Azad Ekkaş

Azad Ekkaş

Ji nivîsîna: Joy Harjo

Werger: Azad Ekkaş

 

Bi henaseyên xwe tenê

Jin naşê

zindî bimîne

 

Divê ew nas bike

dengên çiyan

Jihev derxîne

Ebediyetya asîmana şîn

Biherike

bi bedenên revînok re

yên jinên bayê şevan

ewên ku dê wê bibin

bo xwebûniya wê.

 

Li min binêr!

Ne jineke ser bi xwe me

Berdewamiya

Asîmana şîn im

Gewriya

çiyayên Sandiyayê me

Jina bayê şevê me

Ku bi her henaseyekê re

dişewite

 

Ji pirtûka: That’s What She Said: Contemporary Poetry and Fiction by Native American Women (A Midland Book). Nivîskar: Rayna Green  rûpel 132-133.

Joy Harjo (1951- ) Helbestvan, nivîskar û stranbêjeke Muskogî. Ew jî êleke xwedî konfederasyoneke taybet nava wilayeta Oklahoma ya Amerîkî ye. Li gorî rexnegiran, Hajro xwedî roleke bingehîn e di pêla diduyan de a Ronasensa Gelên Resen ên Amerîkayê.


--------------------------------------------------------
Azad Ekkaş  - roni_alend@hotmail.com
Weşandin:    2015-04-25   1,321 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------