Ji 5 mifte û wijdanek

Ji 5 mifte û wijdanek

Ji mêj ve ye romanên kurdî ji aliyên mijarê ve ketine ser xeta dîrok û folklora kurdan û em jî her li benda romanên nûjen pan. Qada romanên siyasî, ango serpêhatiyên gerîlayan, gundşewitîn, koçberî û herwiha romanên dîrokî, rêjeyeke fireh digrin. Di zimanê me de, “romana nûjen” a bajarvaniyê di asteke nizm de ye. Çend berhem heta niha hatine nivisîn û çend nûser serî bi mijarên rojane û bajarvaniya îroyîn re diêşînin, ev hêjayî lêkolînê ye. Mijarên kevn û dîrokî ser li romana kurdî nuxumandiye.

Em romannûsiya Edîb Polat ji wê asta ku em rexne dikin, ango ji romana Ristemê Zal, dinasin. Çend sal berê romana wî ya nûjen Dûvpişk bi xwe venade hat çapkirin. Ez pê fêrî hêza pênûsa wî bûm. Niha jî berhema wî ya bi navê 5 mifte û wijdanek derket pêşberî xwendevên. Min gava berhema wî ya dawî xwend, bi rastî hemî romanên wî yên din ji min dûr ketin û “biyanî” bûn! Seba ev roman bo Polatî jî û bo romana kurdî jî digel hin kêmasiyên teknîkî hebin jî asteke din dide nîşandan. Qet nebe ji bo kurdên behdînî, ango di qada zaravayê kurmancî de. Çima? Ya giring ev roman hinek ji siyasetê dûr e, ger em bêhna darbeya leşkerî a 12ê adara 1971ê li Tirkiyeyê nehesibînin. Sê mijarên sereke di kesayetiya sê lehengên vê romanê de tên dîtin: a) di kesayetiya Agop Demirciyan de jiyana ermeniyên Amedê yên salên 1970î, b) di kesayetiya M. Eliyê Nepen de diz û şêlankeriya ku li Amedê pêk dihat û c) di kesayetî û saykolojiya Sêrdîn Çakmak de derûniya têkel û wijdanên paqij yên xortên amedî hatine zimên.

Kurteya mijarê:

Roman bi sehneya li banqeyê dest pê dike; şêlankerê mezin Eliyê Nepen tê banqeya ku şêlandibû, ji gerînendeyî milekî ortopedîk dixwaze. Piştî vê sehneya serketî ku bi rastî xwendevên dike nava lehiya miraqê, dem tê guhertin, nivîskar xwîner dibe çar sal beriya vê nîqaşê. Ev sê kes ewil mala Fetoyê Qelew dişêlînin, bi vî awayî xwe diceribînin bo şêlanên mezin. Yek ji wan Sêrdîn (ango Gedê Bajêr) e, bê dilê xwe, bi zext û zorê dikeve nava karê qirêj, lewma jî wijdanê wî diêşe, xwînî dibe. Hewl dide ku xwe ceza bike, lê di ceribîna xwekuştinê de bi ser nakeve. Qêrîna jina zêrker Fetoyê Qelew û giriyê zarokê ji ber guhên wî naçe. Eliyê Nepen dixwaze banqeyeke Amedê bişêlîne û Sêrdînê karkerê vê banqeyê jî bike hevparê sûcê xwe, lê Sêrdîn ewil naxape û qet dil nake. Nepen jî ji bo Sêrdîn bike nava vî karî, ewil wî hînî çûyîna pavyonê û vexwarina araq û vîskiyê dike, piştre çendakî xwe dide alî. Sêrdîn her şev diçe pavyonê, dixwe û vedixwe, pereyên wî diqedin, senedan îmze dike û di mehekî de heta qirikê dikeve bin deynan. Eliyê Nepenê ku xwe li malê veşartiye gava Sêrdîn dibîne, Gedê Bajêr diçe destê wî, tika dike da çareyekê ji deynên wî re bibîne. Çare, şêlana banqeya cihê xebata Sêrdîn e. Ji bo vê yekê pênc mifte divên. Pêşnûma ev e: Sêrdîn dê mifteyan ji banqeyê bidize û bide Nepen, ew jî dê mifteyan li cem Agop Demirciyan kopye bike. Ev kar bi salan didome, berî kutayî li karê wan were, Nepen û sê mifte dikevin dest dewletê. Beşa yekem a romanê li vir, mîna sekansekê bi encam dibe. Her tişt, ked û xebat, kelecan, xewna zengîniyê û hwd. hemî bi avê de diçin. Piştî ku Nepen azad dibe, sê mifte jî li mala wî di nava savar û nok û fasûlyeyan de tên dîtin. Beşa duyem dîsa bi peroşa temamkirina wan mifteyan didome, lê vê carê Sêrdîn bêtir hewl dide û dixebite. Kopyekirina du mifteyên qaseya mezin maye, pênc mifte dê amade bibin. Qeyrana derûnî ya Sêrdîn cardin alav dide, badîgardên pavyonê deynên xwe jê dixwazin, ew kêr li xwe dide û nava ranên xwe parçe dike. Bi kesayeteke parçekirî, xwe êdî ji şêlana mezin re mafdar dibîne, ger wê şêlanê pêk neynin, deyndêr dê wî bikujin. Mîna Raskolnîkovê pirtûka Dostoyevskî Sûc û ceza tevdigere û diziya pereyên banqeyê “meşrû” dibîne.

