Şahoz Haco

Şahoz Haco

Kat e

Bipîvan e

Kat dide

Diçilmis e

Kêlî ye

Xurt direve

Şanazî ye

Û

Carnan şermezarî ye

Temen

 

Dîmenên bilez in

Dîdarên tevlîhev in

Wêneyên girgironek in

Nîgarên levbadayî û zîvronek in

Bişek û pek in

Jiyana

Temen

 

Xulekin

Hin xweş in, hin rûreş in

Wek tîrojên rojê, li ser jîngihê vedidin

Wek şevê, tîrojan dimjin û didaqortin

Gulên bibihin in

Xulek

Bihilimkêşanê diçilmis in

Bûyerin

Temen

 

Beza zarokekê ye

Biçend gavan qerem lê diweste

Pîr û kal dibe

Li ber bablîskên dijwar

Xwe naragir e

Debar nake

Hêvîyan di hembêza xwe de

Sînor dike

Carnan kelogirî dibe

Carnan jî kêfxweş e

kin e

Temen

 

Hest in

Şîn û şad in

Demjimêrkên pirreng in

Zû diçin

Heyam in

Heyam bênferih in

Heyam bênteng in

Di nav leylan û rewrewkê de

Winda dibe

Temen

 

Zû dibhûre

Li benda tikesî namîne

Tûrikên me

Vala dike

Me dispêre hembêza felekê

Li me dike moran

Temen

 

Xwedan ez biçûk dam

Xwedan ez zû kal kirim

Sê kêliyan devbiken bûm

Kêliyên din ez girîyam

Sê rojan bi xortaniyê kenîyam

Rojên din li ser xwe girîyam

Temen

 

Mirov temenên xwe derbas dikin

Şaşiyên xwe nasnakin

Guh medin mirovan

Li wan temeşe bikin

Li çavên melûl meyze bikin

Herin girtîgihan bibînin

Wateya azadiyê fêrbibin

Poşmaniyê jibîr bikin

Wek xwe bikin

Jiyanê bikin

Bêjin

Îro roja me ya pêşî ye

Ji temenê mayî

Kin e

Temen


--------------------------------------------------------
Şahoz Haco  - chahoz.hajo@hotmail.com
Weşandin:    2015-04-28   1,261 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------