Ingmar Karlsson, Kurdistan
»Ingmar Karlsson, Kurdistan
»Kurdistan – welatê ku nîne« kitêba konsolosê Swêdê yê Stenbolê Ingmar Karlssonî di van dawiyan de bi zimanê swêdî derket. Ew hem di nav swêdiyan û hem di nav kurdên Swêdê de bû babetê minaqeşeyê. Gelek kurdan tingijîn û dilnerehetiya xwe ji dîtinên Ingmarî, çi bi nivîskî û çi bi rêya semîneran nîşan da. Hinek jî heta hedekî acizbûne ku wan Ingmar Karlssonê swêdî ji ber naveroka kitêba wî û dîtinên wî yên di derheqê paşeroja Kurdistanê de tê de bi alîgirê dewleta Tirkiyeyê bi nav kir.

Birêveberê giştî yê malpera Nefelê Arif Zêrevan di vê meseleyê de xudan dîtineka din e. Ew di nivîsa xwe ya duhî de (Ingmar Karlssonî bi kitêba xwe »Kurdistanê« pê li birîna me kir) ya di Nefelê de belavbûyî weha dinivîse:

Ingmar Karlssonî bi kitêba xwe »Kurdistanê« pê li birîna me kir

Ingmar Kalsson konsolosê Swêdê yê Stenbolê ye û di dawiya vê salê de dê teqawid bibe. Berî ko ew xatira xwe ji Stenbolê û dostên xwe yên kurd bixwaze wî kitêbeka xweser li ser Kurdistanê nivîsî û pê li birîna kurdan ya nebûna taqeta avakirina “Kurdistana mezin” kir.

Ingmar Karlsson di kitêba xwe »Kurdistan – landet som icke är« (Kurdistan – welatê ko nîne) de dibêje kurd hemî xwe wekî kurd dibînin yanî nasnameyeka kurdan ya hevbeş heye û dibêje cografyaya Kurdistanê jî herçend di nêvbera çar welatan de parçekirî jî be liserhev e û yekgirtî ye, yanî welatekê mişterek yê kurdan heye û ew jî Kurdistan e û lewra jî wî navê kitêba xwe kiriye KURDISTAN.

Lê belê Ingmar Karlsson di destpêka kitêba xwe de xwe dispêre feylesofê kurd Ehmedê Xanî û dibêje rêberekê kurd yê ko hemî kurdan li dor xwe bicivîne heta niho derneketiye û ji ber hindê jî kurdan nekarîne welatê xwe hemiyê liserhev îdare bikin û ji destê împeretoriya osmanî û sefewiyan û paşê jî ji destê tirk, ereb û farisan derxin.

Ingmar Karlsson di destpêka kitêba xwe xwe de bi giştî behsa Kurdistanê, miletê kurd û kultur û zimanê kurdî dike û paşê jî li gor Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê tesnîfekê dike û behsa têkoşîna kurdan ya ji bo mafên xwe dike. Di beşa Tirkiyeyê de bi dirêjî behsa dîroka PKK-ê û serûbinbûnên di siyaseta wê de û “megalomaniya” rêberê wê Abdullah Ocalanî dike.

Di beşa Iraqê de jî Ingmar Karlsson behsa dîroka têkoşîna kurdan û avabûna dewleta federal ya Kurdistanê ya îro dike û di dawiya kitêba xwe de ji Tirkiyeyê re pêşniyar dike ko dewleteka federal yan serbixwe ya kurdî li başûrê Kurdistanê qebûl bike. Ingmar Karlsson dibêje dewleteka kurdî, çi federal be û çi serbixwe be, dê arîkariya îstiqrarbûna bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bike û lewra divêt Tirkiye xwe ji wê netirsîne.

Di dawiya kitêba xwe de Ingmar Karlsson behsa “utopiya” Kurdistana mezin dike û dibêje Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye rênadin avabûna dewleteka wisa û dibêje kurd bi xwe jî di nêvbera xwe de nikarin li hev bikin û heger Kurdistana mezin çêbe jî dê hertim şer û nakokî di nêvbera wan de hebe.

Ingmar Karlsson wekî nimûne ji bo nakokiyên nêvxweyî yên kurdên parçeyên cida behsa petrola başûrê Kurdistanê û dewlemendiya kurdên başûr dike û dibêje çar-pênc milyon kurdên başûr naxwazin ko dewlemendiya xwe bi 15 milyon kurdên bakur re parve bikin.

Li kolaneyên Stockholmê û li vêderê û dera he mirov dibihîse ko hinek kurdên Swêdê rexneyên dijwar li Ingmar Karlssonî digirin û wî bi »nokeriya Tirkiyeyê« tawanbar dikin û dibêjin çima Ingmar Karlsson tezên kurdan naparêze.

Carekê divêt mirov ji destpêkê ve qebûl bike ko Ingmar Karlsson swêdî ye û ne kurd e. Ingmar Karlsson ne mecbûr e ko tezên kurdan biparêze lê belê ji hemî kitêba wî û ji têkiliyên wî yên şexsî digel kurdan pir aşkera ye ko Ingmar Karlsson mirovekê dilxwazê kurdan e û xêra kurdan dixwaze.

Ingmar Karlsson di dawiya kitêba xwe de dibêje herçend kurd îro nekarin Kurdistana mezin ava bikin jî li ber kurdan gelek dergehên nû vebûne ko rêdidin kurdan kultur û ansnameya xwe ya neteweyî bi pêş de bibin. Di vê dema globalîzasyonê, komunîksayona nû û Internetê de hêdî tirk, ereb û faris nikarin kurdan ji meydanê rakin.

Ingmar Karlsson dibêje Tirkiye jî dê mecbûr bibe ko dest ji “yeknasnametiya” xwe berde û hêdî “dewleta neteweyî” ne ji tirkan tenê pêk têt. Heger kurd xwedîtiyê li nasnameya xwe bikin nifûsa kurdan li Stenbolê ji ya tirkan zêdetir e û Tirkiye hemî rojekê dikare bikeve destê kurdan de.

Lewra jî Ingmar Karlsson gotineka pêşiyên kurdan tîne bîra me û dibêje: »Heger Xwedê dergehekî bigire hezar dergehên nû vedike.«

Dema qetlîaman û tinekirina miletê kurd derbas bû. Dema tirsa ji tirk, ereb û farisan derbas bû. Niho dem dema avakirina nasnameya neteweyî, dema pêşdebirina kultur û zimanê kurdî, dema xurtkirina têkiliyên di nêvbera kurdên hemî parçeyan de ye û îmkanên me ji bo wê hene.


--------------------------------------------------------
Arif Zêrevan  - zerevan@nefel.com
Weşandin:    2008-09-18   6,675 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------