Saqî
»Saqî

Omer Xeyam

Perdeya şermê rake

Wergerandin: Husein Muhammed

Omer Xeyam (1048 – 1131) û çarînên wî:
Xiyaseddîn Ebulfatih Omer ibn Îbrahîm el-Xeyamî li Nîşeporê, paytexta herêma Xorasanê li 1048 hat dinyayê. Ew bi gelemperî wek Omer Xeyam tê nasîn.Di jiyana xwe de ew jimarnas, stêrnas, fîlozof, bijîşk û şaîr bû. Kêm ji jiyana wî tê zanîn, ji bilî hindê ku ew li Nîşeporê hatiye perwerdekirin û pirraniya jiyana xwe li wir û li Semerqendê jiyaye. Xeyam hevdemiyek Nîzam-ul-Mulkê Tusî bû. Xeyam dikarî bibe karmendek payebilind yê dewletê. Lê wî xwest xwe gorî ilm û zanistê bike. Ew li navendên mezin yên zanist û zanyariyê yên serdema xwe digerriya daku xwe bigihîne ilmên bilind. Xeyam li 1131 wefat kir.

Di gel ku Xeyam wek zanistvanek jêhatî tê nasîn, ew herî zêde bi çarînên xwe navdar e. Edward FitzGerald sala 1839 çarînên Xeyamî bi inglîzî berdestî xwendevanên Rojava kirin. Ji hingê ve hezkirina ji helbestvaniya Xeyamî her diçe zêdetir dibe.

Nêzî 600 çarîn (rubaiyat, quatrain) li ser navê Omer Xeyamî hene. Hin ji wan resen in ango Xeyamî bi xwe ew nivîsîne lê tê bawerkirin ku gelek ji çarînan paşï li ser navê wî hatine vehûnandin. Lêkoler ne hevbîr in ka kîjan ji çarînan bi rastî yên Xeyamî ne û kîjan jî na. Lê ya giring ew e ku hemî malê Xeyamî tên nasîn. Kêm berhemên bijare yên wêjeya cîhanî hindî çarînên Xeyamî li gelek zimanan hatine wergerandin. Xeyam li hemî zimanên mezin yên cîhanê hatiye wergerandin û bi hemiyan jî tê xwendin û jê tê hezkirin.

Xwendevanên kurd jî ji Xeyamî bêpar nemane. Rêzdar Kamiran Bedirxan 35 çarînên wî wergerrandine kurmancî û mamoste Hejar jî tevavek çarînên bi soranî gihandine xwendevanên kurd. Van çarînên min wergerandî diyarî Xeyamî û van herdu xebatkarên jêhatî dikim.

Husein Muhammed, Helsinki 11.06.2004

 

1.

Min morî bi gerdenîka guhdariyê ve neristin,

min gemortika gunehan ji rûyê xwe ranemalî,

lê bi rehma Te bawer im

çiku min Yek nekir du.

 

2.

Dixwazim li meyxaneyê li gel Te pistepistê bikim,

ne li mizgeftê bêyî Te nivêjan bikim.

Tu destpêk û Tu dawiya afirandiyan î û

– min bişewitîne ger bixwazî, yan rehmê bi min bibe.

 

3.

Lomeyan li serxweşan neke,

fêl û fenan bihêle!

Ger jiyanek aram dixwazî,

bi piçekê razî be.

 

4.

Ziyanê negihîne kesî,

agirê xwe bernede xelkê.

Ger jiyana ebedî dixwazî,

serê xwe biêşîne, ne yê xelkê.

 

5.

Belkî sibe qet neyê.

Dilê min yê kul îro şa ke,

yar, meyê li tavheyvê vexwe

– niha dê heyv jî rabore û me nebîne.

 

6.

Wey li dilê li ber agirî naşewite,

yê evîn jana xwe nagihîniyê!

Roja bêevîn bibore

pûç û betal dibore.

 

7.

Îro roja xortaniya min e.

Min mey divê; min şa ke.

Min lome nekin: meya tal xweş e,

ew jî mîna jiyanê tal e.

 

8.

Meyê têke, niha ne dema peyvan e!

Îşev ez ê ji maçên devê te bijîm.

Ji rûyê xwe meya sor bide:

rêya poşmaniya min asê ye.

 

9.

Bayê biharê li pelê gulê,

rûyê yarê li sîbera mêrgê!

Ti roja borî ne xweş e;

ji vê bîskê şa be.

 

10.

Ta kengî ez ê avahî bo pêlên deryayê ava kim?

Ji pûtperêsan kerrixîme.

Kî dibê Xeyam dê biçe Dûjehê?

Ma kî çûye Dûjehê yan Biheşt dîtiye?

 

11.

Mîna av di çemî û ba li deştê,

rojên jiyana min diherrikin.

Jixwe du tişt qet ne xema min bûne:

roja nehatî û roja çûyî.

 

12.

Xeyamê xîvetên hişmendiyê didirûn

ket kuçkê xeman û şewitî.

Meqesên felekê benên jiyanê birrîn

û bazirganê hêviyan ew belaş da.

 

13.

Xeyam, çima bo gunehên xwe digiriyî?

Ma dê xem çi bigihînin te?

Yê gunehan neke, nakeve ber rehmê:

rehm bo gunehan e. Xem bo çi ye?

 

14.

Vê bizane: divê ji bedena xwe veqetî,

di nav perdeya razan ya Yezdanî re bimeşî.

Kêfê bike: nê nizanî ji kû têyî;

meyê vexwe: nê nizanî dê kûve biçî.

 

15.

Dilê min got: “Bêriya hişmendiya esmanî dikim;

min fêr bike ger bikarî.”

Min dest pê kir: “A”, û dilî got: “Bes bêje;

ger Yek di xanî ve be, tîpek bes e!”

 

16.

