Hamid Omerî

Hamid Omerî

Hin roman hene wexta ku meriv dest pê dike heta ku neqede meriv nikare ji dest xwe deyne. Kêmbera Mihemed Şarmanî romaneke wiha ye. Nahêle ku tu wê ji destê xwe deynî. Di romana Mihemed Şarman de her wekî çîrokên wî însan xerîb û kêm e û di bin darê zorê de ye lewma bêçare û bêderman e. Ji vê diyardeyê tiştek zêdetir li para yên ku kurd in dikeve an jî sedema hemû nexweşî û ‘derengmayîn’a wî/wê ya ji her tiştî dibe ku ev be: Ji wî/wê nehatiye hezkirin jî. Kûzîna wî/wê bûye weka cewrikekî/ê li ber dîwaran lê bêtir jî bav serê wî/ê mist jî nedaye dev ji ramûsanek berdin. Dê bi dilşewatiya xwe ew hemêz kiriye lê bav her dûr sekiniye. Ji şermê, ji mêraniyê, ji… Digel ku bav wiha dûr û bê hez(!) tevgeriya be, dilsar, şermok (!) nêzîk bûbe jî çêr û sixêf ên ku hatine avakirin û bilêvkirin bêtir berê xwe dane jinê. Ku bi şêwaz û zimanê Şarman em vê bi lêv bikin; kîr li qûna bavê zêde ranebûye her berê xwe daye dayikê dîsa.

Însanê xerîb û kêm ku navê romanê bi xwe jî Kêmber e de karakterên Şarman weka çareyek tenê di dest wan de mabe ku ew jî mîzah û henekpêkirin be dixwazin xwe û hevalên xwe bidin kenandin lê ew bi xwe jî dizanin ku heta saeta dawî jî dê şadî bi para wan nekeve. (Lê balkêş e jinên Kêmberê nizanin henekan jî bikin!) Bi mîzaha zêde Şarman, karekterên xwe yên nexweş û xemsar çi bi polîtikayê, çi bi îdeolojiyê weka ku bixwaze ji siya wan jî kêmberên din derîne pirralîtir dike û bi vê şêwazê romana xwe şênber dike. Yek ji tişta ku Kêmber a Şarman û berhemên wî yên berê ( Pirça Winda, Bermayîyên Demê) bihêztir dike nesnelbûna mîzah û henekên wî û îroniya wî ya ku bi vê ava dike ye. Henek û laqirdiyên wî ya jî buyerên wî yên îronîk ku di berhemên wî de xuya dibin ji aliyê civat û xwendekar ve jî bi heman awayî tên dîtin û fahmkirinê. Di hêna xwendinê de şermek rû bide jî ya ku bi dest dikeve tevî bişirîn û kenek zêde ew rastiya lewitî ya ku meriv di bin wî kenî de dide girî ye. Lewma ji acisiyê wêdetir ew mîzah, henek û laqirdî li ser navê fahmê dibin malê edebiyatê. Bi vê nêrînê Kêmber romaneke wisa ye ku bi fikrên xwe romaneke aşkere ye ne veşarî ye.

Bi raya min piştî Newrozên ku “jiyana nû” dan dest pê kirin di romana kurdî ya li bakurê Kurdistanê de çar roman heta niha bi vî rengî xwe diyar kirin. Zarokên Ber Çêm û Defterên Perrîdankan ên Ciwanmerd Kulek, Gramere Bêhizûr a Şener Özmen û va ye Kêmber a Mihemed Şarman. Her sê romannûs jî dîtinên xwe çi bi sembolan (Gramer Bêhizûr) çi bi şêwaza vegotina bûyeran (Zarokên Ber Çêm û Defterên Perrîdankan) û çi bi mîzah, henek û meselekên kubîk weka VHSyên bêmijar (Kêmber) ne xwe ne jî fikrên xwe neveşartin. Ya ku ev her sê romannûs dikin, çê kirin e, xweşgotin e; estetîk e. Xwîner ji lezûbeza bêdem û lamekanî ya Özmen, ji hêza vegotina ku sirra di ber perdeyê de dikeve hundir dide hîskirin ya Kulek û ji bêşermî ya reel ya ku rastiyê bi awayek li ber çavan radixe ya Şarman têr nabe.

