Hesenê Metê
»Hesenê Metê
»Hesenê Metê ji stiran û sazê ber bi gupîtka edebiyatê«

Xaniyê Elmasxanê li Bexdayê di nîva yekê ji sedsala borî de bûbû mala hunermned û rewşenbîrên kurd yên li Bexdayê diman yan jî yên bi mêvanî û bo karûbarên xwe diçûn wê derê. Van hunermendan li mala wê hevûdu û huner û xebata hevûdu nas dikir û di wê xurbetê de şevên xwe yên kurdewariyê çê dikirin û hinek jî di xaniyê wê de dihatin hewandin.

Herçend e Hesenê Metê xaniyekê ew qas mezin mîna yê Elmasxanê nîne, lê di wî xaniyê wî yê yekodeyî de li başûrê Stockholmê wek Hesenê Metê wê derê bi navê Sibiryayê bi nav dike, gelek hevdîtinên nivîskarên kurd û sohbetên wan çêbûne û çê dibin. Ew odeya wî gelek şev û mêzgerdên li ser babetên cur bi cur û nivîskarên cihê cihê hembêz kirine û gelek dost û nivîskarên rêving di nav xwe de mêvan kirine û hewandine.

Zivistana îsal ya Swêdê gelek dijwar, pir befrîn û dirêj bû û di êvara roja 5/2 2010ê de ez li gel Hesenê Metê di yekê ji wan rûniştinên rengîn û zengîn de bûm. Hesenê Metê di wê odeya xwe ya ji pirtûkan mişt de diaxift û te digot qey ew û ew hemî pirtûk ji zardevê hevûdu diaxivin. Ew di ber axiftina xwe de carna, ji ber wê maseya wî ji xwarin û vexwarinê dagirtibû, radibû ser pêyan û eynika xwe rast dikir û ji pencereya wê odeya xwe ya li qatê yekê, berê xwe dida baxçeyê li ber deriyê malê yê ku di nava tarî û befrê de raketibû û bêdengiyê werpêçabû. Te digot qey ew di nav wî dîmenê wî baxçeyê de yê tarî û berfê dagirtûbû, di serhatiya jiyana xwe de, li tîroşkên ronahiyê digeriya.

Şev, berf û ronahî
»Şev, berf û ronahî

Wî destê xwe yê rastê bi ser simbêlên xwe re bir û behsa Hesenê Metê yê biçûk kir demê meta wî bi navê »Hesenê Metê« bang dikirê û çawa wî ji bo bîranîna meta xwe ya dilovan ew nav di nivîskariyê de ji xwe re hilbijart. Wî serhatiya wî Hesenê xort vegêra demê li Mêrsinê bû û ka çawa ew carekê çû ser depê sehneyê û wî li hember gelek xelkê amade û stiranbêjên navdar, bi dengê xwe stiranên wan gotin û li sazê xist. Wî bi şewq û heyecan qala wê serhatiya xwe dikir. Hesenê Metê yê ku rojekê ji mala xwe û ji bo kirîna şîrî ji mal derket û li şûna ku bi şîrî re vegere malê, wî ji pêxemeta azadiya xelk û welatê xwe berê xwe da çiya û bû pêşmerge. Sefera wî ya dirêj ji bakûrê ber bi başûrê, ji rojhilatê ber bi rojavayê Kurdistanê û heta li Swêdê gehiştî malbata xwe vekêşa. Seferek ji stiran û sazê ber bi şanoyê, ji werger û kurteçîrokê ber bi çîrokên dirêj û romanê. Mam Celal û xanima wî Hêro û gelek kesayetiyên din ku niha di nav kurdan de xwedî rol in, di rojekê de mêvanên çiya û wê şanoya wî bûn. Min û Hesenê Metê wê êvarê û wê şevê behsa gelek babet û gelek tiştan û gelek berheman kir û ez hinekê ji wê sohbetê jî li vê derê ji we re berçav dikim, heta demekê dî û sohbeteka dî:  

Sidqî Hirorî: Te berî demekî behsa ronama xwe ya nû bo min û hinek kesên dî kir. Te ev roman berî çend mehan nivîsiye û hindî ji wê sohbeta te ya li ser wê maye li bîra min ew e ku ew qala helbestvanekî û naveroka helbesta wî dike.  Qehremanê çîroka te yê helbestvan wê helbesta xwe di rojnameyekê de belav dike û ew helbest dibe cihê nerazîbûna dîndaran û wê derd û bela anîn serê wî helbestvanî û rojnameya ew belav kirî jî hat şewitandin. Gelo hizra nivîsandina çîrokekê li ser vî babetî ji kû derket serê te, te ew hema ji cem xwe çê kir yan tiştekî di rastiya jiyanê de îlhama nivîsandina wê da te?