Nepenê ku mîna şêlankerekî sêrbaz e, dikeve dilqê serperiştekî, mîna “dublor” tev digere û bi tenê şêlana mezin pêk tîne. Şeva şêlanê efserê tirk li hal û rewşa wî dipirse, piştre ew wî li maşîneya xwe siwar dike. Diravên banqeyê hemî di zembîlê de, di dest Nepen de ne, lê serpel û leşker xwe tê nagihîjinin ku ew pere ne. Li ber otêlekê Nepen ji cemseya wan dadikeve û diravan dibe, li cihekî xewle, di jêrzemînekê de dike bin erdê, axa ser jî di şiklê gorekî de çêdike û wê rojê berê xwe dide ser tixûb û plana reva Şamê dike. Wî ji xwe berê pasport amade kiriye, li Şam û Emanê (ya Urdunê) maye, bi qaçaxî vegeriyaye bakurê Kurdistanê, şêlan pêk aniye û dîsa bi qaçaxî derbasî binxetê dibe.

Birayê Nepen ji Şamê telefon ji kekê xwe yê ku wê demê li Emanê ye re vedike û wî vedixwîne Şamê. Operasyon ji aliyê leşkerên baasî pêk tê, lê kê sîxurî kiriye, ev ne diyar e. Şik li ser birayê Nepen û Garbîs e. Nepenê sûckar bi helîkopterê tînin, seba ji reva wî ditirsin. Di eşkenceya li Amedê de, Nepen di dest rêveberiya leşkerî de pir di ber xwe dide, lê di encam de milekî wî tê şikestin. Ew berxwedana xwe didomîne û bi alîkariya du mohrên li pasportê ên dewleta sûrî û ya urdunê peyt dike ku ew di rojên şêlana banqeyê de li Urdun û Sûriyeyê bû. Eliyê Nepen, şêlankerê meşhûr tê berdan, lê di hewşa baregeha leşkerî de Turkerê Serpel ê ku di şeva şêlanê de pêrgî wî hatiye û ew heta Otêla Tûrîstîkê biriye çav pê dikeve û wî nas dike. Nepen li xwe mukur tê, lê milekî wî birîndar e. Bijîşk tê ser, wî radikin nexweşxaneyê, Serheng jî tê cihê nojdariyê û bi bijîşkan milê wî dide jêkirin.

Di encama romanê de Nepen û Sêrdîn li pavyona ku Nepen li wir stran digotin tên cem hev. Dengê fîncanên qahweyê yên ku mirrafiroşek digerîne, şeva şêlana mala Fetoyê Qelew tîne bîra Sêrdîn, ew dîsa dikeve qeyrana derûnî. Ew bi hişekî serxweş dest davêje çeka Nepen, dixwaze Nepen wî bikuje, di hengameyê de mirrafiroş jî tê cem wan, çek di nava destên sê kesan de digere, lê teqîn ji cihekî din tê. Badîgardekî pavyonê rasterast berik berdaye Sêrdîn, seba ku heta wê gavê deynê xwe nedaye, wî ew ceza kiriye.