Kes nikare di nav perdeya razan re bibore,

kes bûyerên bên pêş-nabîne.

Tenê bin-ax warê me ye

– meyê vexwe; ev çîrrok bêdawî ye.

 

17.

Her tişt berê hatiye nivîsîn;

qencî û xirabî êdî ne mereqa Qelemî ne.

Hê ji berî Afirandinê wî hemî nivîsî.

Têkoşîn û xwewestandinên me bêkêr in.

 

18.

Heyama gulan, berava çemî, kinara mêrgê,

du, sê hevyarên esmanî!

Meyê bîne: vexwerên qedeha spêdeyê

ne bendiyên dêr û mizgeftan in!

 

19.

Meyê vexwe; dem pirr e bo paldana di bin axê ve,

bê dost, bê yar, bê hevser.

His be! Razê nebêje:

gula carekê çilmisî êdî napişkive.

 

20.

Meyê vexwe tevî ku xelk ji herderê

hawar dike: “Venexwe, mey dijmina dînî ye!”

Gelo mey dijmina dînî ye?

De baş e! Xwîna dijminî dibe bêt rêtin!

 

21.

Meyê vexwe! Ew jiyana ebedî ye

û biserketin e dijî rojên direvin.

Heyama gulan, mey û hevalên mest:

bi vê kêlîkê şa be. Ev e jiyan.

 

22.

Qencî û xirabî di siriştê mirovî de ne,

bextiyarî û bextreşî di destê felekê de ne.

Wan neke binasên Xwedê: hiş dibêje ku

Xwedê hezarcarî ji te bêçaretir e.

 

23.

Ger tovê evînê di dilê te de hatibe çandin,

ti bîsk betal nabore.

Tê bikoşe, li dildariya Yezdanî bigerre

yan aramiya bedenê bibijêre û qedehê hilde.

 

24.

Cerrikê meyê, maç, mêrg:

ew berdestiyên min in, bila Biheşta te bo te be.

Hin kes li Biheştê hatine bicihkirin, hin jî li Dûjehê,

lê ma ti kes çûye wir yan ji wir hatiye?

 

25.

Ne hatina min ti fêde da dinyayê,

ne çûna min dê nirxê wê zêde ke.

Ti kesî ji min re negotiye

ka çima hatim, çima biçim.

 

26.

Êdî ti ji bextiyariyê nemaye, tenê nav;

tek yara kevn meya nû ye.

Destê xwe dirêjî qedehê bike

hê ku ew jî ji dest te neçûye.

 

27.

Ez ji nemanê natirsim,

bi dilê min e.

Yezdan jiyan bi deyn daye min;

dema gav hat, ez ê lê vegerrînim.

 

28.

Karwanê jiyanê hinda dibe;

dest biavêje kêlîka xweş!

Saqî, çima xema sibê dixwî?

Meyê raber ke, şev dibore.

 

29.

Tevî ku meyê perdeya min dirrandiye jî,

dest ji meyê bernadim hindî hebim!

Li meyfiroşan ecêbgirtî dimînim:

ma dê çi ji ya difiroşin baştir wergirin?

 

30.

Bila evîna horiyan di sînga min de be,

bila qedeh di destê min de be hemî salê!

Ji min re tê gotin: “Xwedê poşmaniyê bide te!”

Ne Wî daye û ne jî ez bi xwe poşman dibim.

 

31.

Li meyxaneyê dikarî tenê bi meyê xwe bişoyî,

şerma çûyî êdî nayê vegerrandin.

Kêfê bike: perdeya şerma me

dirriyaye û nayê dirûn.

 

32.

Hê felekê li deriyê te nedayî

bang bike bila mey bêt.

Xwelîsero, ne xezîne yî

ku bêyî binaxkirin û paşî bêyî deranîn.

 

33.

Evîna xeyalkirî bêwate ye;

mîna agirê ditemire, tênê nade.

Evîndarê rastî bê hedan e, bê xew,

bi şev û roj, meh û salan!

 

34.

Ti kes raza ebedê nizane

û ti kesî gav neavêtiye derî dinyayê.

Ti kesê ji jinê bûyî nikare bizane,

ne şagird û ne jî hoste.

 

35.

Li navûdengî negerre. Razî be!

Xwe ji qencî û xirabiyê qut bike!

Dest biavêje meyê, pirça yarê biperixîne:

haha ew jî dê nemîne.

 

36.

Mîna xweşmêran meyê vedixwim!

Ne xema Wî ye vexwarina min.

Hê berî Hebûnê Wî dizanî ku ez ê vexwim.

Ger min venexwara, zanîna Wî dê şaş ba.

 

37.

Nehêle derd dilê te dagirin,

ji tinehiyê jiyanê li xwe neherrimîne.

Pirtûkê, sîngê û axa mêrgê nehêle.

Haha axa mêrgê dê te veşêre nav xwe.

 

38.

Meyê vexwe, dê xemên te verevîne

û dê ji bîr bikî her heftêûdu terîqetan.

Dev bernede ji dermanê ecêb

madem her qurçek jî hezar derdan dûr bike.

 

39.

Meyê vexwe çiku bedena te dê bibe ax

ya ku dê cam û cerrik jê bên çêkirin.

Dest ji Biheşt û Dûjehê berde!

Ma yê hişmend be dê çima xwe bide xapandin?

 

40.

Her çip, ya saqî dirêje erdê,

gurra dilê kesekî ditemirîne.

Spas ji Xwedê re! Tê digihî ku

mey dilî ji derdan azad dike.

 

41.

Qedehek meyê beraberî sed jiyanan e,

qurtek hemberî hemî Çîn û Maçînan e!

Li dinyayê tenê meya rengyaqûtî

hejî hezar jiyanên xweş û şirîn e.

 

42.

Ger li Wî digerrî, zarrûzêçan bihêle!

