerê bi parçeyên dî yên hevokê ve hemî caran pirtikek li ser lêkerê têt zêde kirin. Bila navê wê pirtikê “lêkerbend” be. Herweha, pirtikên ku dema hevokê xuya dikin jî bi ser lêkerê ve tên berdan. Li van nimûneyan temaşe bike!

1. Ez dê wê bi-revîn-im
2. Wan bapîrê xwe ne-dît-i-bû-Æ
3. Ew di-ç-e dibistanê
4. Baran barî-Æ

(Nîşana Æ dibêje pirtika “sifir” li ser qurmê lêkerê zêde bûye û ew jî li vir lêkerbend e)

Lêkerbend (LB) zanyariyan derbareyî subjekta hevokê yan objekta wê dide me. Bo nimûne, “-im”-a hevoka 1-ê ya li jor diyar dike ku subjekta hevokê kesê yekê û yekhejmar e. Sifira bi ser lêkera “dîtibû” ya hevoka 2-ê ve dibêje ku objekta hevokê kesê sêyê ye û yekhejmar e. Di vî warî de, hinek cidahî navbera behdînî û kurmanciyê tên dîtin.

»Lêkerbend

1, 2 û 3 kesê yekê, duyê û sêyê ne; y = yekhejmar; p = pirhejmar.

Tu dibînî ew lêkerbenda ku kesê yekê yê pirhejmar destnîşan dike û li ser qurm û kokê zêde dibe di behdîniyê de “-în” e. Cidahiya dî jî lêkerbenda ji bo diyarkirina kesê sêyê yê yekhejmar e dema bingehê lêkerê kok be.

Cidahî li vê derê xelas nabe. Derbirîna hinek demên bûyeran û xeberdana li ser wan jî di behdînî û kurmanciyê de ne wek hev in. Gava mirov bixwaze li ser bûyereka ku mimkin e di paşerojê de biqewime bike, mirov “dê” pêş lêkerê dadine. Bo nimûne:

behdînî: ez dê kevim
kurmancî: ez dê bikevim

Cidahiya behdîniyê ji kurmanciyê di vê terkîbê de ew e ku pirtika “bi-” ya raweya subjunktîv (konjunktîv, înşayî) li gel lêkerê nahêt bi kar anîn. Behdînî heman terkîbê, anku lêkera bê “bi-” – wek “kevim” – di derbirîna bûyereka ku dê biqewimiya de bi kar tîne û “da”-yekê li şûna “dê”-yê dadine. Bo nimûne,

behdînî: ez da kevim               ez da wan bînim
kurmancî: ez dê biketama        min dê ew bidîtana

Formeka dî ya lêkerê heye ku ji qurmê lêkerê û paşgira “-î” pêk dihêt. Ev di komekên dema borî yên bi “gava”, “çaxê”, “wextê” û hwd. dest pê dikin de di behdîniyê de diyar dibe. Nimûne,

behdînî: Gava wî ez dîtîm, wî xwe veşart
kurmancî: Gava wî ez dîtim, wî xwe veşart

Heman forma lêkerê di behdîniyê de ji bo dema borî ya nêzîk têt bi kar anîn. Binêre:

behdînî: Wî ez yê dîtîm
kurmancî: Wî ez dîtime

“Yê”-ya ku di hevoka behdînî de heye mijara beşê paştir e.

Yê, ya û yêt di behdîniyê de

Em dizanin ku “-ê”,”-a” û “-ên” (yan “-êt”/”-êd”) nîşanên îzafeyê ne. Binêre:

kurê wan
keça wan
kurên wan
kurêt wan

Heger em navdêrên pêşiyê rakin, frazên jor dê bi vî awayî bin:

ê wan
a wan
ên wan
êt wan

Ev nîşanên îzafeyê bi vî awayê li jorê karê îzafekirinê hem jî karê cînaviyê dikin. Gelek caran “y” li pêşiya wan e. Wek:

yê wan
ya wan
yên wan
yêt wan

“(Y)ê”, “(y)a” û “(y)êt” di behdîniyê de wezîfeyên dî jî dikin.

1. Ew di hevokên ku kopula (lêkera bêhêz) tê de ye dikevin pêşiya rengdêrê û hejmar û zayenda subjektê diyar dikin. Bo nimûne,

Ew (y)ê kurt e (dema “ew” yekhejmar û nêr be)
Ew (y)a kurt e (dema “ew” yekhejmar û mê be)
Ew (yê)t/d kurt in (dema “ew” pirhejmar be)

Ev hevok di kurmanciyê de bê “(y)ê”, “(y)a” û “(yê)t/d” in.

