Kamran Simo Hedilî

Kamran Simo Hedilî

Elî delal

gotin

kakerîkên guhên min

qul dikin îro

peyvên bêwate û tûj

di nermikên guhên min de

dibin guharên

mêraniya min

giyan

di bedenê de

dibe dînemêr

maceraperestiya

siwarê mehîna reşqetranî

mehîna ji siya xwe tirsiyayî

û karwanê maceraperestan

li peyî xwe birî

nagihê

maceraperestiya min

delodîniya

wî siwar navdar

nagihê

delodîniya

daxwaza dînbûna min

kes nikare

pêşî

li barîna baranê bigire

wisa jî

kes nikare

pêşî

li kela dilê min

bigire îro

ez ê îro

agirê dohejê

bi hêstirên xwe

bitefînim

bihuştê

di agirê dilê xwe de

bişewitînim

nava min

çala agir e

dilê min

jenîna janejînê ye bira

 

09 04 2015


--------------------------------------------------------
Kamran Simo Hedilî  - kamransimo@hotmail.com
Weşandin:    2015-04-23   1,205 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------