Hesenê Metê: Tu dizanî ev wek îlhamekê, wek çirûskekê bi serê min re çê bû. Me li sala 2005-ê li Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê xortek dît û Mueyed Teyibî behsa wî xortî kir. Lê bi her hal,  piştî ewqas wextî, ew 2005 bû û niha 2010 e. Lê wextekê dirêj e min dest bi wî tiştî kir, min ji xwe re hinek tişt dest pê kirin, nîvek beşa novelê ji wê derê dest pê dike û nîvek li vê derê li Swêdê. Ew wek pirensîp qetiyaye lê hîna jî hinek tişt ne li gor dilê min bûn. Tiştê balkêş ew xebera van rojan li başûr qewimî ez ji aliyekî ve pê keyfxweş bûm û ji aliyekî ve jî tirsiyam û nerehet bûm.

Sidqî Hirorî: Tu qala helbesta Hoşeng Şêx Mihemedî dikî ya ku di 15/1 2010ê de di hejmara 102yê ya rojnameya Çavdêrê de belavbûyî û bûye egera girtinna helbestvanî û sernivîskarê rojnameyê! Ma gelo peywendiyeka qehermanê çîroka te û vê ya li başûrî bi serê wî helbestanî û wê rojnameyê hatî heye, ma te di xeyala xwe de dizanî ku dê tiştekê weha biqewime? Ev çawa bû, te tiştek di serê xwe de çê kir û ew berî demekî nivîsandiye û piştî wê ew tişt di rastiyê de diqewime. Neku xeyalên te dibin rastî, yan jî nivîskariya rastîn ev e ku wan tiştan bibîne yên ku dê biqewimin!

Hesenê Metê
»Hesenê Metê

Hesenê Metê: Her ew bû demê min ew xeber xwend min bawer nekir ku ev dikare tiştekê rast be, ji ber ku ez dikevim şikê ku êdî fantaziyên min jî tiştên rast in. Wek pirensîp ev novela dirêj timam bû, lê tenê ew beş, bi min wisa, mîna li ser lingekî dimma û hîn baş rûneniştibû. Ew jî ji xisûsiyetên min e, heta ku ez ewle nebim ku ew tiştê ez dibêjim ne dûrî aqilan e, ez belav nakim. Di wê beşê de qehremanê min helbestekê ji ber tiştekî dinivîsîne,  ji ber evîna xwe dinivîsîne û diweşîne û ji ber wê helbesta wî di mizgeftan de, li ser mînberan behis tê kirin û heta dihavêjinê ser avahiya rojnameyê û ev hemî li başûrê welatî di fantaziya min de dibe.

Ev fantazî bû û min ji xwe re çê kiribû. Tu dizanî di edebiyatê de hertim rê heye ku mirov fantaziyan çê bikin lê ew fantazî çiqas nêzîkî aqilan bin, ne dûrî aqilan bin, tu ewqas rasyonal î, ewqas nêzîkî xwendevanan î û li çav wan tu hertim însanekê ku kilamên te, tiştê te nivîsandiye, gotinên te nêzîkî xwendevanan dibin, germiyekê çê dikin, baweriyekê li cem xwendevanan çê dikin. Ez vê bi tenê ji bo nivîskarekî behis dikim. Lê tenê ew beşa di wê novela min ya dirêj de bi min hê baş rûneniştibû, lê piştî min ew xeber xwend, ji aliyekî keyfa min hat ku min qehremanê xwe di rastiya jiyanê de dît û ji alieyekî ve jî tirsiyam ku hemû hunermend xwediyên hisên Nostradamos in. Ya sêyê jî pîçek xemgîn bûm û belkî jî baştir e ev babet bête minaqeşe kirin. Yanî niha em kurd çi carî hînî zordestiyê nebûne û em hertim di bindestiyê de bûm, lê em çi carî fêrî wî tiştî nebûne, me hertim îsyan kir, em li hemberî wan rabûn û me şer kir. Lê li wî erdê ku herkesî dipa, qesda min me wek kurd, navek wek yê Kurdistanê, hikûmetek, îdareyek wek ya Kurdistanê, hertiştê ku têt bîra te ji bo îdareya erdekî û qanûnan dixwest. Ya din jî ku min bihîst ku bi navê qanûnê ev helbestvanê dişibe qehremanê min hat girtin û ev tişt li erdê muqedes yê me çê dibe, ez piçek pê êşiyam. Min ji ber vê kêfxweşî û êşa xwe… telefona Mueyed Teyibî kir, min jê daxwaz kir ku haya wî ji rewşa qehremanê min û xwe Hoşengî hebe… Min pê da zanîn ku ew bi xwe jî lê bixebite ku Hoşeng tûşî êş û nexweşiyan nebe. Ez nizanim proses çawa meşiya, lê Hoşeng hat berdan û ew bû sedemê kêfxweşiya min ku ez careke din ji Mueyed Teyibî re telefonê bikim ku ez bi berdana Hoşengî kêfxweş bûme. Dûre, min ji Hoşengî re jî e-mailek şand û ev hemî tişt jê re bahs kirin. Wî jî xweşhaliya xwe ji bo min diyar kir û got: »Bira hêvîdar im novela te bibînim û bixwînim… dest xoş bo fantazi û nivîsînê… her serkeftî bit.«

