[album=2]

Sitar Ali

Sitar Ali
»Sitar Ali

- Di sala 1957-ê de li gundê Zêweyê yê ser bi Qezaya Amêdiyê hatiye ser dunyayê.

- Xwendina xwe ya destpêkê, navincî û amadeyî li bajarê Mûsilê bi dawî anîne.

 

- Xwendina xwe li beşê jeolojiyê di fekulteya zanistê de li zanîngeha Mûsilê di sala 1980-ê de timam kir.

 

- Her di biçûkînî û gencîniya xwe de, di çalakiyên hunerî yên xwendingehên destpêkê, navincî û lîseyî de beşdar bûye .

 

- Di festîvalên unîversîteyên Îraqê de beşdar bûye.

 

- Pêşangehek taybet bi xwe û pêşangehek hevbeş li gel hunermend Gara Resul li zanîngeha Mûsilê vekirine.

 

- Pêşangeha xwe ya taybet di sala 1983-ê de li Dihokê vekiriye.

 

- Pêşangeha xwe ya duyê bi navê (Efsaneyên çiya) li bajarê Dihokê di sala 1990-ê de nîşan da.

 

- Pêşangeha wî ya sêyê ya portrêt û motîvan ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên kurd li Dihokê di sala 1998-ê de hat ber çav kirin.

 

- Pêşangeha wî ya çarê pêk hatibû ji portrêtên ronakbîr û helbestvan û nivîskarên kurd û ew di sala 2008-ê de li Dihokê hat nîşandan.

 

- Ew bi tabloyên xwe ve di pêşangehên hevbeş yên hunermendên wîlayeta Dihokê de li bajarên Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê beşdar bûye.

 

- Ew herweha di sala 1991-ê de beşdar bûye di pêşangeha hevbeş ya hunermendên kurd de li Elmanyayê.

 

- Wî nivîs di warê hunerî de bi zimanê kurdî û erebî di çend kovar kovar û rojnameyan de belav kirine.

 

- Pirtûka wî (Çend xwendinek şêwekarî) li ser hunerê şêwekarî û rexneya hunerî belav bûye.

- Nexşekêşî û rêveberiya hunerî ya gelek kovar û rojnameyan kiriye û dike, ji wan: Peyv, Sivore, Metîn, Behdînan, Biyav û htd.


--------------------------------------------------------
Kulturname-Galerî  - info@kulturname.com
Weşandin:    2008-09-01   8,547 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------