Ji 5 mifte û wijdanek

Ji 5 mifte û wijdanek

Romana herî dawî ya Edîb Polatî  ku ji mêj ve ye çapkirina wê dihat payîn, ji alîiyê weşanxaneya J&J ve  hat weşandin. Polat di rojên fûara pirtûkan a Amedê de dê romana xwe ya navborî li standa J&Jyê de îmze bike.

Ev demek dirêj bû (ji sala 2010an û heta niha) ku Edîb Polat li ser romana xwe ya dawî dixebitî. Çîroka vê romanê bingeha xwe ji derûnî û wijdanê kesayetan û dizî û şêlanên mezin digre. Ev yek weke pirsgrêkek civaka me ye ku jêderka kirêtkirina karakterên vê romanê ye. Herwiha ev pirtûk, di dema salên 1970î de, di şert û mercên cûntaya 12 Adarê de, jiyana Amedê radixe ber çavan. Wê demê têkiliya ermeniyên Amedê û kurdan, pêşnûmaya şêlanek mezin a zêrkerekî û banqeyekê, di bin tirsa rêveberiya leşkerî de hatiye zimên. Di vê romana aksiyon de sê karakterên sereke; kurdekî ji devera beriyê (M. Eliyê Nepen), xortekî Amedî ku jê re “Gedê Bajêr” jî tê gotin (Sêrdîn Çakmak) û miftevan û zêrkerekî ermenî (Agop Demirciyan) cih digrin. Şêlankerê mezin Eliyê Nepen e ku li sê welatan digere, li Rojava, Urdun û Bakurê Kurdistanê xwe vedişêre, plana şêlana banqeyekê dike, hêzên dewletê li pey xwe digerîne, Sêrdînê xebatkarê banqeyê dixapîne, mifteyên sexte dide çêkirin û şêlanê pêk tîne, lê Sêrdîn biwijdan e, dikeve qeyraneka saykolojîk…

Bi naveroka xwe ev roman ne siyasî ye, lê siya rêveberiya leşkerî ya cûntaya Erîm û Tağmaç her li ser e.

Roman bi kurdiya kurmancî ye, tête çaverêkirin ku ew rengekî cihê li wêjeya kurdî zêde bike. Edîb Polat ku berî niha 10 pirtûk nivîsîne, dê di fûara pirtûkan a Yekemîn de li Amedê vê romana xwe pêşkêşî wêjehezan bike.

PÊNC MIFTE Û WIJDANEK

Nivîskar: Edîb Polat

Weşan: Weşanxaneya J&J (Amed), 2015, Gulan.

176 rûpel.


--------------------------------------------------------
Weşanên J&J  - ajansjj@gmail.com
Weşandin:    2015-05-12   1,596 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------