Bi mêranî xizm û lêziman bihêle.

Hemî zincîr in li dest û piyên te:

ma dê çawan bimeşî ger neşkînî?

 

43.

Di cama zelal de meya yaqûtî bîne!

Bîne cem min yara delal!

Nê tu dizanî ku ev dinya

tenê bayek rabor e. Meyê bîne!

 

44.

Dermanî bo dilê bêhedan bîne!

Noşika zêrrîn, ya bêna miskê jê hildifûre, bîne!

Ger dermanek xemrevîn dixwazî,

meya yaqûtî û çenga jen-hevrîşmî bîne!

 

45.

Vexwe meyê ya jiyana ebedî dide,

ji kaniya zewqa ciwaniyê vexwe!

Mîna agirî dilan germ dike lê

mîna ava heyatê derdan hênik dike.

 

46.

Guh nede sinetê, ferzan bihêle lê

nanî ji kesî men’e neke ger te hebe,

fesadê neke, nebe bela serê xelkê,

dê ji axretek xweş piştrast bî. Meyê bîne.

 

47.

Mey sorgul e û qedeh tijî gulav e.

Di şûşeyê zêrrê xwerû,

di perdaqê yaqûtê petî:

şewqa heyvê rojê vedişêre nav xwe.

 

48.

Min dîsan soza xwe şkandiye,

rûreşî û şermezarî kişandine ser xwe.

Lê dîsan jî giliyan li min nekin

çiku ji evînê sermest im.

 

49.

Ka em rastiyê bibêjin:

em kabik in, Xwedê lîstikvan e.

Lîstikek bi me tê lîstin

û em yek bi yek vedigerrin nebûniyê.

 

50.

Dilê’m! Rastî jî tenê remz û nima ye:

çima ji hejariyê xemgîn î?

Her tiştî bihêle emanetî felekê:

ya hatî nivîsîn nayê guherrandin.

 

51.

Perdeya xunavê li ser gulê ye,

hewesa meyê di dilê min de ye.

Di xew neçe; hê ne dema nivistinê ye.

Yar, meyê têke. Dê her tav bide.

 

52.

Tozê biavêje rûyê felekê,

meyê vexwe, li civatê şa bibe.

Ma bo çi ye perestin, bo çi ne nivêj:

nê yek jî ji çûyiyan venegerriye!

 

53.

Qedehê dagire, roj mîna berfê dibiriqe!

Rengî ji yaqûtê meyê wergire!

Saza xwe bo mirovan bijenîne,

agirê argûnê gurr ke.

 

54.

Vegerrîme ser edetên xwe yên berê

û min nivêjên rojane hêlane.

Qedeh li kû be, dê min li wir bibînî:

gerden dirêjkirî berev gerdena şûşeyê.

 

55.

Min lêvên xwe danîn ser lêvên cerrikî

û min raza jiyanê jê pirsî:

Bersiv da: “Hema vexwe:

êdî venagerrî vê dinyayê.”

 

56.

Ka şîretekê ji te re bêjim:

Ji bo Xwedê, xwe ranepêçe nav qaşotiyê!

Axret ebedî ye, dinya kêlîkek e:

ebediyê nede bi kêlîkê!

 

57.

Xeyam, şa be ger sermest bî;

ger li rex delalê rûnî, şa be!

Taliyê dê her berev nemanê biçî:

wa be ku qet neçî û şa bî.

 

58.

Ew ruh, ya jê re tê gotin spîrtû,

dilê şkestî dicebirîne.

Bi dilxweşî du qedehên giran bînin:

çima navê ava jiyanê kirine mey?

 

59.

Ma hûn ê bi ebedî basa ebediyê bikin?

Li dema keyfê ti tişt ne hevberî meyê ye.

Êdî wateya zanîn û kirinan fam nakim

lê mey hemî razan vedike.

 

60.

Esmanê em di bin ve digerrin

mîna şanoyek sîberkî ye.

Tav lampe ye û dinya qumaş e:

em lê wek wêneyên sîberkî dimeşin.

 

61.

Ca ez ê biçim li meyê bigerrim,

rengî bidim rûyê xwe yê bêreng.

Ez ê çipekê biavêjim ser hişê xwe

yê lewçe û wî binivînim.

 

62.

Jixwe em ê her li vê perestgehê nemînin:

bêyî saqî û yarê ev dê dûjeh ba!

Ta kengî dê her basa ebediyê bikî, fîlozofo!

Dema mirim, bo çi ye ger dinya ebedî be yan na!

 

63.

Dinya her pûç e, û ez jî pûçiyê dikim,

mey û zewq li min xweş in.

Ji min re gotin: “Xwedê poşmaniyê bide!”

Wî nedaye, û bide jî, jê wernagirim!

 

64.

Bi gavên ji dil hatime mizgeftê.

Na, nehatime nivêjê bikim!

Carekê min berrikek ji vir bir;

niha kevn bûye lew dîsan hatime.

 

65.

Dilê min tomikî ji tepikê ferq nakim;

car dil min bi rê dike mizgeftê, car berev meyê.

Dîsan jî baştir in mey û yar

ji hindê ku abid bî bêdil.

 

66.

Baştir e pariyek nanî ji hemî dinyayê:

min dest ji vîna dinyayê berdaye,

min bi dilê xwe hejarî kirriye

û zengînî di hejariyê de dîtiye.

 

67.

Ez dinasim her heyî û neyî

ji hindirr û ji der, ji şimikê ta şilikê.

Lê dîsan jî şermezar im ger bibêjim

ku ji yê sermest bilindtir im.

 

68.

Dem em zarrok bûn em diçûn cem hoste

paşî em razî bûn bi hostetiya xwe.

Lê binere taliya me çi ye:

em mîna avê hatin û wek bayî diçin.

 

69.

