Husein Muhammed

Husein Muhammed

Di dengnasiya kurdî de F / f nîşana dengê ”lêvî-didanî yê xişok yê bêlerz” e. Mebest ji ”lêvî-didanî” ew e ku di dema gotina vî dengî de didanên (diranên) jorîn dikevin ser lêva jêrîn. Merem ji ”xişok” ew e ku di dema gotina vî dengî de hewa di buhirkeke teng ya devî re derdikeve û ji ber vê tengaviyê xişînek derdikeve. Mexsed ji ”bêlerz” jî ew e ku di dema derketina vî dengî de perdeyên dengî yên di gewriyê de nalerizin.

Ev deng di alfabeya kurdî-erebî de û di zimanên din yên erebînivîs de bi herfa ف tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di piraniya zimanên krîlînivîs de, ev deng bi herfa Ф (gir) û ф (hûr) dihat nivîsîn. Di hin zimanên navend û rojhilata Ewropayê de (bo nimûne almanî, holendî) V bo nivîsîna vî dengî li kar e û dengê V bi herfa W tê nivîsîn. Di hin zimanan de jî (bo nimûne di inglîzî de) PH bo diyarkirina vî dengî tê nivîsîn (bi taybetî di peyvên ji yûnaniya kevn wergirtî de).

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Dengê F – peydababûn, guherîn û ketina wê (PDF 827 kB)


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2015-06-08   1,673 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------