Sidqî Hirorî: Niha normal e, di ciyê xwe de ye ku kesek gazindeyeka xwe li ser yekê ku zimandirêjî di derheqê wî de kirye yan tadarî lê kiriye, yan ew bi gotinan yan bi wênekirinan biçûk xistiye bibe dadgehekê, lê xerîb e ku dezgehekê hikûmî mîna birêvebriya ewqafa û karûbarên ayînî, di pirseke weha de gaznideyê bide dadgehê. Ew dezgeh jî gazindeya xwe ji ber bêhurmetkirina sembolên îslamê dide dadgehê  û paşî axiftinkerek bi navê dezgehî diyar dike ku wan ev gazinde da dadgehê ji bo ku ew pê mela û xetîbên rojên îniyan bêdeng bikin. Gelo ma dibe kesek ji bo dilxweşkirina kesekê din yan hinek kesan bêt girtin yan aliyek ji bo nerimkirin û dilxweşkirina hinekan yekî bide dadgehê yan bide girtin! Ez li vir diprisim ka gelo reftareka weha ji dezgehekê girêdayî wezareteka hikûmetekê qanûnê lawaz nake û kes û aliyên dijwar di nav dîndaran de dijwartir nake! Ma çima ew Mela yan xetîbê roja îniyê li ciyê binavkirina xelkê li ser mînberan wek hevwelatiyekî mafê xwe bi kar naîne û gazindeya xwe nabe polîs û dadgehê û bila qanûn di pirsgirêkên weha de bibe biryarder? Weha qanûn dibe serdest û biryarder û rê li tevlihevî û kausê têt girtin! Yanî divêt qanûn bi eynî çavî li hemî hevwelatiyan û di nav wan de mela û xetîban jî binêre.

Hesenê Metê: Bê guman welê ye. Di îdareyên sekuler yên serbixwe de divê ew girêdayî hinek aliyan yan hukmên din; wek yên eşîrî, dînî yan em bêjin yên mafyayî nebin. Hinek dewlet hene hinek caran tûşî problemkê bûne ku mafya li hember wan derketine û mafya jî bi qasî wê dewletê bi hêz bûye, lê wê dewletê ya em behs dikin ku sekuler e û xwediyê hukmekî ye, çi caran serê xwe li hember wan danexistiye û gotiye wan; vaye îdare û qanûna me.

Meseleyên dînî ji bo min muqedes in. Dîndarê me, bawermendê me, seyda û melayê me li ser çavên me, lê divêt seyda û dîndar û melayên me dest li hukmê îdarî nedin û wan nexin di rewşeke teng de. Hukmê îdarî ji xwe heye û gazindeke te heye tu wek şexsekî biçî û bibêjî wille vî şaîrî yan hunermendî wêneyek çê kiriye û navê min dide û dibêje ku filan kes kûr e, ev çênabe, wî çaxî tu diçî gazindeya xwe dibî polîsî, dadgehê û ev normal e. Lê ku tu wek mela, wek dîndarekî rabûyî û te got ev kesê resam yan muzisyen zimandirêjî li pîroziyên me kiriye û tu diçî dadgehê û dadgeh jî tiştekê ne maqûl dibêje fena ku ew vî kesî digirin bo ku melayên me dilxweş û nerim bikin. Ev bi xwe dê problemekê li ser probleman zêde bike û çi çareser nake û xerabtir dike. Ev melayê me ku îro destdirêjiya qanûnê bike, sibe dikare destdirêjiya îdarê bike ku îdarê jî bidî dest wan, ew dê ji welatekî ji Efxanistana berê ya Talebanan yan ji Îrana niho çêtir nebe.  Niha îdama çend xortan li Îranê dane û wek îranî dibêjin Axonde dibêjin sebeb ew e ku ew kes li hemberî xudê derketine. Niha welatekê wesa bi me kurdan dernakeve. Mirov wek kurdekî hez dike îdareya me ji ya xelkê wan welatan cudatir be, ku ez bibim yekî fena wan, welatekê weha pêwîst nake.