Bo yê razên dinyayê dizane

derd û dilxweşî hevber in:

madem her ti dê nemîne,

ca çi ye ger bextiyarî be yan bextreşî!

 

70.

Ger bikarî, bide rêya yên bêxem,

dest ji rojî û nivêjan berde!

Şîretek baş ji Omerê Xeyamî bibîze:

meyê vexwe, gerrvanan bişelîne – lê qenciyê bike!

 

71.

Li vê çolê para mirovî

xemxwarin û mirin e.

Bextxweş ew yê bar kir,

bextiyar ew yê qet nehat.

 

72.

Çi mifa ji mijûliyên me heye?

Çi berhemî dide jiyana me?

Bêjimar bedenên mirovên çê dibin xwelî.

Kû ve hildiçe dûkêlê wan?

 

73.

Ji elimîna ilman bireve,

xwe bispêre pirça yarê.

Hê felekê xwîna te nerijandî

xwîna cerrikî darijîne qedehê.

 

75.

Min meyxane bi rihên xwe vemaliye

û dest ji herdu dinyayan berdaye.

Ew li deriyê min bidin jî,

ez ê sermestbûyî paldayî bimînin.

 

76.

Dest ji her tiştî berde – ji bilî meyê!

Meya xwe li şahîxaneyê ji destê pûtî vexwe!

Mest bibe! Hindabûyî bigerre!

Qurçek meyê ji hemî gerdûnê baştir e!

 

77.

Binere! Bayî kirasê sorgulê perritandiye!

Bilbil ji bedewiya sorgulê sermest bûye!

Li ber sîbera sorgulan rûne çiku bayî geleca

sorgul veweşandine erdê û li wir binax kirine.

 

78.

Dema bibî şêstsalî, dest jê bernede!

Dema digerrî, mest bigerre!

Ta cerr ji kuloxê te bêt çêkirin

bila cerr li ser mil û qedeh di dest te de be.

 

79.

Saqî! Yên ji berî me çûne

di nav baweriyên xwe de nivistî ne.

Meyê binoşe û bibîze dema rastiyê dibêjim:

her tişta hatî gotin ba û betal e.

 

80.

Rêzdar, Te cerrê min şkandiye!

Rêzdar, Te rêya bextiyariyê li min girtiye!

Ez vedixwim û Tu şûmiyan dikî!

Rêzdar, ma Tu jî mest bûyî!

 

81.

Ger hema hebe nanê genimî,

cerrek meyê, pirtek ranê mihê:

li gel te di nav bextiyariyê de

jiyanek e ku siltan jî nagihinê!

 

82.

Berê xwe didim her alî:

Royê Kewserê li nav baxçeyî diherrike,

mêrg Biheşt e, Dûjeh nayê dîtin!

Rûne wir li gel zeriya rû-biheştî.

 

83.

Ger te şûşeyek – du mey hebin,

bi hemiyan re vexwe:

Simbêlên te, rihên min

ne mereqa Wî ne yê hemî afirand.

 

84.

Ger biryar di dest min de ba, ez ê nehatibam,

û ger niha biryar di dest min de be, ez ê neçim.

Ma dê ne baştir ba ger nehatibam,

neçûbam û ne jî li vê dinyayê jiyabam?

 

85.

Rûyê min û gepên wî yên laleyî bedew in

û dirûvê min mîna yê spîndarê bilind e.

Nizanim ka çima Nîgarkarê Ebediyê

ez li vî kolikê tozê nexşandim.

 

86.

Ewr li raserî mêrgê girî.

Bêyî meyê jiyan nabe.

Ev mêrg îro baxçeyê me ye:

Gelo baxçeyê kê dê ji axa me rabe?

 

87.

Nikarim razên pirtûka xwe diyar kim

yan ew dê nemana min be.

Li nav hemî hişmendan ti kes nîne

ku bikarim hemiyê jê re vebêjim.

 

88.

Li keleha Behremî dest diavêt qedehê

niha xezal diçerin, rûvî li kunên xwe digerrin.

Hemî jiyê xwe Behrem nêçîrvan bû;

niha gorrê nêçîra xwe kiriye.

 

89.

Dema Yezdan axa me têk vedida,

Wî dizanî ka em ê çi bikin.

Her guneha min Wî danaye.

Ca çima agirê roja mehşerê?

 

90.

Qedehê bigire destê xwe: ji paşatiya Mehmûdî ye.

Guh bide stiranê: ji awaza Dawidî ye.

Nepûnije li ya borî, li ya bêt,

şa be; ew e armanca jiyanê.

 

91.

Li jorî esmanan canê min pêşî

li Textereşî, Qelemî, Biheştê û Dûjehê gerrî.

Mamosteyê min got û gotina wî rast e:

“Ew hemî di te bi xwe de ne!”

 

92.

Ta kengî fanosên mizgeftan û dûyê dêran?

Ta kengî tirsa Dûjehê û hêviya Biheştê?

Herre li Textereşî binere: Xwedayê Qelemî

li Destpêkê hemî ya biqewime nivîsiye.

 

93.

Dema serzelal bim, kêf ji min veşartî ye.

Dema sermest bim, hişê min tam naxebite.

Ez rewşa di navbera wan herduyan de diperêsim:

ew e jiyana rast û resen.

 

94.

Esman li gor vîna hişmendan nazivirre,

ca esman heft bin yan heşt.

Dema neçar bim bimirim û hemiyê bihêlim,

ca çi ferq e ger kirm di gorrê de yan gur li çolê min bixwin?

 

95.

Madem dinya li gor vîna me nameşe,

ca çi mifa jê heye em xeman bixwin û xwe biwestînin?

Em herdem rûdinin û gilî û gazinan dikin

ku em dereng hatin dinyayê û neçar in zû jê biçin.

 

96.

Axa di nav simên heywanê re carekê

destê zeriyekê yan rûyê yeke dî bû.

