Carol Ann Duffy

Carol Ann Duffy

Ji nivîsîna: * Carol Ann Duffy
Werger: Azad Ekkaş

 

Şaqav nêrîna robar e.

Heyv  nêrîna şevê ye.

Ezman nêrîna heta hetayê ye.

Berf nêrîna gewrayiyê ye.

 

Mêşhinguv nêrîna hinguv in.

Pîzelok nêrîna êşê ye.

Qirdik nêrîna rûkeniyê ye.

Bêrmok nêrîna baranê ye.

 

Neheng nêrîna okyanûsê ye.

Gor nêrîna miriyan e.

Çerx nêrîna tevgerê ye.

Xwîn nêrîna sorengiyê ye.

 

Gul nêrîna baxê ye.

Keç nêrîna dibistanê ye.

Mar nêrîna Gorgunê** ye.

Qeşa nêrîna sermayê ye.

 

Ewr nêrîna seqayê ne.

Dest nêrîna lepikê ye.

Çivîk nêrîna perikê ye.

Tu jî nêrîna evînê yî.

 

* Carol Ann Duffy, ji; The Hat (London: Faber & Faber, 2007). Helbestvanek û şanonûseke Skotî ye, profesora helbesta hevçerx li zanîngeha  Manchester Metropolitan.

**Gorgun, di mîtolojiya grêkî de, cinawereke mê ye, li şûna por, wê mar hene, kî li çavên wê binêre dibe kevir.

Werger: Azad Ekkaş
azad.ekkash@gmail.com


--------------------------------------------------------
Carol Ann Duffy  - carol@kulturname.com
Weşandin:    2015-05-12   1,367 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------