Ez wî dîndarê me fahim dikim, melayê me fahim dikim, seydayê me fahim dikim. Ez naxwazim şîretan li wan kesan bikim, ew melayên me û seydayên me ne, lê tenê mirov divê bizanibe ku bawermendî tiştekî şexsî ye û ev gotina min bo hunermendekî, bo şaîrekî jî weha ye. Heta ku ji destê mirovan tê divê mirov destdirêjiya mafê kesekî dî neke. Lê tiştê vî camêrî, Hoşengî kiriye neku destdirêjiyeke kesekî ye ku mirov wî bidin mehkemeyan û mehkeme jî di derheqa wî de biryarekê bidin û wî bidin girtin yan siza dan.

Sidqî Hirorî: Me berî niha berê xwe dida videoklîpekê, tê de dengbêjekê kal li mizgeftekê li Diyarbekirê stiranna Têlî dibêje û di wê videoklîpê de folklor, jin, mizgeft tevî hevbûne û wêneyekê ruhî yê ciwan jê hat berçavên min. Dengbêjî herçend di sehneya mizgeftê de ew stiranan xwe digot lê wî ew peyvên behsê laşê jinê, sîng û berê wê, maçên wê ji nav stirana xwe neavêtin, wî hunera xwe sansûr nekir û hertişt wek heyî got û ev wek ji her kesî re normal bû. Xwe helbestanên me yên klasîk yên ne gelek kevin yên mîna Ehmedê Nalbend û Şêx Rezayê Talebanî çi nehişt ku di helbestên xwe de bi nav nekir û çi helbestên wan nehatin qedexe kirin. Erê gelo hesteka weha bi mirovî re çênabe ku li gel ku em di wextî de gelek li pêş in lê em di warê azadiya peyvê de gavan ber bi paş de dihavêjin û vê dunyaya pir berfereh li xwe berteng dikin û hêj taboyan li ser yên heyîn zêde dikin!

Hesenê Metê: Niha li ser bawermendiya îslamî qenaetek min heye lê ez naxwazim behis bikim. Mumkin e ew seyda û melayên di xwe de heqekî dibînin ku heta destdirêjiyê li ser îdareya xwe jî bikin, bi wê dîtinê ne ku ya wan îslama rast e û dibe ku ew îslama rast be û îro hinek welat hene ku bi şerîetê tên bi rêve birin. Lê ev li erdê me yê muqedes ku heta niha me erdek, polîsek, îdareyek, alayek kurdî nedîtibû! Ji bo min ew erd û îdare û tev tiştê wî muqedes in û naxwazim çi destdirêjî li ser bên kirin. Ez ji aliykê din ve wî melayî, wî seydayî jî fahim dikim, ku gazinên wî, nerehetiyên wî çêbûbe û his kiribe ku destdirêjî li pîroziyên wî çêbûbe, lê bi mana xwe ya fireh ku mirov piçekî lê bifikire ew jî tiştekî relatîv e. Yanî pîrozî çi ye, eger tu li yekî êzidî bifikirî, bo wî pîrozî ew e ku tu navê cenabê şeytanî bi nav nekî û gotinên nebaş di derheqa wî de nebêjî. Ev tişt herroj di mizgeftan de, di wextê nivêjan de li Kurdistanê û cihên din têt behis kirin ku şeytan tiştekî nebaş e û kes nafikire ku hinek kesên me hene pê diêşin. Baş e em çawa dikarin biçin mehkemeyê û wan hemî mizgeft û kesan bidin mehkemeyê. Niha mehkemeya Kurdistanê têra her tiştî nake, ew tenê têra wî tiştî dike ku mafê şexsî yê prîvat biparêze. Ev tiştê ku wî seydayî kiriye li ser vî şaîrê me yê ku dişibe qehremanê min, ew e ku behis dike û dibêje ziman dirêjiyeke li hember pîroziyên cenabê xudê yan minareya îslamî ye. Ez dibêjim divê qanûn ew qas nerim nebe ku li ser wî tiştî xortekê kurd bi qanûnan, îca bi kevne qanûnên berê bê girtin yan mehkeme kirin.