Her libin li serbanî carekê

tila wezîrekî yan serê siltanekî bû.

 

97.

Dema yê Hişmend siriştê mirovî afirand,

çima Wî ew bikêmûkasî afirand?

Ger baş be, çima tê şkandin?

Ger ne baş be, binasên kê ne?

 

98.

Di xew çûm. Yekî hişmend deng kir:

“Gula bextiyariyê ji xewê şên nabe.

Çima xwişka mirinê dikî berdiliya xwe?

Meyê vexwe; dê te her demek dirêj bo nivistinê hebe.”

 

99.

Li dêr û mizgeft û kinîşteyan mirov

ji Dûjehê ditirsin û bo Biheştê tê dikoşin.

Yê raza yezdanî bizane,

vî tovî di dilê xwe de naçîne.

 

100.

Ji lomeyên ji ber evînê şerm nakim

û li ger nezanan şerrenîxê jî li ser nakim.

Her kesî tam kiriye şerbeta evînê;

yê xulkê xwe jê nedabe ne mirov e.

 

101.

Ger dilî raza jiyanê bizaniya,

wî dê mirî bikariya razên Yezdanî bizane.

Niha, dema di bedena xwe de yî, ti nizanî;

ca dema bedena xwe bihêlî dê çawan zêdetir bizanî?

 

102.

Xem jehr e û mey derman e.

Dermanî vexwe, jehrê bihêle.

Li gel hogirên hêja li nav mêrgê meyê vexwe

berî ku bibî giyayê mêrgê.

 

103.

Ger tenê guh bidî daxwazên xwe,

dê bêyî ya hêvî dikî bimînî.

Bipûnije ka kî yî, ji kû têyî,

binere ka çi dikî, diçî kû.

 

104.

Ger gul ne para me be, bila stirî besî me be!

Ger ronahî negihe me, bila agir besî me be!

Ger ebayê derwêşî, xane û şêx tine bin,

bila çeng, dêr û qayîş besî me bin!

 

105.

Tê gotin: “Ne meha şe’banê û ne jî recebê

meyê venexwe; ew mehên Yezdanî ne!”

Bila şe’ban û receb bo Xwedê bin;

ez ê li remezanê vexwim!

 

106.

Ez evdek neguhdar im: ka kerema te?

Dilê min tarî ye: ka ronahiya te?

Ger ji ber guhdariyê Biheştê bidî me,

ew bazar e: ka rehma te?

 

107.

Meyê ne bo kêfa xwe,

ne bo destberdana ji dînî vedixwim.

Min divê kêlîkekê ji xwe azad bibim

lew vedixwim û mest dibim.

 

108.

Mey xweş e lê heram e.

Mey xweş e ji destê lawikî.

Tal û qedexe ye lê dilveker e;

jixwe her tiştê qedexe tamxweş e.

 

109.

Yê mora eşqê li dilî nehatiye dan,

ca li mizgeftê be yan dêrê: ferq nake!

Yê navê wî li Evînnameyê hatibe nivîsîn,

azad e ji Dûjeh û Biheştê.

 

110.

Li xwe hişyar be! Serdem kembax e.

Rehet rûnene: şûrê esmanî tûj e.

Ger felek şekirê bike devê te,

danequrtîne! Jehr di nav de ye.

 

111.

Yara min, ya dilê min ji ber nisax e,

rehîna xeman e li cem yekî dî.

Ca çawan dê bikarim bi xwe sax bibim

madem hekîm bi xwe jî nisax e?

 

112.

Yên xwe ji ber hişmendiyê diwestînin,

wey li wan, gamêşan didoşin.

Baştir e kincên qeşmeran li xwe bikin:

vî zemanî bi aqilî sebzeyek jî nayê kirrîn.

 

113.

Yên ku behra hişmendiyê bûn

û çira bûn hevrêyên xwe,

bi xwe ji nav tarîtiyê sereder nebûn.

Wan çîrroka xwe got û ketin xewê.

 

114.

Yê serê me yê teşe-cerr afirand,

di karê xwe de hoste bû, ev tê zanîn.

Wî cerrê me serberjêr danî ser sifreya jiyanê

û bi reşbîniya cerrê wergerrandî dagirt.

 

115.

Ez ê basa siriştê Te bikim

û hemiyê kurt bikim çend peyvan:

ez ê bi evîna Te re biçim bin axê

û bi dilovaniya Te jê rabim.

 

116.

Ew rêzdarên han yên payebilind

jiyana xwe bi kul û kovanan diborînin.

Yê ne mîna wan koleyê hesûdiyê be,

wî mirov nahesibînin.

 

117.

Ew bêhişên han ji nezaniya xwe

bawer dikin ku her tiştî dizanin.

Ker be çiku ji kerîniya xwe

ew xelkê bêdîn dihesibînin.

 

118.

Rûyên geş, derava avê, mey û gul:

hindî bikarim, dê li xweşiyan bigerrim.

Hindî hebûme, heme û hebim

min vexwariye, vedixwim û dê vexwim.

 

119.

Vî zemanî ti mifa nîne ji hişmendiyê;

tenê yê bêhiş dikare zewqê ji dinyayê wergire.

Tiştekî bike ku hişê min bi temamî bibe:

belkî paşî dinya awirekê bide min.

 

120.

Tenê meyperês mey û sorgulê dinasin,

ne dilteng û destteng.

Nezan nezaniyê nanasin;

tenê mest hestê bi zewqa wê dikin.

 

121.

Tevî ku dinya delal dixwiye jî,

wê nirxdar nehesibîne, yên hişmend jî wa nakin.

Gelek yên mîna te hatine û çûne:

para xwe bixwe berî ku para te te bixwe.

 

122.

Dara hêviyê li dilî nayê çandin:

herdem şahînameyê bixwîne.

