Şahoz Haco

Şahoz Haco

Dergeh asin

Û

Sê kilîdên pola

Sê dîwarên hişk û hola

Û hinasên teng

Asê kiribûn akamên reftariyê

Ronahî kor bûbû

Pepûleyên efsane

Di nav dîwarên zuha de

Bê reng mabûn

Dilovanî çika bû

Kaniyên hovîtîyê

Zelal diherikîn

Dîwar sor bû bûn

Ji gilîza devê cerdevan

 

Wî dixwest

Dilsoj bike

Cegera wêrek

Wî dixwest

Bişkîne

Çavên biberyar

Xwest roniyê

Vemrîne

Mîtosa azadiyê hilweşîne

 

Li pişt dergih dirizî bû çax

Ji hawîrdor dihat

Qebeqeba newêrekan

Çavên biberyar

Serserî û pêxwas

Tazî dikirin

 

Rast e

Ew çav

Bêpar bûn

Ji

Nanê nerim û pariyên gerim

Rast e

Tiştek tune bû

Dergih asê bû

Ji pişt dergih

Kesera azadiyê

Hey dihat

Jîna mayinde, xweragir zîl dida

Û

Di nav

Sê dîwar, yek derî, sê kilîd

Û

Bawerîyek efsaneyî de

Bêhna serxwebûnê dihat


--------------------------------------------------------
Şahoz Haco  - chahoz.hajo@hotmail.com
Weşandin:    2015-05-16   1,241 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------