Sidqî Hirorî: Niha eger yekê êzidî çû dadgehekê û nivîskarek yan helbestvanek yan resamek bi wê sûcdar kir ku wî Şeytan, yan semboleka êzidiyan ya ayînî bi xerabî bi nav û berçav kiriye, dê dadgeh çi bike! Gelo dê birêveberiya ewqafan û karûbarên ayînî, ku divêt bi eynî çavê li hemî ayînên Kurdistanê binêre û ferq û cudahiyê neke, xwe di vê de bike alî yan dê xwe li qurnetekê bêdeng bike! Ez hêvî dikim em weha li yekûdu bi hêcet nebin û esmanê azadiyan li xwe û hevûdu teng nekin û nekevin qirika yekûdu. Xwe ji zanyariyên gehiştine min rojnameya ew helbest weşandî jî hatiye siza dan û ew aliyê wê rojnameyê derdixe soz daye ku ew ji ber belavkirina wê ya wê helbestê bo demekî bêt rawestandin û paşî stafê wê jî bêt guhortin. Ez hêvî dikim ev helbestvan û ev rojname nebûne qurbaniyên ragirtina desthilatê bi rêya dilxweşkirina hinek aliyan û qurbaniyên van hilbijartinên ku li Îraq û Kurdistanê çê dibin! Gelo ew çi sinor in di navebra azadiya hizrikirina serbest ya navxweyî û ya bilind de? Erê gelo divê demê mirov dinivîse haya wî yan wê ji xwe hebe ka ew çi peyvan bi kar tîne, gelo ew sinor pêwîst in, gelo ew sinor bi xerabî kar li ser naverok û ciwaniya berhemê nakin.

Hesenê Metê: Niha Galileoyî got »dunya girovir e« û hat mehkeme kirin û bû sebebê serêşa mirina xwe di mala xwe de. Ev ji aliyê zanistî ve wî camêrî dizanibû ku çê nedibû mirov di wî wextî de bibêje ku dunya girovir e. Ew ji aliyê zanist û hunerê ve, lê min behsa fantaziyekê kir û ez di tiştekî de fikirîm ku ne dûrî aqilan e û min tiştek di serê xwe de çê kir neku dûrî aqilan bû û weha jî derket. Ma nê hunermend jî her ew tişt e. Ez bawer im ku hunermend be û bawerî bi gotina wî were, ku nivîskar be û baweriya wî bi melodiya wî hebe, ku muzîsyen be û baweriya wî bi melodiya wî were, ku resam be û baweriya wî bi firça wî were, divê ew tu carî ne hukmekî ne sinorekî li ber xwe nehêle. Ji xwe ku ew li ber xwe bihêle ku sinorekê li ber xwe dabine, ew tê wê  manê ku heta derekê ew dê tiştekî ne real, ne rasyonel çê bike. Ji bo wî jî ew ezab e. Tenê ew di nêv tiştekî civakî de, ji aliyê etîkî ve, ne giştî lê prîvat çê dibe. Ku ez behsda figurekî bikim yan ez figurekî çê kim, wek resamekî, em bibêjin tu resmê Bushî yan jî yekî pir bi navûdeng çê bikî û tiştekî nexweş lê bikî û navê wî jî lê bikî û wî bê biha dikî, ew dibe pîvana şexsî û divê hunermend sinoran li wir dabinin.

Lê li vir bûyerek heye, baweriyek heye, baweriyek îslamî heye, dîn yê min e jî, mizgeft û minare ya min e jî, xwedê yê min jî ye, ev yên her kesî ne, ne bes yên melayî ne, ev yên herkesî ne, peywendiyên min bi xudayê min, bi pêxemberê min, bi mesleyên min yên dînî, yên rûhî re hene. Çênabe mirov li wê derê sinorekî ji bo xwe deyne ku mela ji min re bibêje çênabe tu bi vî awayî re dansûtandinên xwe bi xudê bikî. Li Helacê Mansûr bifikire wextê wî gotî: Ena Elheq. Wî ev ji bawrermendiya xwe û baweriya xwe bi xudê û dînî got û wî çi sinor nedana ber xwe. Lê ew jî bû sebeba ku ew hat serê wî. Ku te bawerî kir mefhûmek di navbera însan û xudê de, xudê çi cara êciz nabe ka mirov çi dibêjeyê, di dawiyê de wî em xuliqandine.

