Koçero

Koçero

Romana Cîhan Yildirimî  “Mîrê Çiyayan KOÇERO” derket. Ev roman, çîroka Koçero ye û ji alîyê weşanxaneya  J&J ve hatiye çap kirin.

Di jiyana kurdan de mehkûmî û firarî cihekî pir girîng digre. Heta salên 1970yan kesên ku ji ber hêzên dewletê bibûn firar, qaçax an mehkûm, bi lehengiyên xwe dibûn efsane. Lê yek ji wan hebû ku nav û dengê wî li dinê belav bûye û bûye mijara kilam, roman, helbest û fîlman, ew KOÇERO ye. Bi rastî navê wi Mehmet İhsan KİLİT e. Koçero navleka wî ye. Lê di nava gel de herkes wî Koçero dizan e, ew jî xwe weke Mîrê Çiyayan dide nas kirin.

Cîhan Yildirim, di sala 1972an de li Misircê (Kurtalan) hatiye dunê, dibistana seretayî û ya navînî li wur xelas kiriye. Di sala 1996an de Beşa Mamostehiya Zimanê Fransî ya Fakûlteya Perwerdehiyê li Zanîngeha Dîcleyê kuta kiriye. Di heman salê de li Amedê dest bi mamostehiyê kiriye. Niha jî li Amedê vî karî dike, zewiciye û bi navê Alîn Dîren keçek wî heye.

BERHEMÊN WÎ
1-Dağların Efendisi/KOÇERO  (Weşanên Orîent –  2006) Roman
(Çapa duyemin weşanên Ava-2010)
2-Elik û Fatik (Weşanên Şaredariya Qeyapinarê- 2009) Zargotin
3-Zenga Zéra (Weşanên Şaredariya Qeyapinarê- 2009) Zargotin
4-Nîvê Şevê û Tirkî (Weşanên Pêrî – 2010) Çîrok
5-Fîtnevîzyon (Weşanên Pêrî – 2012) Çîrok
6-Nalebar (Weşanên J&J – 2014) Roman
7-Mîrê Çîyayan / KOÇERO (Weşanên J&J – 2015) Roman


--------------------------------------------------------
Weşanên J&J  - ajansjj@gmail.com
Weşandin:    2015-05-08   1,865 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------