Meyê vexwe, zewqê bike:

ma dizanî dê çend li vê dinyayê bimînî?

 

123.

Ti kesî dest neavêtiye sorgulê

bêyî ku stirî di dilî re biçe.

Li şeyî binere: ta sed birîn nekevinê,

xwe nagihîne pirça zeriyê.

 

124.

Yê ku kerek nanî

û kuncikek aram hebe,

yê ne xulam û ne xwedanê kesî be,

dê bi bextiyarî bijî.

 

125.

Rojek xweş e, hewa hênik e,

baranê toz ji rûyê gulê veşûşt.

Bi zimanek bêpeyv bilbil

bangî gula zer dike: “Fermo meyê vexwe!”

 

126.

Ger meyê bi çiyayî de kî, çiya dê bireqise.

Yê lomeyan li meyê bike, bi xwe riswa ye.

Çima min neçarî destberdana ji meyê dikî?

Mey canek e ku mirovî perwerde dike.

 

127.

Şa be ji her kêlîkê

ya ji jiyana te dibore.

Nê jiyan sermayeya te ye.

Dema dibore, êdî namîne.

 

128.

Remezan e haha, tê gotin,

êdî nabe dest biavêjim qedehê.

Roja berî remezanê ez ê hindê vexwim

ku hemî mehê mest paldayî bim.

 

129.

Qedehek meyê di dest te de

bila spêdeya sahî û sar xwe bigihîne te.

Tê gotin ku rastî tal e:

ê xwiya ye ku mey rastî ye.

 

130.

Dema evînê dilê min dagirt,

di her razê digihiştim.

Niha, dema bi çavên hişmendiyê lê dinerim,

tek tişta fam dikim ew e ku tiyê fam nakim.

 

131.

Yar, çima ji jiyanê ditirsî?

Pûnijên pûç û betal berde.

Di nav xweşiyan de bijî, bextiyar:

nê destpêkê ti ji te nehat pirsîn.

 

132.

Ji esmanan tenê kul û derd bo me tên

û esman her tiştê carekê dayî me ji me distîne.

Ger yên newelidî bizaniya ka dê çi bi serî bêt,

dê qet newelidîna.

 

133.

Ger meyê vexwî, li gel hişmendan vexwe

yan li gel rûgeşan, bi kurrikên kenok re.

Ne zêde vexwe, ne herdem, ne diyar:

tenê piçekê, carinan û tew ji dizîkî ve.

 

134.

Wî qanûnek danî ku nikare bêt bicihanîn

û ferman da ku divê em bi cih bînin.

Em ên neçar di navbera kirin û qedexeyê de:

“Serberjêr ke lê neşilqîne!”

 

135.

Min lêvên xwe danîn ser yên cerrikî,

dûr-dirêj li raza jiyanê gerrîm.

Cerrikî bêpeyv wiha gazî min kir:

“Demek dirêj mîna te bûm; bîskekê bi min re be.”

 

136.

Min dît teyrek veniştibû ser keleha Tusê

û kuloxê Keykewîsî dinikiland.

Ji kuloxî re digot: “Wey li te, kanê niha

zingîna zengilan, gurmîna deholan?”

 

137.

Binere li qedehê ya ku hiş dipesinîne

û hezar maçan li eniyê dide!

Feleka cerrçêker wê qedehkê didirûvîne

û li erdê dide daku hûr-hûr bibe.

 

138.

Duh mest di ber meyxaneyê re borîm.

Min pîremêrek mestbûyî dît, cerr li ser milî bû.

Min jê pirsî: “Ji bo Xwedê, ma şerm nakî, pîro?”

Wî bersiv da: “Xwedê kerîm e. Bêdeng be û vexwe!”

 

139.

Mey, ya ku hiş bênavbirr dipesinîne,

kaniya Xidirî ye û ez Elyas im.

Ew hêza dilî ye, qûtê canî ye;

Yezdan dibêje ku ew “bikêr e bo mirovan”.

 

140.

Xêrên min yek-yek qebûl bike, gunehên min deh-deh bixefirîne.

Ji bo Xwedê li xirabiyên min bibore.

Agirê dinyayê bi hilmek bêwec neşarîne:

bo xatirê Peyamberê Xwedê me bibexşîne.

 

141.

Xeyam, felek şerm dike ji wî

yê ji dem û dewranan diqehire.

Li ber awazên sazê meyê ji camê vexwe

hê ku cam bi kevirekî neketiye û hûr-hûr nebûye.

 

142.

Ji kûriya erdî ta gupika esmanî

min hemî raz vekirine.

Ji hemî bend û girêkan berdayî me;

tenê mirinê ez bi nîr û zincîrên xwe zeft kirime.

 

143.

Mey pûnijên bêwec dûr dixe

û xurttirîn zincîran jî dişkîne.

Ger Iblîsî qedehek vexwariba,

wî dê xwe li ber Ademî çemandiba.

 

144.

Bêhêvî nabim ji hindê ku Yezdanê min

dê min ji gunehên min bibexşîne.

Ger îro bi mestiya xwe re razim gorrê,

sibê Ew dê min ji gorrê şiyar ke.

 

145.

Rabe, em çengê biçingînin!

Em meyê vexwin, şermê verevînin!

Fotika nivêjan bi qedehekê bifiroşin,

şûşeya dîndariyê li kevirekî bidin!

 

146.

Ma ez ê çawan li dor kesek dî bizivirrim?

Ma ez ê çawan evînek dî bibînim?

Rondik rê nadin çavên min

ti kesek dî bibînin.

 

147.

Min got ku ez ê êdî meya sor venexwim.

Mey xwîna tirî ye; êdî xwînê venaxwim.

Hişê min ji min pirsî: “Ma ji dil wa dibêjî?”

Min bersiv da: “Na lawo, ma ez ê çawan venexwim?”

