Hiob

Hiob

Weşanxaneya Rûpel, vê Gulanê romana nivîskarê cihû-elman Joseph Rothî, Hîob bi wergera Husên Duzenî a ji elmanî weşand.

HÎOB, romana Joseph Roth a herî naskirî ye. Dema di sala 1930 de Hîob derket, hîn ne Hitler hatibû ser desthilatdariyê, ne jî rûxandina dunyayê ya tê de tê vegotin dest pê kiribû. Bi zimanekî helbestî, behsa çarenûsa Mendel Singerê cihû yê di hedê xwe de dibe. Beşek ji bûyerê li gundekî ji yê Galîçya rojhilat li ser sînorê Rûsya û Avusturya di destpêka sedasala 20an de derbas dibe. Li gundî Mendel Singer, debara zarokên xwe bi mamostetiya gundî dike, dersên Tewratê dide zarokên gundî. Piştî karesat tên serê wî û maliyên wî, neçar dimîne ku kurê xwe yê nexweş li dû xwe bihêle û bi malbatî koçberî Emerîkayê bibe. Bê çawa karesat dev ji Hîob, Eyûbê  di çîrokeke Tewratê  de bernadin, wisa jî gelek serêş û dijwarî li Emerîkayê jî tên serê Mendel Singerî û zarokên wî. Di rewşeke mîna ya Eyûbê kurmaxawarî de çarenûsa Mendelî ji nişkê ve tê guhertin û çîrok bi başî bi dawî tê.

“Hîob, ji roman û efsaneyekê bêtir e, wêjeyeke têkûz î mayinde ye ku dê hemû tiştên me hemdemên wê afirandine û nivîsandine derbas bike. Bi avahiya hevgirtî, bi kûrahiya hestan, bi zalalî û mûzîka zimanê xwe hema hema bê emsal e.” (Stefan Zweig)

“Hîob, yek ji xweşitirîn pirtûkên ku di dema nav herdu şerên cihanê de hatine nivîsin e.  Tomarkirina jiyana rojane ya cihûyên rojhilat e ku mirov kêm caran bi vî şêweyî dibîne“(Heinrich Böll)

“Pirtûka ku ez herî jê hez dikim, Hîob a Joseph Roth e.” (Marlene Dietrich)

JOSEHP ROTH2ê îlona1894, li nêzîkî Lembergê, li Brody, Galîçya Rojhilat hatiye dunyayê. Berî çêbibe, bavê wî wenda bûye. Bajarokê Brody-niha li Ukraynayê ye-hingê wek nevendeke cihûyan bi ser împaratoriya Awusturya- Macaristanê ve bû. Li Lembergê û piştre li Vîyanayê beşê wêje û felsefeyê xwendiye. Di destpêka şerê cîhanê yê yekemîn de, berovajî gelek hevalên xwe, pasîf maye, lê piştre wek leşkerê artêşa Awusturya-Macaristanê  beşdarî şerî bûye. Li leşkeriyê dest bi nivîsandina nûçeyan û gotarên çandî kiriye. Piştî şerî li Vîyana, Berlîn û Pragê rojnamegerî kiriye. Di nîvê salên 1920an de dev ji hizrên sosyalîzmê berdaye, monarşizmê wateyeke girîng ji bo wî wergirtiye. Wî têkçûna Awusturyayê, wek windabûna welatê bav û kalan nirxandiye û girîngiya wê ya di afrîneriya Rothî de, bi wendebûna bavê wî ya zû re têkildar xuya dike. Bêwelatbûn, gelek caran li ba wî wek rewşa cihuyan a heyî derdikeve pêş. Roja desthilatdarî ket destê Hitlerî, 30.01.1933, Roth koç kir Fransayê. Li Elmanyayê pirtûkên wî hatin şewitandin. Di destpêka dema surguna xwe de gelek caran diçû Awusturya, Hollada û Polonyayê, lê ji sala 1935 pê ve li Parîsê jiyaye. 15 roman, kurteçîrok  û essay nivîsandine. Yek ji dijberê berbiçav ê naziyan li surgunê bûye. Kêliya nûçeya întixara hevalê xwe Ernst Tollers bihîstiye, bêhiş ketiye û piştî çend rojan 27ê Gulana 1939 xizanî û hoyên surgunê yên dijwar li dû xwe hiştne û koça dawî kiriye.

„Pisporekî mirovên wendabûyî.“(Hermann Kesten)

„Ne hizran, lê takekesan, ne pirsgirêkan, lê derdoran, ne dîtina dunyayê, lê gerdîşan, nivîskar Joseph Roth ji dil mijûl dikirin. Nîşaneke bi çav û destan, ji tezekê giringtir bû, atmosferek, ji argûmanekê balkêştir bû, dekorasyona odeyekê, ji programekê girîngtir bû ji bo wî.“ (Marcel Reich-Ranicki)

HUSÊN DUZEN, li gundekî beriya Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seratayê li gundî, a navendî li nava Mêrdînê, lîse li Savaştepeya Balikesirê xwendiye. Berî ku sala 1979an derkeve derveyî welêt, li Qosera Mêrdînê maye û tev li çalakiyên ciwanan ên hingê bûye. Li Hamburgê beşê aboriyê qedandiye. Li zanîngehên Frankfurt û Hamburgê, bijîşkî, heta pola dawî xwendiye.

Wergerên ji kurdî bo almanî: Zehn Kurdische Erzähler (Deh Vebêjerên Kurd, Antoloji, 1996, wek berhevkerê pirtûkê û yek ji wegêrên wê); Im Schatten der verlorenen Liebe (Siya Evînê, Mehmed Uzun, roman 1998). Wergerên ji almanî bo kurdî: Sê Cowboy li Kurdistanê, Nezîf Telek, çîrok, 2000; Li Welatê Sînoran, Sherko Fatah, roman 2015; Bingehên Dramatûrjiyê, Werner von Appeldorn (li ber çapê ye).Werger ji tirkî bo kurdî: Nameya Ku Hate Gund (Köye Gelen Mektup, Esma Ocak, 1991).

Dersdariya kurmancî (Hamburg, 1996-2001).

Amadekarî û pêşkêşvaniya programa Vegotinê-Kurd1 Tv (2009-2010).

Gotarên li ser babetên çandî di malper û kovarên cuda de.

Niha li gel wergerên wêjeyî, wek wergêrê sûndxwarî ji bo kurdî, turkî û almanî li Hamburgê dijî.


--------------------------------------------------------
Kulturname-Nûçe  - info@kulturname.com
Weşandin:    2015-05-08   1,728 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------