Werbûna Karakteran: Pînekirina Êşê ya Bi Hêviyan

Di destpêka Kêmberê de hîn di paragrafa duyemîn de wexta ku vebêjer bi Kurrederê xwe re derdikeve ser dikê ku bi awayek Hîkmet Benol û Selîm Işik û Albayimê Oğuz Atay tîne bîra meriv bi rastî surprîzek nuwaze ye. “Heyf, Ebû Cehil azmûn kar nekir, tev di rûyê matematîkê de, …”(rp.13) lê belê vebêjer zimanê vê sîyê dibirre: “Ka bisse Kurreder!” weka ku ev sî bi xebera vebêjer bike êdî bi vê tahmê nikare surprîzek wiha bike. Di beşa duyem de dîsa serê xwe bilind bike jî êdî ew jî yekê wisa ye ku bavê wî jî ji wî hez nekiribe. Ew jî kêmberê kêmberekî ye. Şarman di her çîrokê de ku her yek ji van beşan dişibin çîrokên Şarman ên berê; hêviyek dide lê li cîyê wê hêviya ku dide der nasekine û cî dide hêviyek din. Stranên di dawet û kelepura kurdî de ne bi forma zimanê wî (Şarman-kî) bi şahiyê re sergovendiya êşê jî dikin. Her karekterê Kêmberê hêviyek din e û pê re şikestinek din. Şarman bi destê xwe karekterên xwe bi ser hêviyek din/nû de wer dike. Weka ku dixwaze hêvîyê bi hêviyek din berfirehtir û bi bertir bike. Lewma karekterên wî her yek ji wan bi aliyek xwe kêm e. Resûl wiha ye, Selîm wiha ye, Sadiq wiha, Nebî wiha. Weka ku Resûl, Nebî, Sadiq ,.. her yek lebatek; hestek din yê karekterek bin. Ji hev cuda lê temamkirina bi hev. Lê voltranek jî ji wan dernakeve lewra ev lebat di malek de bin jî derfeta xwegihandina hevdu nabînin.  Bi vî awayî jî pirralîbûnek pêde dibe di Kêmberê de.  Lê ji aliyê din ve çiqas wek hêvî xuya bike jî ev pirralîbûn wek encam wek wate şikestî ye û şikestinek e.

Kêmber

Kêmber

Tirsa destpêkê: Romaneke Temamkirî

Beriya ku roman dest pê bike de Şarman, spasdarîya xwe aniye ziman û ev cîyê kêfxweşiyê ya bo ew navên ku keda wan gihîştiye; ketiye vê romanê ye û dilnizmî û kubarî ya nivîskar e. Lê belê di spasdarîyê de pirraniya navên ku derbas dibin rexnegir in ku wexta meriv navên wan dibîne; dixwîne xofek xwe diavêje dilê meriv. Çimkî nirxandin û analîz beriya ku roman bê çapkirin hatiye kirin. Fikra ku dinuqite dilê meriv piştî xwendina vê spasdarîyê ev e ku meriv dibêje ev romaneke ‘temamkirî’ ye. Xwendina saf jî ya pisporane jî hê ku çap nebûye bi temamî û bi pirralî lê hatiye kirin. Helbet şêwr û muşawere tiştek baş û xweş e. Lê gelo piştî şêwrek xwendin û rexneyê ya beriya çapê ya wiha dê li ser xwendekar giraniyek çawa bihêle! Divê meriv li ser vê jî bisekine û lê miqate be. Derbarê edîtorên romana İlhami Sîdar ya dawî Xewneke Payîzê de gelek tişt hatin gotin ku ji şêwaza hin gotinan mahdê meriv dixeliya. Li gor agahiyên ku hatin dayîn keda du sê edîtoran di vê xebatê de hebû û lê hin kêmasî yên ku ji ber çavan reviyabûn bûn ciyê nîqaşê. Bi awayek ew rexne wekî gellek caran di dewsa berhemê de berê xwe dan şexsiyetan û hemû ew kesên ku keda wan ketibû wê berhemê. Ya jî yê ku rexne kir êdî dizanibû ku li hember wî ne bes berhem digel vê nivîskar û du sê jî edîtor hene. Bi raya min şêwr helbet dê bê kirin lê gelo ji bo berhemeke edebî di hêna afirandina wê de şêwrek ew qas gurr û geş bi awayek derîgirtinek li ber dîtinên xwendakar jî çênake! Helbet berhem bi vî awayî xwe pirralî jî dike belkî xurttir jî dibe lê bi raya min bo xwendekarê ‘saf’ ev pirralîbûn û pirrqelemî ya pisporî dibe ku nehêle xwîner biwêre gotina xwe bi wêrekî vebêje.

