Hêviyên Dilazad

Hêviyên Dilazad

« Ciwanjina Kurd û nûhelbestvana hêja Roza Metîna, di berhema xwe ya yekemîn ‘Bilindahiya Xwedawend’ de beriya her tiştî, ji bo ew tî û birçîmayîna ji zimanê xwe re, weke nêçirvaneke karxezalan dabû dû peyv û gotinên hatibûn bişavtin, jibîrkirin û binaxmayî. Nivîskarê, di wê berhemê de hezkirin û dildariya xwe ya ji welat, xweza, mirovahî, çanda kurdewariyê û hwd. bi ‘hêviya ji çiya’ ve girê dabû; Û li gora ku di ‘zarokatiya helbestê’ de bû jî, gelek serkeftî bû… Îro cihê şanazî û bextewariyê ye ku bi navê Hêviyên Dilazad, em careke din jî bi berhemeke nû û hîn bêtir pêşketî ya helbestvan Roza METÎNA re rû bi rû ne.

Bi dilekî hêsan em dikarin bibêjin ku ew di vê berhema xwe de ‘mezin’ bûye. Ger ji hêla birêkûpêknivîsîna helbestê û ger ji alî kurdiyeke zelaltir; METÎNA me ber bi hestên xwe yên dilnizm dikêşe û vê carê di bayê evîna helbestê de dilorîne. Gav, me bi zarekî şêrîn di eşq û evîna welat de dihejîne û gav di kesayetiya cangoriyan de rêka azadbûyînê dibişkivîne. carna xwendevanên xwe di hêlekana hevokên dildar de delalî dike, carna jî xwe dike dewsa peyvên şevstêrk û weka bayekî hênik ê berbangê bi ser heskirinên me de direşîne. Geh di biçûkdestê zarokan de kevirê serhildêriyê dirêse û geh ji hêvî û awatê xwe yên paşerojê re, spîçarikê serê dayikan dineqişîne. Hin, me bi zimanekî nazenîn di hembêza helbestê ya gêjker de dide razandin, hin jî bi rexneyeke tûj dibe sedema şiyarbûyîna me, ya ji xewa xefletê. Bi gotina kurt û kurmancî; Nivîskar Roza Metîna, di Hêviyên Dilazad de tam û çêja helbestê honaye ji me re.

[Avjen ARGEŞ]

Navê berhemê: Hêviyên Dilazad

Jêrenavê berhemê: Ku hebe (varsa)

Nivîskar: Roza METÎNA

Weşanxane: WEŞANÊN J&J

Zimanê Xweser: Kurdî

Rêz: Wêjename (Edebiyat)

Tewr: Helbest

Edîtor: Avjen Argeş,

Redaksiyon: a. l. zerdeshtee

Amadekarina ji bo çapê: J. J. Kurdistan,

Wêneyê Bergê: Tahsin Memiş

Koordînatorê Weşanê: Azad ZAL

Çapedem: Avrêl [Nîsan] 2015

Çap: 1mîn Çap

Rûpel: 80

Ebad: 13.5 x 19.5 cm

ISBN No: 978-605-4852-64-2

Buha: 12,00 TL


--------------------------------------------------------
Weşanên J&J  - ajansjj@gmail.com
Weşandin:    2015-05-11   2,039 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------