Sidqî Hirorî: Eger em wek dîndarekî, bawermendekî fikir bikin ku xudê em dane, wî çaxî divêt ew xudê gelek hez ji me bike û ew ne nebes dê li dijî wê be ku em xirabiyan bikin lê dê li dijî wê be ku xirabî jî li me bêt kirin. Demê ew behsa hindê dikin ku helbestvanî sembol bê hurmet kirine ji ber ku wî sembolên îslamnê û beşên laşê mirovî dane berhev û weha wî bi endamên laşê mirovî sembolên îslamê yên wek minareyê bêqîmet kirine. Niha mirovê dîndar û bawermend di wê baweriyê de ye ku tiştê herî pêşîn yên ku xudê bi xwe dane û xuliqandine mirov û beşên laşê wî ne û paşî mirovan minare çê kirine. Erê gelo çawa kesekê bawermend, dîndar yan melayek dikare xwe bisteh bike û tiştê xwe yê ku wî wek mirov çê kiriye bi ser yê ku xudê çê kiriye pîroztir bibîne! Çawa ji xudê natirse û dibêje ku minareya ku mirovî çê kiriye bi qîmetir e ji tiştê ku xwedî çê kirî ku ew jî mirov bi xwe û endamên laşê wî ne! Bûyera vî helbestvanî pirsên weha di serê min de çê kirin û ez xistim di gumanekê û raşilqênekê de.

Hesenê Metê: Ez dibêjim ev nayê dîtin, ya giring ew e ev bêt minaqeşe kirin, belkî ev gotina te jî gunehkarî be û belkî eger tu li eynî cihî bûya tu jî wê biahtibûya girtin û dadgeh kirin.

Sidqî Hirorî: Min “gotinên gunehkar” du caran û baş xwend û min di wê çîroka te ya dirêj de dît ku tu gelek dîtinên xwe, gotinên xwe, nerehetiyên xwe yên hizrî û nefsî bi zimankê gelek kubarî, xweşik û bi edeb bi rêya qehremanên xwe dibêjî, lê hemcara ew bûye cihê rexneyên hinek dîndaran. Ez hest pê nakim ku te çi bawerî birîndar kiribin û te sembolên hinekan bêhuremt kiribin, lê ew ji gazindeyan bê par nebû! Niha gazinde ku ji çarçoveyê derbirîna bîrûra û lênêrînan dernekev û nebe gef û êriş û bêhurmetkirin, bi dîtina min baş û giring e bêt kirin û baş e her aliyek ya xwe, wek te, bi zimnaekê kubarî gotî, bibêje.

Hesenê Metê: Kubariya tu behs dikî belkî ne ji kubariya min e lê ew belkî ji kubariya edebiyatê ye. Fikir bike ku tu bi zimanekê dûrî aqilan yan jî dûrî civatê yan jî pir bê mana behis bikî, bawer im mirov nikare weha xwendevanên xwe jî serwext bike ku mirov tiştekê nêzîkî aqilan bibêje, ew dê tiştekê din yê dûr be. Wek min got ew ne ji ber wê ye ku min bi awayekî kubar gotine, lê ew ji ber kubariya edebiyatê ye ku divêt ew bi zimenkî edebî, bi rastî jî ne dûrî aqilan be û bi awayekî bi marîfet ku tu xwendevanî dûrî xwe nekî bêt gotin. Ku tu tabloyeka weha çê bikî ku mirov jê veciniqe, kesek jî dê nêzîkî wê tabloyê nebe û lê temaşe neke. Gotin jî wisa ye. Lê ew ne ji ber sinoran e, sinor li wê derê tune ne, ew tiştê ez lê fikirîm ji ber marîfeta edebî ye û ji ber kubariya edebiyatê ye.

Sidqî Hirorî: Erê kekê Hesen em dê li dawiyê bikarin navê çîroka te ya wek tu bi novelê nav dikî, û ya ez hêvî dikim ku dê di van nêzîkan de bigehe çapê û derkeve bizanin?

Hesenê Metê: Navê vê berhema min ya ku serhatiya qehremanê wê hinek dişibihe ya vî helbestvanê me yê li başûr »Li DÊRÊ« ye.


--------------------------------------------------------
Sidqî Hirorî  - sidqi@kulturname.com
Weşandin:    2010-02-17   3,885 views

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------