Digel ew qas xwendin, rexne û nirxandinên beriya çapê, kêm bin jî kêmasiyên ziman mane lê jixwe pisporê vî karî hene û ew ê van xalan yek bi yek binivîsin ez bawer im. Mînak “ê” yên ku şewqeya xwe li pîncik jibîrkirine zêde ne. Lê di berheman de bala min bêtir li ser wateyê ye û ji lewma giraniya min ne li ser kêmasiyên bi vî rengî yên kêm an zêde ye.

‘Mase jî mase ye ha!’

Navê nivîsara min ji helbesta bi nav Masa Da Masaymış Ha (Mase jî Mase ye Ha) ya Edîp Cansever tê. Cansever di helbesta xwe de li ser maseya xwe her tiştî bi cî dike. Maseya wî wek rûyê erdê fireh dibe mêrik çi deyne ser maseya wî nabêje uff! Şîr û hêka xwe, roniya rojê, dengê çirkîna ku ji pedalê bisqilêtê tê, tiştên ku di serê wî de tên û diçin, têrbûn û birçîbûna xwe, rijîna bîraya xwe û tevî jiyanê datîne ser maseya xwe mase nabêje ji min re çi…Carek du car wiha diheje lê mêrik her nasekine datîne ser maseyê. Di maseya Cansever de meriv rihetiyek û bi awayek dewlemendiyek dibîne. Weka ku her tişt di riya xwe de be. Problem û arîşeyek li ruyê erdê nîn be xuya dike. Helbestek di roja xweş de hatibe nivîsîn. Helbestkare qala jiyan û kêfxweşiyê dike. Pace jî li cem e asîman jî. Rê jî heye dîtin jî heye. Lê di maseya Şarman de rewşa maseyê jî ya ku bi maseyê re têkildar e jî ji Cansever cudatir e. Di Kêmeberê de Şarman wekî xemxurê derdan du caran vê haziriyê diceribîne. Di cara ewil de ya ku her tiştî li ser xwe qebûl dike na mase ye sehpeyek biçûk e lê ew jî têra xwe heye:

Çaya xwe ser xwe de kir, cemidî bû, danî ser sehpayê, berpirsiyariya xwe, paşgotin û pêşgotinên xelkê, manîfestoya partiyê, pirtûka “Erkeği Öldürmek” hêrsa ji Nebî, tirsa Xwedê ya veşartî, barê keçeke delal, tev derxistin û danîn ser sehpê, sehpe hejiya, devê wî çû ser devê Zelalê, sehpa hêrs bû, pehînek lê ket wergeriya çi li ser hebû hemû guşî erdê bûn.”(rp. 128)

Şarman wekî Cansever her tiştî dixwaze deyne ser lê ew aciz e, hişk e, şerûd e, bi xem û keder e. Sehpa wî jî wek maseya Cansever diheje lê wek wê nasekine her tişta li ser xwe qebûl nake, hêrs dibe û guşî erdê dike. Şarman bi vê; ceribandina bi sahpeyê xwe li maseyê germ dike. Di ceribandina duyem de maseya Şarman, ne tenê masek dûz û xalî ye. Mase dibe dîrok, dibe newal û mesîl, dibe bîreweriya dîrokî ya kurdan. Di du paragrafan de her tiştî ji serî heta binî bi ziberûzêr dike Şarman:

“Ji ser sîniya xwe laşekî genî û hetikî danî bilind kir û rakir danî ser maseyê û got, “Ev Sykes-Picot e ji filan masê,” bi tiliya yekî zerik û çavşîn nîşan da. Pişt re teksteke dirêj bi tîpên erebî derxist û danî got ev jî ya ewê hanê ye ji Çaldiranê hatiye. Gava Sadiq û Selîm vegeriyan, merivekî qerrase xwedîguhar û yekî simbêlqeytan heya du kes-wek qûqleyan- bi her alî simbêlen wî ve hilewastandîbûn dîtin, nîşan da pişt re berhemek stûr derxist danî ber û got, “Ev jî ji yekî bû lê bi xwe nikaribû bihata lewre li devbehrekê ye û qoster xira bûye.” Garson qet nedisekinî, her car tiştek derdixist, din av mit û mitaliya herduyan de pêşkêşî wan dikir. Çend heb sêdar danî, xencerek derxist ji paşila xwe maç kir û got ev ji filankes e. Selîm wê demê zîvirî û pirsî, “Kîjan?” Garson dîsa tiliya xwe dirêj kir, “Aha di destan de dew heye, her tim tê dew vedixwe. Gava Selîm bala xwe dayê, ew nas kir. Hêj gava di derî de ketibû hundir, li ber çavê wî ketibû. Rabû ser piyan û li ber merivê bejinkin û bi tirgal hurmeta xwe nîşan da, herdu destên xwe danî ser qefesa singê xwe û rûnişt. Li Sadiq vegeriya, bi pistepist got, “Lawo Mele Mistefa Barzanî jî li vir e.” Sadiq zoq bû. Li laşê ber xwe dinêrî, qet bersiv neda Selîm. Lê garson domand. Nexşeyek bi poênûseke kevn ku ji perê teyrekî çêbûbû, derxist danî ser masê, got ev jî zilamê li ber dîwêr bi tena serê xwe rûniştî şandiye, di dest wî de qedehek heye, her tim şeraba sor vedixwe û dinivîse. Selîm çavê xwe gerand, zilam ji dûxanê nedixuya. Pişt re Selîm xencer ji kalanê kişand, laşê ser masê kir çar perçe. Her parçek girt avête merivê çavşîn, yek li qedeha dest wî de ket. Bîra tev bi ser de rijiya û guşî erdê bû. Sêdar girt bi hêrs hûrhûrî kir, avêt derdorê. Pirtûka stûr xwend û xwend, tiştek jê fêm nekir danî ser masê, mase hejiya û pirtûk ket, hilda ji erdê, ket, çend caran hilda, dîsa ket, êdî dev jê berda. Dest avêtin qutiya prezervatîfan. Ji ambalaja wan derxistin. Ber bi Sadiq ve pif kirin, nola nepoxan li hewa ketin, wê demê nivîsa li ser prezervatîfan dîtin û xwendin : “Bar bû dinya li ser pişta me, weke dirêjahiya li pêşiya me.” Rabûn çeqmaqên xwe hildan, pakêtên cixareyan vala bûbûn, ji bo dayîna hesabê maseyê ber bi kaseyê ve çûn. Yek hat bala xwe da fîşa wan ponijî Û got, “Temam e, hesab hatiye dayîn.” Selîm got, “Xêr e, kê daye çawa daye?” Zilam merivekî ku li ber dîwêr bi tena serê xwe rûniştî û çayek li ber, nîşan da. Yekî porqusandî, navsere û rûpak…Hiş di serî de nemabû, bi zorê çend gotin ji dev derketin: “Mala min! Qazî Mihemed hesabê me daye.” (rp.144-145)

Travmaya yekemîn a ku kurdan ku Qesrî-Şîrîn e bi guharê Yawuz Selîm re welatê kurdan dike du felq, Cemiyet-i Eqwam û Sykes-Picot, Kalan û Xencera Mîr Celadet, Mele Mistefa, Komara Mehabadê û hemû êşên din. Lê her wekî îro digel zanîn û dîtina hemû van kul û derdan Şarman karakterên xwe bi awayek li roja îro bên tevdigerîne û bes bi rêzgirtinek sivik û ziwa wan ji wê maseyê û jûrê derdixîne: “Pişta xwe danê û derketin çûn.” Lewra ti îro bi kîjan kurdî re biaxivî digel “biratiya gellan” haya wan ji te bêtir ji vê zilm û zorê, ji van hemû navên mezin, ji hemû pirtûkên pîroz, ji qelemşorên teoriyên dinê, ji munker û nekir, ji yecûc û mecûc, ji banqeya sumerê û pêlavên wê kul i ti derê nayên dîtin, ji sergoyê ku bêhnek xweş jê difûre jî…Wekî ku me li jor got; di bin henek û laqirdiyên Şarman de rastî hem mubhem e hem jî muteşabîh e wek fiqha îmamên sereke yên îro .

