Husein Muhammed

Husein Muhammed

Herfa Ê / ê di kurdî nîşana vokala ber-bilind ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala ber-girtî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”ber-bilind” yan ”ber-girtî-girtî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li ber bilindahiya devî ye (lê ne bi temamî bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin. Herwiha ev vokal di kurdî de dirêj e.

Di piraniya zimanên ewropî de ev deng bi herfa E / e tê diyarkirin. Bi alfabeya kurdî-erebî de ew bi herfa ێ tê nivîsîn. Di erebiya standard de ev deng peyda nabe lê dengê -ey- yê erebiya standard di gelek devokên erebî de bi dengê Ê tê gotin. Di nivîsînê de ew bi dengê tê diyarkirin. Di farisiya de jî ev deng tam wek kurdî li nava peyvê peyda nabe û di nivîsînê de ew wek tê nivîsîn.[1]

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Dengê Ê – peydababûn û guherîna wê (PDF 874 kB)


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2015-05-28   1,434 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------