Lokman Polat

Lokman Polat

Di dema salên nodî de li bakurê Kurdistanê hindik kes bi edebiyatê ve mijûl dibûn û hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsî kêm bû. Lê, piştî sala duhezarî hejmara kesên ku bi edebiyatê ve mijûl dibin û herweha hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsin zêde bû. Ev jî keyfxweşiyek e ji bo pêşveçûna edebiyata kurdî.

Belê, li bakurê Kurdistanê her diçe xwendina kovar, rojname û pirtûkên kurdî zêde dibe û radeya nivîsîna bi kurdî bilind dibe. Baş tê bîra min ku di salên nodî de yên ku herî pir bi edebiyata kurdî ve mijûl dibûn û herweha bi kurdî helbest, çîrok û roman dinivîsî kurdên bakur yên kul i Swêdê bûn. (Kurdên ji başurê Kurdistanê ji zû ve bi çand û edebiya kurdî ve mijûl dibûn, ez behsa wan nakim, ez behsa kurdên bakurê Kurdistanê dikim.) Li Swêdê ez (Lokman Polat) , rehmetî Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Firat Cewerî, M. Emîn Bozarslan, Zeynelabîdîn Zinar, Mistefa Aydogan, Emîn Narozî, Mihemed Dehsiwar, Gabar Çiyan, M. Yilmaz, M. Alî Kut, Laleş Qaso, D. Xanê  û gelek kesên din bi çand û edebiyata kurdî ve mijûl bûn.  Piştî salên duhezarî û bi taybetî jî niha hejmara nivîskarên kurd yên ku çîrok û romanan dinivîsin bi sedan in. Çîroknivîs Mistefa Acar jî yek ji van nivîskarên kurd ên nû ye ku bi kurdî çîrokên nûjen / modern dinivîse.

Pirtûka wî ya çîrokan, navê wê ”Dê û Keç” e. Pirtûk di nav weşanên ”Pêrî” de li Stenbolê hatiye weşandin. Pirtûk 112 rûpel e. Di pirtûkê de neh kurteçîrok hene. Çîrokên nûjen yên ku nivîskarê kurd Mistefa Acar nivîsîne herweke çîrokên sosyolojiya civakê ne. Mijarên çîrokên wî balkêş in. Wî di naveroka çîrokên xwe de sosyolojiya civakî û kambaxiya rewşa keç û jinên kurd rave kiriye. Bi xwendina çîrokan mirov hem xemgîn dibe, hêrsê mirov tê, mirov li hemberê neheqiyan diqehire û girîna mirov tê û hem jî mirov keyfxweş dibe, şad dibe û herweha mirov bi kelecanî hemû çîrokan dixwîne. Bedbînî û xweşbînî du rengên çîrokan in ku ji aliyê nivîskarî ve bi hunerî li hevûdu hatine hûnandin.

Ji cildê Dê û keç

Ji cildê Dê û keç

Di nav her civakê de adet û tradisyonên nebaş hene û bûyerên nebaş pêk tên. Hinek bûyerên bi sosret û ecêb pêk tên ku mirov li ber wan şaş û ecêb dimîne. Sûnetkirina keçan di vê serdema bîstûyekan de wek qewimandineke ecêb û sosret e. Hovîtiyeke din a ku bi destê dagirkeran pêk tê, xesandin û stewr kirina jinan e. Rewşa keç û jinên kurd yên belengaz bi şêweyeke hunerane û bi zimanekî edebî di kurteçîrokên nivîskarê kurd Mistefa Acar de tê rave kirin.

Ez ê behsa naveroka hemû kurteçîrokan nekim. Di derbarê naveroka wan de bi kurtî ez ê vê bibêjim; di çîroka bi sernavê ”gulîstan” de serpêhatiya keçeka kurd heye. Di çîroka sernavê ”jinên xesandî” de xesandin û stewrkirina jinên kurd tê rave kirin. Di çîroka sernavê ”gustîl û şe yên ji dar” de qala evîneke têkçûyî tê kirin. Di ya sernavê ”Dê û Keç” de (ku ev çîrok bûye navê pirtûkê,) çîroka keçek û dêya wê tê qalkirin. Nivîskarê kurd Mistefa Acar, di çîroka sernavê ”kuştina jinek” de drama jinên belengaz tîne zimên. Di çîroka ”xwîn û vîtrîn” de behsa tradisyoneke malbatî tê kirin. Di çîroka ”di bin tavehîvê de mirin” hovîtiya tîmên taybet, wahşet û xwînrêtina tîmên çekdar yên dewleta dagirker wek dîmenên hovîtiya dagirkeriyê nîşan dide. Di çîroka ”zarokên koçber” de zor û zahmetiya koçberiyê pêşkêş dike. Çîroka dawî a pirtûkê li ser ”keç û dapîra” wê ye.

Xwendevanên ku ji xwendina çîrokan hez dikin, divê miheqeq vê pirtûkê bixwînin.


--------------------------------------------------------
Lokman Polat  - lokmanpolat-1@hotmail.com
Weşandin:    2015-06-07   1,852 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------