 

148.

Sorgulê li nav gulistana min got: “Ez Ûsiv im,

devzêrrîn im, yaqûtek bihadar im.”

Min jê pirsî: “Çi ye nîşana te ger Ûsiv bî?”

Wê bersiv da: “Li kirasê min yê xwînawî binere!”

 

149.

Quran di destekî, qedeh di yê dî,

car ya helal, car ya heram.

Li bin esmanî ne xav im ne kelandî,

ne tam kafir im, ne temam misilman.

 

150.

Ne ez raza ebedî dizanim ne tu.

Ne ez nîşanên razber dixwînim ne tu.

Em basa hebûnê li pişt perdeyê dikin

lê dema perde rabe, ne ez heme ne tu.

 

151.

Dil bi hişê xemgîn dişewite,

dişewite bi dilê dîl,

bi piyê berev meyxaneyê diçe,

bi destê xwe digihîne qedehê.

 

152.

Guh bide şîreta min, heval:

xeman nexwe ji ber vê dinyaya dîn.

Li kuncikek rehet rûne

û li lîstika felekê binere.

 

153.

Mirov li ilm û îmanan dipûnijin,

ecêbgirtî ne, li piştrastiyê digerrin

ta ku gaziyek tê: “Xwelîserno!

Rêya rast ne ti ji wan e!”

 

154.

Ji min re tê gotin: “Kêmtir meyê vexwe!

Çima êdî dev jê bernadî?”

Ma rûyên delal û meya sor ne binasên bes in?

Ya rast bikin; ti binasên dî ne hewce ne!

 

155.

Şerm e bişan û bişeref bî,

rezîlî ye ji kerbên felekê biqehirî.

Baştir e ji bêna meyê bibî meygêrr

ku ji bawermendiya xwe bibî binavûdeng.

 

156.

Dema can ji bedena me direve,

du, sê libin li ser gorra me tên danîn.

Û dema libin bo gorrên kesine dî lazim bin,

ji axa me tên çêkirin.

 

157.

Mîna lîstikvan bi goga xwe, felek bi te dilîze:

Bi alî rastê ve! Bibeze çepê! Deng neke!

Yê ku tu kirî di lîstikê de, dizane çima.

Ew dizane, Ew dizane, Ew…

 

158.

Em meyê dikirrin, nû be yan kevn,

û dinyayê bi du qurûşan difiroşin!

Tu dipirsî: “Piştî bimirî, dê kûve biçî?”

Meyê bîne û paşî kûve dixwazî wirve herre!

 

159.

Min dît pîremêrek mestbûyî di xew çû

piştî ku toza hişmendiyê ji xaniyê xwe malî.

Wî mey vexwaribû û di xew çûbû

piştî ku dua kiribû: “Xwedê kerîm e!”

 

160.

Yar, tu ji destê kê çêbûyî?

Heyv ji ber bedewiya te ji xwe şerm dike.

Xelk xwe bo şahiyê şeng dike,

tu şahiyan bi xwe şeng û şox dikî.

 

161.

Dê werî bexşandin ger hind xwe biwestînî

ku ji xwe re xwarin û lixwekirinan peyda bikî.

Hemî ya dî bêkêr û bêbiha ye:

jiyana xwe pê ve betal bernede.

 

162.

Mirovek herrimî ji perestgehê dihat,

cilek ji dûyê Dûjehê dirûyî lê bû.

Şûşeya min şkand; malwêranê xezeblêbûyî!

Meya wa xweş ya min ê camêr!

 

163.

Felek, dilê min bi derdan dadigirî

û kirasê bextiyariya min diperritînî.

Bayê hênik li min dikî gurrmij

û avê di gewriya min de dikî toz.

 

164.

Ger bihiş bî, xwe bigihîne bêhişiyê,

meyê ji yên ji ebediyê mestbûyî bixwaze.

Ger ne bihiş î, bêhişî ne para te ye:

bêhişî xwe nade destê her bêhişî.

 

165.

Ger dinya gog ba û bi kolanê ve girrêl biba

û ez mest paldayî bam, bila bi qurûşekê biçûya.

Duh ez bûm barimteyê badeyê

û yê badefiroş got: “Ax çi barimteyek baş e!”

 

166.

Navê te li bajarî digerre, ji hemiyan xirabtir î!

Ger li kuncikekî rûnî jî, ax dê çi galgal derkevin!

Ta ger Xidir yan Elyas jî bî, ya herî baş ew e

ku ti kes te nenase, tu ti kesî nenasî.

 

167.

Tê gotin: “Meyê venexwe, dê bela bo te jê çêbin

û dê roja mehşerê bikevî Dûjehê!”

Rast e, lê kêlîkekê mest bim ji meyê

xweştir e ji hemî dinya û axretê.

 

168.

Yezdan, rê bide jiyara xwe bibînim,

Te çi hebe, wê diyarî min bike.

Min wa ji meyê mest bihêle

ku ji jana serê xwe bêhay bim.

 

169.

Esman lêbên xwe vedihûnin

dijî me yên bêguneh.

Rûne nav mêrgê, qedehê hilde;

tavilê dê giya ji axa me şên bibe.

 

170.

Qedehê bigire destekî û cerrikî yê dî, yar,

bimeşe berava çemî; felekê bi sedan

cerrik ji zeriyan çêkirine,

bi sedan qedeh.

 

171.

Spêdeyê min cerr li kevirekî da.

Min mest wa kir.

Cerrî bêdeng got:

“Ez mîna te bûm. Tu jî dê wek min lê bêyî!”

 

172.

Cerrikî bixebitîne, lawo,

meyê têke, qedehê bigerrîne

berî ku cerrvan me jî

bike cerrikek mîna wî.

 

173.

Min duh cerrvan mijûlî karê wî dît,

ji axê hunermendane cerr çêdikir.