Nirxandina Kesayetan û Bûyeran:

Me got afirandina kesayetên nuh ên romanan hindik in, kesayetên dîrokî ku berê hatine afirandin dibin mijarên romanan. “Gedê Bajêr” ango Sêrdîn Çakmak ji malbateka xizan e, li kuçeyên Amedê mezin bûye, lê di banqeyê de weke kesekî odevan û paqijker dixebite. Saf e, paqij e, zûka tê xapandin, lê mêrxas û bibizav e. Hêj nezewiciye, perwerde nebûye, exlaqê kuçeyê hilaniye, dema xwe ya vala li qahwexaneyên Amedê derbas dike. Beriya qeyrana derûnî û saykolojîk, ew xortekî di halê xwe de bûye, heta ku Eliyê Nepen dinase, pê re li qahwexaneyan suhbet dike û rojekê bo şêlana mala zêrkerekî (Fetoyê Qelew) tê xapandin. Digel ku tenê raçaviya vê diziyê dike jî, bo tevlêbûna sûcekî wiha pir poşman dibe, xwe qet efû nake û carnan ew dîmenên hestiyar; qêrîna jina Feto û zaroka wan dibihîze. Xwe didarizîne, ji bavê xwe hin prensîbên rewiştiyê û baweriya oldarî hîn bûye, lê tiştê ku kiriye dijraberî wan baweriyan e. Qeyrana dil û mêjiyê wî digihîje asteke wiha ku êrîşî xwe dike, hewl dide xwe bikuje, lê bi ser nakeve. Kesên weha li Amedê jî hene.

Edîb Polat dikarîbû ku Sêrdîn wekî kesekî wijdanpaqij, bi rêya gelek mînakan bida nîşandan, lê ev kêmasiyeka romanê ye.

Kesayetê duyem Mihemed Eliyê Nepen e ku ew di dizî û karê şêlanê de pispor e. Nepen ewil karê qaçaxê dike, di tixûbê Sûriyeyê de diçe binxetê û tê, lê rojekî tê girtin û ji aliyê fermandarekî ve gef lê tên xwarin. Neçar dimîne dev ji qaçaxçîtiyê berde, dest davêje karê şêlanê, pêşiya maşîneyên banqeyan yên tijî pere dibire. û hwd. Ew piştî ku Sêrdîn dinase û pê re şêlana zêran pêk tîne, pêşnûmaya şêlana banqeyekê di serî de brûsk vêdixe. Dibêje “Bila Sêrdîn ji heqê banqeya xwe derê!” Sêrdîn bi vê pêşniyarê hêrs dibe, hîç qebûl nake. Lê Nepen êdî pêşnûmayê dike serê xwe, li pey dek û dolaban digere da piyên Sêrdîn bike dafikê. Ew vê yekê ji “dostê bav û kalan” Agop Demirciyanê miftevan re jî dibêje. Kesayetiya Nepen fenok e, dewletê li ser tiliya xwe direqisîne, lê bi hevalên xwe re jî ew ne rast e, îxaneta ku bi Sêrdîn dike pir mezin e, ewil wî dielimîne çûyîna pavyonê, paşê xwe dide alî, qaşo “diçe Stenbolê.” Piştî ku ew Sêrdîn dike bin deynê pavyonê, dertê hember wî û pêşniyariya berê dubare dike, dixwaze ew alîkar be bo şêlana banqeyê. Di wan rojan de Nepen dest bi stranbêjiya li wê pavyonê dike. Di vir de tiştekî nihênî heye, belkî nivîskar jî nedîtiye: Nepen û xwediyê pavyonê bi hev re ne, belkî bi hev re Sêrdîn dixapînin û dikin faqê. Nepenê fenok piştî Sêrdîn tîne rê û hîn dibe ku pênc mifte divê werin kopyekirin, bi Agopê “kirîv” re têkiliyan xurt dike. Gava dest bi kopyekirina mifteyan dikin, bi diziya her mifteyekî re Sêrdîn dikeve qeyraneka derûnî, bi pênc mifteyan re pênc caran hewl dide bo întîxarê. Nepen bi rik e û pir jîr e, aliyekî wî dengbêj e, aliyek helbestvan e lewma peyvan bi qafiye rêz dike. Stranbêjê pavyonê ye. Pêşnûmaya wî bi salan diajo, lê di encam de ew bi tenê şêlanê pêk tîne. Seba fenokiya wî, navê wî bi sêrbazî jî der tê. Balkêş e ku di îfadeya xwe de dibêje “min vê şêlanê pêk anî da mijarekê ji senaryoya fîlmekî re biafirînim!.”

