Ji reklama hersê cildan

Ji reklama hersê cildan

Bager telpê davê’ esmên –

Bagerînk tev rakirî –

Ha dehbekî dike zûkîn,

Ha nolanî zar digirî,

Ha li qesela li ser ban dixe,

Dike dewî û dengî,

Ha li pencereya tam dixe

Mîna rêwiyê derengî.

 

Weşanxaneya Lîsê, ya ku ji sala 2004an û vir ve ye, li Amedê, ji roman, kurteçîrok û helbestê girtî heta wergerên ji wêjeya cîhanê, bi gelek rêzên xwe yên pirtûkan ve, bi xebatên xwe yên bihûrgilî yên weşandin, çapkirin û belavkirina berhemên bi kurdî berdewam e, di çarçoveya bernameya xwe ya weşanê ya bihara 2015an de, piştî Hesretdefterê (cildê I., Gulana 2011’an, Amed) û Sûretsûfê (cildê II., Gulana 2012’an) ên hemû berhemên wî, Êvara Zivistanê ya çaverêkirî, cildê III. ê hemû berhemên helbestkar û wergêrê mezin î kurd, Fêrîkê Ûsiv, bi amadekariya hevsera wî, Firîda Hecî Cewariyê û bi edîtoriya Kawa Nemirî weşand.

Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin î kurd, helbestên wî (1985 – 1997) û beşek ji hemû wergerên wî yên navdar (1963 – 1997) bi xwe digire.

Helbestkar û wergêr Fêrîkê Ûsiv di 2yê Sermaweza 1934an de li gundê Sîpanê yê Yêrêvanê ji dayîk bûye. Kurê Ûsivê Îvo û Cemeda Emer e. Pêşiyên wî ji bajarê Qersê, ji gundê Emançayîrê, piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, wek malbateke kurd-êzdî li gel kurdên êzdî yên din û ermeniyên wê deverê derbasî aliyê Ûris bûne, bi rê de ji malbata wî gelek kes mirine. Wî dibistana seretayî li gundê xwe, li Sîpanê, di sala 1951ê de kuta kiriye. Zarokatiya wî di ber xwendinê re di nava xwezaya çiyayên kurdan ên li aliyê Ermenistanê de derbas bûye, vê yekê jî hiştiye ku ew bibe tebiyetbêjekî yekta.

Piştî xwendina xwe ya çar salan di dibistana navînî de, Fêrîkê Ûsiv di 1955an de li Enstîtuya Pedagojiyê ya Xaçatûr Abovyan dest bi xwendina xwe ya bilind a di Para Fîlolojî û Dîrokê de kiriye. Heman salê, ku rojnameya Rya Tezeyê dest bi weşana xwe kiriye, dest pê bûye helbest û bendên wî di vê rojnameya navdar û temendirêj de weşiyane. Wî di sala 1960î de enstîtu kuta kiriye. Paşê di Radyoya Kurdî ya Yêrêvanê de wekî serokê Beşa Wêjeyê dest bi xebatê kiriye. Pirtûka wî ya pêşîn, Çavkanî, di sala 1961ê de hatiye çapkirin. Piştî vê yekê bi demeke kurt, ji ber ku ji ber rastgotiya xwe ya di jiyana xwe ya xebatê de tûşî êrîşan bûye, rojekê girtiye hemû helbestên xwe yên çapbûyî û çapnebûyî giş şewitandine.

Bi hanedana Heciyê Cindiyê xezûrê xwe, di sala 1963yan de beşdarî pêşbirka wergerê ya bo berhemên Sayat-Nova bûye û bi wergera xwe ya bo Kurmancî xelata sêyemîniyê wergirtiye. Wî di navbera salên 1963 û 1967an de ji Mîmnêrmos, Anakrêon, Firdewsî, Shakespeare, Sayat-Nova, Pûşkîn, Lord Byron, Heinrich Heine, Lêrmontov, Yêvtûşênko, Mayakovskî, Avedîk Îsahakyan, Hovhannês Tûmanyan, Hovhannês Şîraz û gelek navên din î gewre berhem wergerandine kurdî, lê di saxiya wî de, wek helbestên wî û berhemên wî yên bi cureyên din, ev wergerên wî nehatine berhev kirin û hemû nehatine çap kirin.

Di sala 1964an de pirtûka wî ya helbestan a bi navê Gula Elegezê hatiye çap kirin, di 1967an de jî ya bi navê Lîrîka.

