Ji civîna Vateyê
»Ji civîna Vateyê
Koma Xebatê ya Vateyê ku ji sala 1996-ê ve ji bo standardkirina zaravayê kurdî »zazakî« xebatên xwe dimeşîne, îro li Diyarbekirê, li Otêla Malabadê dest bi civîna xwe ya 17-emîn kir.

Ev civîn di bin moderatoriya Munzur Çemî de didome. Bisporên zimanî dê di civîna xwe ya li dor maseya gilover yek bi yek li ser navên pîşeyan nîqaşê bikin û pîşeya ku herî zêde di warê zimanî de maqûl e hilbijêrin. Dê bi qasî 500 navên pîşeyên cur bi cur di vê civînê de bên neqandin. Pîşeyên ku hatin kifş kirin dê di kovara Vateyê de bêne weşandin. Hatiye ragihandin ku ev civîn dê 3 rojan bidome û dê di 11-ê mehê de encamnameya civînê bi daxuyaniyeka çapameniyê ji raya giştî re bêt aşkera kirin.

Kesên ku beşdarî vê civînê bûne ev in:
Munzur Çem, Mehemed Malmisanij, J.Îhsan Espar, M. Selîm Uzun, Îshaq Tepe, Seyîdxan Kurij, Roşan Lezgîn, Ehmedê Dirihî, Cemal Pîranij, Çeko Kocadag, Mehemed Taş, Serdar Bedirxan û Mehmûd Nêşite.

Têbînî: Nûçe û wêne ji AKnews / MD hatine wergirtin.


--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe  - info@kulturname.com
Weşandin:    2009-04-08   690 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------