Roman û Çîrok: Dojeha jina Kurd

Heta niha herî pirr Sewsenê bi zanîna xwe bi guhnedana xwe ya rê û rêbazên civakê û tore û ededên kurdîtiyê derket pêş. Lê ew bi xwe jî digel bandorkeriya xwe ya li ser xwazgîniyên xwe, pasîf bû. Zana bû lê bêdeng bû, verê dikir lê li hêviyê bû. Wekî din pirraniya jin û qîzên ku di çîrok û romana kurdî de xuya dibin li hember zilam li ser piştê ne! Mêr tim “li ser zikê wê kêfa gurê manco dike”. Mêr her daîm dilê xwe li jinê rihet dike lê mêr dilê xwe lê rihet bike jî bes ew rihet dike çimkî jin bi gayînê nizanin, ji hevşabûnê fahm nakin ya ji “şermê” ya jî ji “tirsê” xwe tim deverû dikin. Jina kurd ya ku xwe disexbire; muhafeze dike ya ku em dikarin wek bîrdoziya civak û takekesê jî bibînin ku beriya zewacê nabe ya jî naxwaze bi kesê re bibe wek kêmasî û qusûrek tê dîtinê. Lê balkêş e ev wek kêmasiya wê na lê wek kêmasî ya şexsiyeta keç û jina kurd tê vegotin. Mêrê kurd bi raya min tirsonek û virrek e di vî warî de li bi atmosferek ku bi fen û fûtan tê xemilandinê zana û pisporê hevşabûnê tê şayese kirin. Halbikî piştî hevşabûnê yê ku li ser piştê diqelibe mêr e! Di vir de ev tenê ne sûc û qebhetê nivîskarê kurd yê mêr e jî. Dibe ku mêr(nivîskar) ya ku dizane dinivîse lazim e ku jin di vî warî de gotina xwe bêje. Çend nimûneyên di vî warî de yên ku bi qelema jinê hatin nivîsin yên ku tên zanîn ya ji meseleyê dûr man ya jî pirr lawaz in.

Bi raya min eger ya ku mêr ji bihûştê da avêtin eger jin be û ew dar jî ya ku dest dirêjî wê bû nefs be nexwe ya ku di warê hevşabûnê de wêrek, têrnebûyî, bidil û lavakar jin e. Wek xulqiyet wiha ye. Lewma Mihemed Şarman yê ku li gor qenaeta min di vî warî de bi vegotin û şêwaza xwe yê herî wêrek xuya dike di vî warî de di Kêmberê de bi nêzîkbûna xwe ya li jinê de ya zêde muhafezekar maye. Zelal, Zozan, Aysel nizanin henek û çêran bikin lê Dawid, Resûl, Sadiq, …her gotina xwe dixwazin bi hîqehîq û niyandinê biqedînin. Û ji aliyê din ve eger em pasîfbûna(!) jinê ya li ser doşekê analîz bikin jî digel wê lava û agirê ku bedana jinê disotîne ew sekn a ku wek pasîfbûn tê pênasekirin çima wek “îrade”ya jinê nayê bilêvkirin! Jin eger li gor vê baweriya civakê ku nivîskarên kurd di berhemên xwe de pirranî ji vê baweriyê dûr xuya dikin dê jixwe di agirê cehnemê de bişewite! Ya ku ez mereq dikim, madem ewê jina kurd bi nezanîya xwe jixwe dê di cehnema meşhûr de bişewite çima çîroknûs û romannûsên kurd yên mêr di berhemên xwe de jî wê jinê dişewitînin û nahêlin jin jî hema di berhemê de be jî dilê xwe rihet bike!

 

Çavkanî:

Mihemed Şarman(2015). Kêmber, İstanbul: Avesta

Mihemed Şarman(2010). Pirça Winda, İstanbul: Avesta

Mihemed Şarman(2014). Bermayiyên Demê, İstanbul: Avesta

Edip Cansever(2000).Yerçekimli Karanfil, İstanbul: Adam

Ciwanmerd Kulek (2013). Zarokên Ber Çêm, Diyarbakır: Lîs

Ciwanmerd Kulek (2015). Defterên Perrîdankan, İstanbul: Avesta

Şener Özmen (2015). Gramera Bêhizûr, Diyarbakır: Lîs

Orhan Oamuk (2011). Saf ve Düşünceli Romancı, İstanbul: İletişim

Bextiyar Elî (2014). Qesra Balindeyên Xemgîn, İstanbul: Avesta

İlhamî Sîdar (2015). Xewneke Payîzê, İstanbul: İthaki


--------------------------------------------------------
Hamid Omerî  - hamidomeri21@hotmail.com
Weşandin:    2015-06-11   3,005 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------