Chahoz Hajo

Chahoz Hajo

Tîrek bû

Tîrê ciyê xwe girt û çû

Kêlîk bû

Ji nav tiliyan herikî û çû

Nerînek bû

Oxirek ji min xwest û çû

Awirek revok bû

Jê têrnebûm, zû revîya û çû

Bilez bû

Nîgarek sipehî bû, dîmenek afirand

Û çû

 

Xwest ser kinarên min re derbas bibe

Xwest bilez di beravên min de bigere

Xwest zû di asmanê min de bifire

Xwest bibez here

Bi awirkê min talan bike

Û here

 

Ew

Hîn, biçûk bû

Çelang û can sivik bû

Ez, xistim xefka xwe

Û çû

 

Dizanîbû

Ku dilê min bê kilît e

Dizanîbû

Ku hestên min belengaz û sêwî ne

Dizanîbû

Ku di derya çavên şîn de

Ez melevanî me

Binerînekê

Davik veda

Kirim nexweşê evînê

Û çû

 

Zeryê

Neke lez

Awrên westayî

Bê hedan li te digerin

Li çavên te digerin

Xwe dûr neke

Xwe kûr neke

Di nav baskên vîna min de

Xwe winda bike

Sînga min

Ji xwe re bike hêlîn

Awirek seyr û helez

Diyarî min bike

Hêdî bi ser min de were

Neke lez û bez

 

Navê xwe li ser dara min

Bikole

Nîşan bike

Evîna me

Gulperî

Li ber dilê min tu dilberî

 

Ez ê

Bidim dûv te

Tu zerya min î

Tu bikûde herî

Tu ya min î

 

Ez ê

Bibim rêwîyê şopa te

Dixeyalan de

Diasoyan de

Ez ê

Awrên çavan ligor xwe vehûnim

 

Er ê

Ji te hiz dikim

Na veşêrim evîna xwe

 

Îşev

Eger şev tarî be

Ez ê

Dest bavêjim finda te

Pir nêzîkî, li nik min î

Sotim ji nêzîkbûna te

Bêrîkirinên min bê sînor in

Min dûr neke ji sînorên xwe

 

Zerî

Îşev

Taveheyv e

Îşev

Bendewar im

Êvar e

Dereng e

Di dil de pereng e

Şev sayî ye

Dîse li bîra min

Bejina te


--------------------------------------------------------
Şahoz Haco  - chahoz.hajo@hotmail.com
Weşandin:    2015-04-08   1,348 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------