Firat Cewerî û Helîm Yûsif
»Firat Cewerî û Helîm Yûsif
Helîm Yûsif di nivîseka xwe ya îro ya di malpera Diyarnameyê de belavbûye îdia dike ku Firat Cewerî hizra romana xwe »Ez ê yekî bikujim« û kesê sereke yê wê û navê romanê bi xwe jî, ji kurteçîrokeka wî »Meha sêzdehan« wergirtiye.

Helîm di pêşgotina vê nivîsa xwe de weha dibêje:

»Berî ku romana Firat Cewerî ya bi navê “Ez ê yekî bikujim” têkeve destê min, di çend gotarên danasîna vê romanê de, gava qala naveroka romanê dibû, yekser naveroka çîroka min a bi navê “Meha sêzdehan” dihate bîra min. Lê ji ber ku ew roman e û ya min çîrok e, min mesela wekhevbûnek e wisa berbiçav ya her du berheman dûr dixist. Piştî ku min roman xwend, min dît ku ramana bingehîn ya çîrokê bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. Ango (fikre)ya çîrokê hatiye berfirehkirin û weke roman hatiye nivîsandin. Bi awayekî ji awayan, skeletê çîrokê wek xwe maye û li ser hatiye xebitandin. çîroka “Meha sêzdehan” bi xwe bi şêweyê romanê hatiye nivîsandin. Ango kesê serek e yê çîrokê, ji xew vediciniqe û biryara kuştina hinekan dide. Her carê di kuştina hinekan de difikire û wisa tevna çîrokê tê ristin û ber bi dawiyê de diçe. çîrok wisa bi dawî dibe ku ew kesekî nakuje, lê xwîna mirovan li wê navê heye.Tevna romanê bi heman metodê hatiye ristin û bi heman tiştî bi dawî dibe. Lê di nav wan de, bi sedan bûyer û qewimîn û tiştên ku têkiliya wan bi çîrokê re tuneye re, hene. Ji ber ku yek çîrokek e ku ji yazde rûpelan pêk tê û ya din romanek e ku ji sed û pêncî û yek rûpelî pêk tê.
çîroka “Meha sêzdehan” r.73-83, di pirtûka “Memê bê Zîn” de ye ku di sala 2003’yan de ji nav Weşanên Avestayê derketiye.
Romana “Ez ê yekî bikujim”, di sala 2008’an de jî ji nav Weşanên Avestayê derketiye.«

Helîm naveroka çîroka xwe û romana Firatî di vê nivîsa xwe de hevberî yekûdu dike û hinek alî û perçeyên herduyan yên bi dîtina wî wek hev in berçav dike. Ji bo xwendina nivîsa Helîm Yûsifî li vir bitikîne: Romana “Ez ê yekî bikujim” ji çîrokeke min hatiye girtin.

Me peywendî bi Firat Cewerî kir û pirsiyara dîtina wî li ser van îdiayên Helîm Yûsifî kir. Firat Cewerî diyar kir ku haya wî bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tune ye. Wî di bersiva xwe de ev got:

»Haya min bi qasî serê derziyê ji çîrokeke welê tuneye

Ez ji sedî sed ji xwe bawer im û ewle me ku min ev çîroka ku camêr behs dike nexwendiye, haya min bi qasî serê derziyê ji naverok û awayê hûnandina çîrokê tuneye û tu kesî bi tu awayî ji min re behsa vê çîrokê nekiriye. 

Lê tiştek heye, ez dizanim ku biserketin û navdarî bela seriyan e, hin kesan kêfxweş bike jî, hin kes jî pê aciz dibin. Di dema Nûdemê de jî welê bû. Gava Nûdem bi awayekî xurt derdiket û bûbû navnîşana nivîskarên hemû beşên Kurdistanê, çend neyar jî ji min re peyda kiribûn ku dev ji hemû karên xwe berdabûn û bi navên dizî û sexte li dijî min dinivîsandin. Lê ez bi wan re neketim polemîkan û heta ji min hat min xwest ez Nûdemeke layiqî kurdan derxim.

Piştî tecrubeyên zêdeyî sih salî û nivîskariyeke ewçend dirêj, ez aniha jî konsantreyî nivîsandina romanê me û çi astengî derkevin pêşiya min jî, dîsa ez ê dawiya jiyana xwe ya maye bi nivîsandina vî şaxê edebiyatê bibuhurînim.

Ji ber ku edebiyat jiyana min e, ez jî jiyanan dinivîsînim; jiyanên mirovan ên derveyîn û hundirîn, xewn û xeyalên wan, êş û azarên wan, kêfxweşî û dilşahiyên wan, têkçûn û biserketinên wan, tirs û mêrxasiyên wan, hezkirin û xapandinên wan… Ev hemû mişterek in, tiştên mirovîn in, ji bo hemû mirovan derbas dibe, li her derê dinyayê yek in. Gelek caran, min çîrokek nivîsandiye, an romanek nivîsandiye û hinin din di jiyana rastî de pêrgî karakterên welê hatine. Ne zû de, hê doh, dostekî got ku wî ji yekî re tercimanî kiriye û ew kesê ku jê re tercimanî kiriye çîroka wî eynî mîna serpêhatiya karakterê min ê “Ez ê yekî bikujim” bûye. Dîsa berî bi salan dostekî min got ku wî li dadgehê ji yekî re tercimanî kiriye ku bûyer pir nêzîkî çîroka min ya bi navê “Kevoka spî” bûye. Tesadufên di jiyana rastî de, dikarin di berhemên edebî de jî xwe nîşan bidin. Dibe ku aniha bi sedan bûyerên welê hatine nivîsandin ku haya me jê nîne.

Lê heke rexnegirên kurd “Gava ku masî tî dibin” bidin ber romana Orhan Pamuk “Navê min sor” e (Wergera kurdî: Mustafa Aydogan), wê bibînin bê skelet, struktur û awayê nivîsandina romanê ji ku hatiye. Gotineke kurdî heye, dibêje; Guriyo, navê min li te, kumê min li serê te. Ev jî, ev mesele ye.

Ez wekî din her tiştî dispêrim xwendevanan. Xwendevanên kurd ewçend jîr in ku dikarin rastî û çewtiyê ji hev derxin û dizanin bê çi edebiyat e, çi jî dexs û zikreşî ye.

Firat Cewerî«


--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe  - info@kulturname.com
Weşandin:    2009-01-18   8,416 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------