Min tişta yên kor nabînin dît:

axa bavê min di destên cerrvanî de.

 

174.

Cerr, dema evîndar bû,

bendiyê yeke pirçdelal bû.

Çembilê bi kêleka cerrikî ve

destê li gerdena yarê bû.

 

175.

Li dikana yê cerrvan bûm,

min hezar cerrên bêdeng dîtin, hezar yên dipeyivîn.

Ji nişkê ve yekî deng kir:

“Ka cerrvan? Bikirr? Firoşkar?”

 

176.

Ji meya mecocan mest bûme!

Kafir im, gawir im, pûtperês im!

Her terîqet şikê ji min dibe

– bi xwe çi bim ew im. Ca çi?

 

177.

Ez vedixwim û bikêf im,

guh nadim kufr û îmanê.

Min qelenê keça felekê pirsî.

Got: “Dilê te yê bêxem.”

 

178.

Nikarim bêyî vexwarin bijîm,

nikarim bê mey vî barî hilgirim.

Dîlê axîna dawîn im dema mey

raberî min tê kirin û min taqet nîne.

 

179.

Îşev ez ê biçim li setlekê bigerrim,

xwe bi du qedehan ji derdan dûr bixim,

her sê telaqên dîn û îmanê biavêjim

û keça wîşiyek tirî mar kim.

 

180.

Dema ez mirim, xweliya min bidin bayî,

min bikin îbret bo xelkê.

Axa min bi meyê şil bikin,

serdankê cerrekî jê çêkin.

 

181.

Dema ez mirim, bedena min bi badeyê bişon,

soretên qedeh û camê li ser bixwînin.

Dema hûn roja axretê li min bigerrin,

ji bin deriyê yê meyfiroş lê bigerrin.

 

182.

Min hind mey vexwariye ku bêna wê

dê ji bin axê hilfûre dema bêm binaxkirin.

Ger yekî vexwer di ser gorra min re bibore,

bên dê wî misîmest bike.

 

183.

Dema dara jiyana min bêt birrîn

û beşên bedena min pûç bibin,

cerrekî ji axa min çêkin;

dema bêna meyê biçiyê, dê ruh bêyê.

 

184.

Dema bikevim ber pencên felekê

û ji rehên jiyanê bêm piçandin,

cerrekî ji axa min çêkin – belkî

ruh bêt min dema hûn meyê bikinê.

 

185.

Dema bi hevalên xwe re bî,

dostê xwe ji bîr neke.

Dema hûn dor bi dor vexwin

û dor bêt min, qedehê serberjêr kin.

 

186.

Dîlên hişmendiyê ta bimirin

dê her li ser ebediyê biaxivin.

Dest biavêje şerava tirî, guh nede ti dî;

yên dî berî gihiştinê diçilmisin.

 

187.

De hakimo, em mest

ji te zelaltir in:

tu xwîna mirovan vedixwî, em ya tirî.

Ca kî ji me herduyan yê zalimtir e?

 

188.

Şêxekî wiha got keçek xwefiroş: “Mest î

û her dubare xwe diavêjî nav gunehan.”

Keçikê gotê: “Şêxê can, çi bim wa dixwiyim.

Lê ma tu wa yî wek ku dixwiyî?”

 

189.

Tê gotin: yên mestên diçin Dûjehê,

lê qet ne wa ye!

Ger mest û evîndar biçin Dûjehê,

Biheştê dê vala bimîne.

 

190.

Tê gotin: Biheşt û horî bi rastî hene,

mey li wir diherrike, hingiv heye.

Em bi yarên xwe re vedixwin;

jixwe heman xelat bendewarî me ye.

 

191.

Tê gotin: Biheşt, horî û robar rastî ne,

li wir mey heye, şekir û hingiv mişe ye.

Qedehê dagire, raberî min ke

– berdestî her ji sozê baştir e.

 

192.

Tê gotin: Biheşt û horiyên wê xweş in.

Ez dibêm: şerava tirî xweş e.

Ya berdest bigire, sozan berde, bira:

gurmîna deholê tenê ji dûr xweş e.

 

193.

Ma kê Biheşt yan Dûjeh dîtiye,

dilê’m, ma kî ji wan vegerriye bas bike?

Em ji tiştekê ditirsin û hêvî dikin yekê

ya ku tenê nav jê heye…

 

194.

Nizanim ka Yezdan ez danîm

nişteciyê Biheştê yan Dûjehê.

Qedehê, dilberê, awaza sazê

– van bide min, bila soza ji te re be!

 

195.

Madem xanîkê me ne xweragir e,

neheqî ye em bê mey bin, bi tenê bin.

Ta kengî dê dinyayê têk vedî? Nê bo yê mirbar

ti ferq nake ka dinya afirandî ye yan herheyî ye.

 

196.

Ne hatina dinyayê ji min bû,

ne jî nexwazî rê li çûnê digire. Rabe,

lawo, kemerê girê de û dest biavêje xebatê:

min divê xeman bi meyê veşom.

 

197.

Madem jiyan bibore, şirîn be yan tal, ca çi ye!

Ger qedeh bêt dagirtin, Bexda be yan Belx, ca çi ye!

Meyê vexwe çiku piştî me heyv

dê ji şalokiyê bibe sênîkî û dîsan kêm bibe.

 

198.

Bi rêya gerrok û meyfiroşan ve bimeşe,

li meyê, stiranan û dilberan bigerre.

Qedeh di destî, cerr li ser milî, yar,

meyê vexwe, bêkêriyan nebêje!

 

199.

Min dît mirovek li erdê rûniştî bû

bêyî guh bide îslamê, kufrê, vê yan wê,

rastiya Yezdanî, qanûnan yan hişmendiyê.

Ma kî ji wî wêrektir heye?


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2008-09-01   7,391 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------