Nizar Yosif

Nizar Yosif

Ji tenayê çêja jiyana min nebî

Şûşa dilî hêstir dikir

Xumam li ber çavan hebî

Rojên zuha pel diweşiyan

Ji berî te ez û bendav li hev sar bibîn

 

Tu çîroka min ya xweş î

Bi hinerî di hişkûryê de dicivî

Buhara min zingezing e

Ji dêmên te bî gulgulî

Jê diçinim

Perperîk im li ser xuncan

Bi mijandinê tu digermijî

Tu jêdera wan renga yî

Kûrana ava gula yî

Rewa daya baxê zuha yî

 

Ku dilmayînê xeydan î

Meylên hestan lewaz nabin

Buhara ter naçilmise

Yarî û xweşî

Sêvzer di destan de dijenin

Şûnwarê me geştir dibe bi bengînî

 

Ku çerxek hat

sihên me ji hev nepend bîn

Peyamên dildariya me negihan hev

Ji pêdivî yê

Bihna evînê da ser min

Ku min şiya wê rêkê dubare bikim

Ez kilîta deriyê dilê te dizanim.

 

18.04.2015


--------------------------------------------------------
Nizar Yosif  - nizar-di@hotmail.de
Weşandin:    2015-06-09   1,615 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------