Logoya Kulturnameyê

Logoya Kulturnameyê

Berî heft salan Kulturnameyê wek malpereka kulturî dest bi xebata xwe kir. Ji roja destpêkê 27.05.2008ê û heya îro 2750 nivîs di Kulturnameyê de belav bûne û 290 nivîskar û rojnamevanan berhem tê de weşandine. Naveroka wê di destpêkê de kulturî-giştî bû û wê ji dawiya sala 2012yê ve senga xwe xist ser edebiyatê, zimanê kurdî, berhemên weşanxaneyên kurdî, nivîskaran û kitêbên wan.

Hem redaksiyona Kulturnameyê û hem jî nivîskar û wergêrên ku bi berhemên xwe ve tê de beşdar bûne xizmeteka mezin pêşkêşî zimanê kurdî, edebiyata kurdî  û xwendevanên kurdiyê kir. Ev ked û xebat, ya me wek redaksiyon û ya nivîskarên beşdar jî, karekê xêrxwaziyê bû û ji destpêkê heya îro jî me çi alîkariyeka madî ji çi kes û aliyekî wernegirtiye û salaneya hebûna malperê jî me ji kîsê xwe daye.

Gelek spas bo hemî rojnamevan, nivîskar û hemî kesên di van heft salan de li gel Kulturnameyê bûn, tê de beşdar bûn û jê re piştevan bûn.

Em ji îro pê ve çi nivîs û nûçeyan di Kulturnameyê de naweşînin. Lê, malper bi xwe dê heta dawiya îsal (2015ê) vekirî bimîne.

Redaksiyona Kulturnameyê


--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe  - info@kulturname.com
Weşandin:    2015-06-19   2,834 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------