Nihat Öner

Nihat Öner

Mihacir mirovekî dilê xwe paqij û ji xerabî û nepakiyên dinyayê dûr bû. Xizm û nas, gundî û cîran, kî ku ew nas dikir, gelekî hez ji wî dikir. Rojekê, serê sibê ji xewê şiyar bû, çokên wî pir diêşiyan. Çend saet derbas bibûn, lê hin jî êşa çokên wî derbas nebûbû, çû derkete riya maşînê û wesayîtekê siwar bû û berê xwe da Agiriyê. Wexta ku bi wesayîtê xwe gihande Agiriyê, Mihacir ji wesayîtê peya bû, li wesayîteke din a ku diçe nexwaşxanê siwar bû û boy êşa çokên xwe çû nexwaşxaneyê.

Li nexwaşxaneyê sewa ku çokên xwe nîşanî nojdar bide, fîşek birî, çû li ser rûniştekekî rûnişt û li benda dora xwe ya nojdar sekînî. Cihê ku Mihacir lê rûniştibû, li hemberî wî jî rûniştek hebûn û li ser wan rûniştekan jî mirov li benda dora xwe sekinîbûn. Ji nişkê ve çavê Mihacir, keçikeke pir bedew ket; Keçik li cem kalekî rûniştibû û li benda dora xwe bûn. Mihacirê ku keçik pir eciband, Xwe bi xwe re got ‘ez dê hîn bibim ka ev keçika ji kuderê ye û çi kesî ye, ezê herim wê ji kurê xwe re bixwazim.’

Li cihê ku rûniştibû rabû, çû ba kalê li cem keçikê û silav dayê:

-Selam elîkîm, derbasî be. We ji boy kîjan nojdarî dor hildaye?

Kalê:

-Elîkîm selam bavo, ser çava û ser sera, me ji boy nojdarê çavan dor hildaye.

Mihacir:

-Xwedê şifaya xêrê bide nexwaş ezbenî, pirs ne eyb be; navê te çiye û hûn ji kuderê ne?

Kalê:

-Amîn. Navê min Nado ye, em ji Panosê ne.

Mihacir:

-Ser çava apê Nado, navê min jî Mihacir e, ez ji gundê Avamesiya me.

Piştî axaftineke kin, dora wan hat, Nado xatir ji Mihacir xwest û bi tevî keçikê çûn ketine menzela Nojdar. Pîştî ku Mihacir hîn bû ew ji Panosê ne, kaxizê dora xwe çirand û avît. Xwest ku gundê Nado jî hîn bibe û here xwezginiyê keça wî.

Mihacir li ber derê menzela nojdarê ku Nado û keçik ketibûnê sekînî û li benda derketina wan ma. Armanca wî ew bû ku; ew bi ku de herin, ew jî here û gundê wan hîn bibe û paşê here xwezginiyê keçikê. Piştî qasekê Nado bi tevî keçika li cem xwe, ji menzela nojdar derketin. Mihacir xwe ji wan teland, wan ew nedît. Çûn ji nexwaşxaneyê derketin, wesayîtê siwar bûn û çûne otogara navçeyan. Mihacir jî tim li peyê wan çû. Nado çû bilêtek ji boy wesayîtên Panosê birî, Mihacir jî piştî wî çû û wî jî bilêtek ji boy wesayîtên Panosê birî. Bi qasî nîv saetê, wext hat û wesayît ber bi Panosê bi rê ket. Nado û keçik li pêşiyê, Mihacir jî li piştê rûniştibûn, wextekê Nado li pişt xwe nihêrî, dît ku Mihacir jî di wesayîtê de ye, xwe bi xwe re got ‘heyran ne vî camêr î gotibû ez ji Avamesiya me, zanîna ku ez dizanim, gundê Avamesiya hêla Avekevirê ye, ev çima li wesayîta Panosê siwar bûye?’

Nado wusa kete nava fikaran, lê paşê xwe bi xwe re got ‘yeqîn şixulekî wî li Panosê heye’ û keçika li cem xwe re:

-Berfo dayê, çavê te dîsa diêşin?

Berfo serê xwe hevraz kir û got ‘niçç.’

Şeş-heft kîlomêtre mabû ku wesayît xwe bigîhîne Panosê, Nado û Berfo ve ji wesayîtê peya bûn. Ev der bi qasî kîlomêtrekî nêzîkî gundê wan bû. Dê bi qasî kîlomêtrekî bimeşiyana. Ji nişke ve Nado li pişt xwe nihêrî, Mihacir jî li peyê wan tê:

-Heyran te xêr e, tu çima hemasa li peyê me têyî, derdê te çiye?

Mihacir:

-Qisûra min nenêre, min xwest ku ez gundê we hîn bibim û bême ser kulavê we.

Nado:

-Çima xêr e, tê ji boy çi bêyî ser kulavê me?

Mihacir:

-Ji sewa qîza te ji kurê xwe re bixwazim.

Nado:

-Qîza min?

Mihacir:

-Erê ew a li cem te.

Nado bi ken:

-Ez bi qurbana te, ew qîza min na, bûka min e. Kurê min çûye xebatê, bûka min nexwaş bû, min anî nexwaşxanayê. Te li Agiriyê bipirsiya, min ê ji te re bigota û tu jî heta van deran nedihatî û te zehmet nedikişand.

Mihacir gelekî şerm kir, lêborîna xwe ji wan xwest û xwe avîte destê Nado û destê wî paçkir. Nado, Mihacir hemêz kir, keniya û gotê:

-Bila be, em birayên hev in, te nizanibû bûka min e. Di vê de ti sûcek nîne.

Nado, Mihacir bi xwe re bire gundê xwe, wê şevê ew kire mêvan, sibetirê anî Panosê, ji wî re bilêteke Agiriyê kirî û ew ber bi Agiriyê bi rê kir.

 

Nihat Öner

rewan004@hotmail.com

15.05.2015


--------------------------------------------------------
Nihat Öner  - rewan004@hotmail.com
Weşandin:    2015-06-09   2,116 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------