Husein Muhammed

Husein Muhammed

Herfa E / e di kurmanciya giştî û standard de[1] nîşana vokala nizm ya pêşî ya ne-gilor e, bi gotineke din vokala vekirî ya pêşî ya ne-girovir e. Mebest ji ”nizm” yan ”vekirî” ew e ku di dema çêbûna vî dengî de ziman li binê devî ye (ne bi banê devî ve ye). Mexseda ”pêşî” ew e ku ziman di dema peydabûna vî dengî de li pêşiya devî ye (ne li paşiya devî ye). Merem bi ”ne-gilovir, ne-gilor” jî ew e ku lêv nayên gilor- anku girovirkirin û nayên pêşve lê pehn û li cihê xwe yê asayî dimînin.

Bi alfabeya kurdî-erebî li nav û dawiya peyvê ew wek ە (serbixwe) yan ـە (girêdayî) tê nivîsîn. Li destpêka peyvê di kurdî de ew wek ئه‌ tê diyarkirin. Di erebî de li destpêka peyvê ev deng wek أ û farisî de ew wek ا tê nîşankirin. Lê di erebî û farisî de li nava peyvê ev deng adeten nayê nivîsîn[2] û li dawiyê jî di erebî de axlebe nayê nivîsîn. Bi alfabeya kurdî-krîlî ew wek Ә (gir) yan ә (hûr) dihat nivîsîn. Di tirkî de jî E hevdenga E-ya kurdî ye lê di gelek zimanên ewropî de dengê herfa E zêdetir nêzîkî Ê ya kurdî ye. Di hin zimanên bakurê Ewropayê de, dengê nêzîkî E ya kurdî bi herfa Ä (du nuqte li ser A) tê nivîsîn.

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Dengê C – peydababûn û guherîna wê (PDF 181 kB)


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2015-05-15   1,403 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------