Em werin ser Agopê ermenî: Ew kesekî bi nihênî dixebite, lê wekî dost xwe ji Nepen re dide nîşandan. Pisporekî çêkirina mifteyan e. Ji komkujiya ermeniyan ya sala 1915an bi alîkariya bavê Nepen xelas bûye, dostaniya wan ji wir tê. Ji bo şêlana mezin Nepen heqdestê Agop jî nade, pereyê şêlanê jî vedişêre. Agop jê nexweş e, bihêrs e, dibe ku wî şikayet li Nepen kiribe, lewra Garbîsê li Şamê hevalê wî ye û Nepen di mala wî de tê girtinê. Herwiha piştî şêlan eşkere dibe, ew nayê girtin û eşkence jî pê nakin. Weke encam sê hevalên diziyê bi hev ne bawer in, tevirkolên hev in: Sêrdîn ji Nepen re dibe neyar, Agop dengê Nepen bi dizîka digire qeydê, Nepen jî her li berjewendiyên xwe difikire. Di dawiya romanê de ew çima dengê Nepen digire qeyda teybê? Gelo ew sîxurekî dewletê ye, an ji kesên din re hûrgiliyên şêlanê qeyd dike? Edîb Polat ev mijarê nihênî hiştiye.

Ji aliyê honandina bûyeran ve roman serketî ye, vegotin sade ye, lê mijar aksiyoneke girîft û têkel e. Prensîbên romannûsiyê bi cih hatine, lehengek (Sêrdîn) rasterast diaxive, sekansek tê de heye; gava sê mifte tên girtin û beşa yekem xelas dibe, bi xwendevên re hesta encamdana bûyeran çêdibe.

Mijara wijdanê berî niha ji aliyê Ahmed Muxtar Caf * ve bûbû mijara romanê ku kirêtiya sîstema dewletê dianî zimên. Polatî jî bi peyva wijdanê xwestiye ku kirêtiya şêlanê li ser derûnî û saykolojiya însên bide nîşandan. Ji xwe di destpêka romanê de ji sê pirtûkên pîroz peyvên li dijî dizî û şêlanê cih digirin, ev mesaja pirtûkê ye.

Ji aliyê teknîkî ve hin kêmasî û şaşiyên vê romanê hene: Ayeta Qur’anê ku lehengek dibêje “ji aliyê bavê min ve dihat gotin”, dubare hatiye nivisîn. (Dibe ku ev bi zanîn be!) Di rêzkirina hejmara beşan de şaşîtiyek çêbûye, lê baş e ku di cih û rêzkirina beşan de şaşîtî tune ye.

Ger di rêza romana kurdî de kesên wekî Mehmed Uzun, Hesenê Metê, Helîm Yusiv û Jan Dost di şêmûka hostahiyê re derbas bûbin, bi dîtina min digel hin kêmasiyan bi vê romanê Edîb Polat jî wê şêmûkê qebas dide.

Bi hêviya çapkirina gelek romanên dewlemend ên bajarvaniyê…

* Ahmed Muxtar Caf. Meseleya wijdanê. Stenbol: Avesta, çap 2, 2015.


--------------------------------------------------------
Serdar Ronak  - serdareronak@gmail.com
Weşandin:    2015-06-08   1,490 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------