2. Ew dema niho ya domdar ji dema niho ya giştî cida dikin û hejmar û zayenda subjektê diyar dikin. Bo nimûne,

Kew diqebit [yan “Kew diqebin”] (giştî; anko, adeta kewan qebîn e)
Kew (y)ê diqebit (domdar; anko, ew – yekhejmar û nêr – niho diqebe)
Kew (y)a diqebit (domdar; anko, ew – yekhejmar û mê – niho diqebe)
Kew (y)ê(t) diqebin (domdar; anko, ew – pirhejmar – niho diqebin)

Ev dema niho ya domdar di kurmanciyê de nîne. Lê, behdînî jî, wek kurmanciyê, ferqê naxe navbera van herdu aspektên (corên) dema niho gava hevok neyînî yan pirsiyarkî be. Binêre,

Ew natirsit [yan “Ew natirsin”] (ne niho û ne hîc carê)
Ma ew ditirsit/ditirsin? (niho yan hercar)

3. Ew di hevokên ku behsa bûyera borî ya nêzîk (ya têdayî) dikin de dikevin pêşiya lêkerê û hejmar û zayenda objektê diyar dikin. Bo nimûne,

Min ew (y)ê dîtî
Min ew (y)a dîtî
Min ew (y)êt dîtîn

Lê, behdînî di hevokên neyînî û pirsiyarkî yên ji vî tuxmî de wek kurmanciyê ye. Binêre,

Min ew nedîtiye (ji bo nêr û mê û yekhejmarê)
Min ew nedîtine
Ma kengî min ew dîtiye/dîtine?

Têbîniya dawiyê di heqê “(y)ê”, “(y)a” û “(y)êt” yên behdînî de ew e ku dema alavek ji van di hevokê de hebe, ew hejmar û zayenda subjekt yan objekta netewandî diyar dike.

Niqteya dawiya ya babetê lêkerê ew e ku kokên lêkerên “kirin”, “birin” û “dan”-ê hem “k”, “b” û “d” hem jî “ke”, “be” û “de” ne. Bo nimûne,

Tu silava(n) li kê dikî/dikey(î)?
Xudê didit/didet û Xudê dibit/dibet
Ez dê barî li pişta kerî kem, dê bem e meydanê û dem e feqîra(n)

Cînav

Di babetê cînavan de, kêm ferq û cidahî di navbera behdînî û kurmanciyê de tên dîtin. Newekhevî di cînavê îşarkî “ev” û yê tevayî “hev” û “yekûdu” de diyar dibe. Cînavê îşarkî yê kurmancî “ev” di behdîniyê de “ev … e” ye. Li van nimûneyan temaşe bike:

kurmancî: ev e welatê me
behdînî: ev e ye welatê me

kurmancî: ev kitêb nû ye
behdînî: ev kitêb e nû e

lê,

kurmancî: ev kitêba nû ya min e
behdînî: ev kitêba nû ya min e

Li hember “hev” yan “hevûdu”-ya kurmancî “êk” yan “êkûdu” di behdîniyê de heye. Binêre,

»cînav
 

Daçek

Paşdaçekên “de” û “re”, lê ne “ve” di behdîniyê de “da” û “ra” ne. Binêre,kurmancî: di sûkê de, di sûkê re, bi sûkê ve
behdînî: di sûkê da, di sûkê ra, bi sûkê ve

Paşdaçeka “re” (yan “ra”) di behdîniyê de li gel daçeka “ji”-yê nahêt. Li şûna wê, “bo”-yeka bê “ji” têt bi kar anîn. Bo nimûne,

kurmancî: ew kitêb ji te re ye; ew kitêb ji bo te ye
behdînî: ew kitêb bo te ye

Zêdeyî van cidahiyên di babetê daçekan de hîç ferqên dî di navbera behdînî û kurmanciyê de nahên dîtin.

Hejmar

Hejmar di behdîniyê de, ne wek kurmanciyê, bi carekê mê ne û bi pirtika “-ê”-yê tên tewandin. Bo nimûne,

behdînî: çîroka êkê; xaniyê pêncê; sala 1987-ê
kurmancî: çîroka yekê; xaniyê pêncan, sala 1987-an

Di gotina tarîxê de, mirov hem di behdînî û hem di kurmanciyê de qalibê “hejmar-ê mehê” bi kar tîne; bo nimûne, sêyê gulanê, bîstûyekê adarê, şeşê îlonê û hwd. Ev “-ê”-ya ku li vê derê bi ser hejmarê ve hatiye zêde kirin ne nîşana zayenda nêr ya peyveka wek “kur” di fraza “kurê Nazdarê” de ye. Ew “-ê” nîşana mêyîniya hejmarê ye û bingehê qalibê “hejmar-ê mehê” bi îhtîmaleka mezin “roja hejmar-ê ji mehê”; anku roja sêyê ji gulanê, roja bîstûyekê ji adarê û hwd., bûye.

Pirtik

Paşpirtika ku di kurmanciyê de nîne û di behdîniyê de gelek çalak e “-anê” ye. Ev pirtik navên yarî û lîstikan ji navdêran saz dike; bo nimûne,

tepanê (ji tepe “gok” û -anê), hêkanê, damanê, gustîlanê, perkanê (lîstika kaxezan), boksanê, matanê, qoçanê, mistanê, armancanê, tîranê, kêlanê, berşûtikanê, çolanê, biranê (birranê) û gelekên dî.Navê wê prosesa zewicandinê ya ku pê du malbat kiçên xwe bê nefeqe li hevûdu diguhorin û her keçek ji wan dibe bûka malbata dî li Behdînan “pêkguhorkanê” ye. Tevî ku ev peyv bi “-anê”-yê diqede, proses bi xwe cidî ye û di rewşên aloz de malwêranî jî jê çê dibe. Heger ev ne lîstikeka wextderbazkirinê be jî, ew “canbaziyeka civakî” ye.

