Reşad Şeref

Reşad Şeref

Wê şeva havînê dema ezmûnên giştî yên dibistanê bûn, ba nedilivî, bajar tev kerbû. Ez li derveyî malê bûm, li rexê din yê kolanê li bin darekî têlê rûniştî bûm. Pirtûkek di destê min de bû, min xwe ji bo mijara dawî ya ezmûnê amade dikir. Libên pêşiyan xwe diavêtin ser deverên tazî ji laşê min, carna alektirîk divemirî û vêdiket û moralê min şêlo dikir, bi taybetî roja çûyî min di ezmûnê de xoleyên xirab bi dest xistibûn. Ji kêmbûna xewê ez li ser masê diponijîm. Zêrevan pirê caran ez agahdar dikirim û digot: Ma qey te berxik birîne şevînê tu wusa xeware yî!

Cîranê me yê rexê çepê tolek hebû bi navê Toto, wextê min dixwend, ew çend gavekî ji min dûrdiket û mexel dihat. Dema min mijarek ji pirtûka xwe ezber dikir, min jê re digot. Ewê nûz..nûzek nerm dikir, heçko mirov bêje: Ez li ber ketim.

Lê wê şeva dawiyê ji ezmûnê, Toto dereng mabû. Xîz..xîzek ji deriyê cîranê me dihat min dizanî xermûşkên wêne. Terqînî bi derî ket, ew derket kolanê, çavê wê bi lakînê ket. Hinek av jê vexwar, zimanê xwe li dora devê xwe alist, paşê xwe veweşand. Pirça wê diçilvilî, te digot qey ji germavê derketiye!

Min bang lê kir, qet guh neda min. Bîst gavekî xwe ji min dûr kir, geh mexel dihat, geh radibû û li ser xwe re li ezmên dinerî. Min ji xwe re texmîn kir: Yan cara pêşî ye stêrkên li ezmana dibîne, yan saloxên baranek havînî di sîngê ezmên de dixwîne, yan nexwe ji min silbûye!

Ez ji cihê xwe nelivîm. Bêhnek çû, min dît ko tolek biyan bi lez ji dûrve tê, car..caran li şûn xwe ve dinêre, gehişt dama darê têlê li sîka xwe nerî, xwe veweşand. Toto jê agahdar bû û bi lez çû pêşwaziya wî, devê xwe xist guhê wê de tiştek jê re got, min deng nekir. Paşê min guhê xwe vekir ev guftugo di navbera wan de çêbû:

– Şev baş Toto!
– Şev baş Şoşo..bi xêr hatî!
– Taxa we pir dûr e, bêhna min çikiya, lê ne xem e min bêriya te kiriye. Qey salê carekî ez dikarim werim mêvandariya te.
– Bi xêr hatî, ez hez dikim heroj te bibînim
– Bi zorê, min xwe li ser dîwêr re çekkir. Vê gavê xudanê min zanibe ez hatîme vê derê, wê sê rojan min bê av û bê xwarin bihêle.

Toto pozê xwe hildabû jor guhdarî dikir. Şoşo nemerdî nekir got: Mirç û maçek li devê wê da. Wekî tu guldanek ji gulavê bi ser de berde, çeng û perên wê sist bûn. Devê xwe avête bineguha wê û bêyî ko fersenda revê bideyê..xwe çekkire ser pişta wê. Toto bû piçek û dilerizî!

– Tu çima dilerizî, Şoşo got?
– Ez ditirsim. Bi vê mêvandariya te çend piçûk wê bên kuştin û ezê werim darvekirin.
– Mane, em heywan in divê tovê me ji bo dadweriya jiyanê li dinê bimîne.
– Xudanê te fileh e û yê min musilman e.
– Toto mala te ne ava, tu çi dibêjî?
– Ma tu nizanî her heywanek li ser xudanê xwe tê pîvan!

Tolê biyan riya xwe girt û tûj di tariya şevê de wendabû. Min çîroka wan nivîsî û vegeriyam mal.
18.9.1997


--------------------------------------------------------
Reşad Şeref  - reshad2008@hotmail.de
Weşandin:    2015-04-07   1,164 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------