kulturnamelogo
»kulturnamelogo
Kulturname wargeha çandeya kurdî ye. Armanc ji zêdekirina Kulturnameyê di nav rojnamevaniya kurdî ya dijîtal de ew e ku ew berhemên xwerû kulturî – edebiyat, ziman û huner – di nav xwe de hembêz bike û xwe ji bo warekê rojnamevaniyê yê taybetî terxan bike.

Kulturname alfabêya Celadet Bedirxanî û rêzimana wî wek bingeh digire û tekstan li gor wan belav dike. Yek ji misyonên herî giring yên Kulturnameyê ew e ku ew bi rêya zimanê babetên xwe û bi rêya jêknêzîkirina devokên kurmancî û îstafedekirinê ji hemû wan devokan bibe kedek li gel kedên din yên hêja ji bo bêtir standardkirina zaravaya kurmancî.

Kulturnameyê di siyaseta xwe ya zimanî de pîvanên xwe di warê rastnivîsandinê de hene. Ew navên zimanan, miletan, wezîfeyan, rojan, mehan, demsalan, cejn û rojên taybetî bi hûrekan dinivîse. Em, bo bêtir zelalkirina vê çendê û pîvanên dî, çend nimûneyan li jêr berçav dikin:
 

Teksta eslî

Sererastkirina Kulturnameyê

Wezareta Rewşenbîrî

wezareta rewşenbîriyê

Sekreterê Giştî

sekreterê giştî

wî gotîye, wan kirîye

wî gotiye, wan kiriye

sitendin, stendin

standin

şikestin, şikênandin

şkestin, şkênandin

hukumet, hikumet

hikûmet

Wî got, em şerî nakin

Wî got: “Em şerî nakin”

 

Wî got: Em şerî nakin

êrîş, şîrove, sîyasî, sîyaset, girîng

êriş, şirove, siyasî, siyaset, giring

Adar, Nîsan, Gulan, …

adar, nîsan, gulan, …

ez Hesen dibînim

ez Hesenî dibînim

Hesen ez dîtim

Hesenî ez dîtim

Ez li mala Hesen bûm

ez li mala Hesenî bûm

deng ji Hesen derneket

deng ji Hesenî derneket

rewşa Hesen

rewşa Hesenî

cîranê gulek da Hesen

cîranê gulek da Hesenî

Nivîskarên Dihokê koverk derxistin

Nivîskarên Dihokê kovarek derxist

yên ku li wir bûn gotin ku…

yên ku li wir bûn got ku…

gundiyan xwe bi lez parastin

gundiyan xwe bi lez parast

ajansan ragîhandin ku…

ajansan ragîhand ku …

beşdarên civînê bal kişandin ser…

beşdarên civînê bal kişand ser…

rêvebir, karkir

rêveber, karker

Weşanxaneya Spêrêzê 3 pirtûkên nû derxistin [1,2, 3, 4, …]

Weşanxaneya Spêrêzê sê pirtûkên nû derxistin [yek, du, sê, çar, …]

xanîyê me

xaniyê me

kurekî hêja, keçeke ciwan

kurekê hêja, keçeka ciwan

 


Kulturname di babet û zimanê wan de senga xwe têxe ser pêgirîkirinê bi etîka rojnamevaniyê. Ew navê çavkaniyên îstîfadejêkirî dest nîşan dike, zimanê lewitandin, nizimkirin û birîndarkirina çi kes û aliyekî bi kar nîane. Ew dê zanyarî û agahiyan bi awayekê objektîv û realîst berçav bike. Kulturname dê hewil bide hindî ji dest wê bihêt bibe forumek bo berhem û dîtinên wan hemiyan yên li gel standardkirina kurmanciyê ne û dixwazin ji devoka devera xwe ya teng bikevin nav kurmanciya berfereh û wê dewlemendtir bikin.             

Kulturname pencereyek e ji bo berhemên kulturî û edebî yên kurdan û biyaniyan yên bi zimanê kurdî. Ew dê hewil bide senga xwe bide ser dewlemendkirina kurdiyê bi berhemên wergerandî jî. Em dê wan nivîsên we yên kulturî yên di çarçoveya etîka rojnamevaniyê de bin bi dilgermî biweşînin û em pir ji dil spasdarên we ne.


--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe  - info@kulturname.com
Weşandin:    2008-09-01   7,229 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------