Husein Muhammed

Husein Muhammed

Di dengnasiya kurdî û piraniya zimanên latînînivîs de D / d dengê ”seknî-paşdevî-bilerz” e. Mebest ji ”seknî” ew e ku di dema derketina wî dengî de hewa pêşî bi temamî tê sekinandin anku rawestandin berî ku tê berdan. Merem ji ”paşdevî” ew e ku di dema derketina vî dengî de ziman bi paşiya devî dikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku di dema gotina G de perdeyên dengî di gewriyê de dilerizin.

Di alfabeya kurdî-erebî de û herwiha farisî û hin zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa گ tê diyarkirin. Di erebiya standard de ev deng nîne lê di hin devokan de C, K yan Q yên erebiya stanrdard wek G tên gotin. Di alfabeya kurdî-krîlî û piraniya zimanên krîlînivîs de ev deng bi herfa Г (gir) û г (hûr) tê nivîsîn. Di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî ev deng bi herfa [g] tê nivîsîn.

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Dengê G – peydababûn, guherîn û ketina wê (PDF 619 kB)


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2015-06-19   2,011 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------