Di vî babetê pirtikan de, pêwîst e mirov behsa paşpirtika “-ik”-ê û karên wê di behdîniyê de bike. Em dizanin wezîfeya serekî ya vê pirtikê “biçûkkirin” e. Bo nimûne, “darik” darê biçûk e, “dîwarik” dîwarê biçûk e û hwd. Lê, ew di behdîniyê de karê dî jî dike. Ew jî “navdêrkirina” peyvan e. Bo nimûne, “balîfk” dikare mezin û dikare biçûk jî be. “-(i)k”-a ku li dawiya peyvê ye wezîfeya biçûkkirinê nake. Ew bi tenê nîşan dide ku ev peyv “navdêr” e. Vêca, peyvên “kurik”, “kiçik”, “mêrik”, “jinik”, “sênîk”, “nivînk”, “kevçik”, “serhevîrk” û hwd. ne biçûkkirî ne. Gelek giring e mirov bizane ku îdîayên li jor yên girêdayî wezîfeyên “-ik”-ê di kurmancî û behdîniyê de ne qaîdeyên mitleq in û dikarin li herdu aliyan bên dîtin.

Hevoksazî

Mebest ji “hevoksaziyê” çawaniya rêzkirina parçeyên axiftinê û girêdan û peywendiyên navbera wan de ye. Li van herdu hevokan temaşe bike:

behdînî: Şivanan hespek dît
kurmancî: Şivanan hespek dîtin

Peyiva ku van hevokan ji hev cihê dike lêkera “dîtin” e. Di hevoka behdînî de, “dît” diyar dike ku dem dema borî ye û kesê yan tiştê bi kiryara “dîtinê” ve elaqedar yekhejmar e û kesê sêyê (anku, ne ez û ne tu lê ew) e. Vê lêkerê girêdan bi peyva “hespek” ve heye ji ber ku “hespek” hem yekhejmar û hem jî “kesê?” sêyê ye. Di hevoka kurmancî de, “dîtin” xuya dike ku dem dema borî ye û kesê yan tiştê bi kiryara “dîtinê” ve peywendîdar pirhejmar e û kesê sêyê (anku, ne em û ne hûn lê ew) e. Vêca, girêdana vê lêkerê bi peyiva “şivanan” ve ye çunkî “şivanan” pirhejmar e û kesê sêyê ye.

Heger em peyiva “şivanan” bi subjekta hevokê, peyiva “hespek” bi objekta hevokê û peyiva “dît” yan “dîtin” bi lêkera hevokê bi nav bikin, hîngê em dişên peywendiya lêkerê bi parçeyên dî yên hevokê ve bi awayekê zelaltir bidin nas kirin. Di behdîniyê de, lêkera transitîv ya di dema borî de hemî gavan taybetmendiyên objekta hevokê nîşan dide; lê, di kurmanciyê de, heman lêker di eynî demê de piraniya caran sîmayên subjekta hevokê dinimîne. Awayê behdînî biîstîqrar û bêawrte ye; lê, awayê kurmncî xwedî awarte ye. Tu dikarî zaniyariyên zêdetir li ser vê meseleyê di nivîsara min “Ergatîvî mohra kurmanciyê ye” (www.nefel.com) de peyda bikî.

Ferqeka hevoksazî ya dî di navbera behdînî û kurmanciyê de derbirîna milkiyetê ye. Li van hevokan mêze bike:

behdînî: Min sê qelem hebûn
kurmancî: Sê qelemên min hebûn

Heger em dîsan termên “subjekt (S)”, “objekt (O)” û “lêker (L)” li vê derê jî bi kar bînin, hîngê parçeyên hevokên han dê bi vî awayî bên nav kirin:

behdînî: Min (S) sê qelem (O) hebûn (L)
kurmancî: Sê qelemên min (S) hebûn (L)

Wek tu jî dibînî, cidahî li vê derê ew e ku lêkera “hebûn”-ê – yan “heyîn”-ê – di behdîniyê de transitîv e lê di kurmanciyê de netransitîv e. Hinek nimûneyên dî:

behdînî:   Me mêhvan (y)êt heyîn
               Te şolek heye?
               Wan xanî nîne

kurmancî: Mêvanên me hene
                 Karekî te heye?
                 Xaniyê wan nîne/tune ye

Hêjayî gotinê ye ku ev lêkera “hebûn”-ê di behdîniyê de hem di dema borî û hem jî ya niho de bi objekta hevokê ve girêdayî ye. Bi gelemperî, lêkera kurmancî ya transitîv bi tenê di dema borî de xwe bi objekta hevokê ve girê dide.

Têbînî: Ev nivîsar beş bi beş berê di Nefelê de belav bûye.


--------------------------------------------------------
Newzad Hirorî  - newzad@kulturname.com
Weşandin:    2008-10-13   8,364 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------