Di 1968an de li gundê xwe dest bi mamostetiyê kiriye. Di sala 1971ê de destana wî ya bi navê Xewna Mîrmih, li Moskovayê di nava pirtûka Hikayet Der Heqê Bar Mûraz De bi rûsî hatiye weşandin. Fêrîkê Ûsiv di sala 1974an de bûye endamê Yekîtiya Nivîskaran. Destana wî ya bi navê Ûsivê Neviya di 1973yan de hatiye weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a bi navê Narê di sala 1977an de hatiye weşandin. Du destanên wî yên din, Rihana Reso û Hesretdefter, di 1984an de di berhevoka helbestkar û nivîskarên kurdên Sovyetê, Bahara Tezeyê de hatine weşandin.

Di warê helbestê de du helbestkarên mezin hene, ku Fêrîk ew ji xwe re wekî hoste qebûl kirine: Pûşkîn û Yêsênîn. Ji ber vê yekê, di sala 1987an de Fêrîkê Ûsiv derketiye gereke demdirêj, ji bo ku bajarên Pûşkîn lê mayî bibîne, li danzdeh bajarên welatê Ûris geriyaye, wî li wan deveran helbest nivîsîne.

Di payîza 1996an de çûye dîtina keça xwe, Zerê û neviyên xwe, Narê û Alîk, ên ku li bajarê Nîjnî Tagîlê diman, lê êdî nexweş bûye. Di 28ê Nîsana 1997an de vegeriyaye Yêrêvanê, mala xwe. Lêbelê nexweşiyê lê giran kiriye, Fêrîk di 1ê Gulanê de rakirine nexweşxaneyê. Tevî hewildanên pakkirinê, Fêrîkê Ûsivê helbestkar û wergêrê mezin di 3yê gulana 1997an de, di 63 saliya xwe de, li Yêrêvana paytextê Ermenistanê kiras guhestiye û tevî karwanê nemirên kurd bûye. Li ser xwestina wî, ew li gundê Sîpanê, li berpala Çiyayê Dibûrî bi xakê hatiye spartin.

Weşanxaneya Lîs, ku bi edîtoriya helbestkar û wergêr Kawa Nemir ve di van salên dawî de dupat dike ku girîng e hemû berhemên bi kurdî yên hêja yên serdema Sovyetê li jêr pêdeçûn û edîtoriyeke bihûrgilî ji nû ve û bi rêk û pêk bêne weşandin, li nik karê weşandina berhemên Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Qanatê Kurdo, Eliyê Evdilrehman û gelekên din, hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv bi pûtepêdaneke mezintir amadeyî çapê dike û diweşîne. Hêjayî gotinê ye ku ji derçûna Hesretdefterê, cildê pêşîn û Sûretsûfê, cildê duyem ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv û vir ve ye li ba xwînerên kurd tiştê ku zelal dibe ew e ku Fêrîkê Ûsiv mezintirîn helbestkar û wergêrê kurd î kurmanc ê sedsala bîstemîn e û bi derketina Êvara Zivistanê ve, cildê sêyem ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, dê ev bîr û boçûn ji îro û pê ve hê qewîntir bibe. Çi ku di heyameke dirêj de, ku pirraniya helbestkarên kurd nekarîne bigihîjine asta poetîk a kûr û dewlemend, Fêrîkê Ûsiv di helbesta xwe ya bi navê Tevekêd Lazûr (1985) de nivîsiye:

 

Tevekêd lazûr bi hêsirên ewran şûştin dêmên durr,

Heyv naziyan dike li nava belekiyên esmên û ewran.

 

Di eyna esmên de min dî sifetê ruhê xwe yî mirr,

Digirîm, dinalim bi şîn û şewata qirnan û dewran.

 

Û çawa Heciyê Cindiyê gewre di sala 1984an de gotî, “… Min Fêrîk hesab kir şaîrê kurd î mezin…” bê şik û guman Fêrîkê Ûsiv bi sercema berhema xwe ve ‘helbestkarê kurd î mezin’ e li gel Şikoyê Hesen, Evdila Goran, Şêrko Bêkes, Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Ehmed Huseynî, Mueyed Teyib û Evdila Peşêwê gewre.

Weşanxaneya Lîs bi weşandina Êvara Zivistanê, cildê III. ê hemû berhemên Fêrîkê Ûsiv, helbest û wergerên wî, serbilind û bextewar e.

 

Êvara Zivistanê

Hemû Berhem, Cildê III.

Fêrîkê Ûsiv

Helbest û werger, 674 rûpel

Amadekar: Firîda Hecî Cewarî

Edîtor: Kawa Nemir

Nîsana 2015’an

Weşanxaneya Lîs, Amed


--------------------------------------------------------
Weşanxaneya Lîs  - wesanenlis@yahoo.com
Weşandin:    2015-05-12   1,962 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------