Husein Muhammed

Husein Muhammed

Di dengnasiya kurdî de Z / z dengê ”pidûyî-xişok/vizok yê bilerz” e. Mebest ji ”pidûyî” ew e ku di dema gotina vî dengî de ziman bi pidûyan dikeve. Merem ji ”xişok” ew e ku hewa di dema gotina vi dengî de di buhirkeke wisa teng re derbas dibe ku xişînek pê re derdikeve. Mexsed ji ”bilerz” ew e ku derketina vî dengî dibe sebebê lerizîna perdeyên dengî yên di gewriyê de.

Ev deng di alfabeya dengnasî ya navneteweyî (IPA) de jî bi nîşana [z] tê diyarkirin. Di kurdî-erebî û di zimanên din jî yên erebînivîs de ev deng bi herfa ز tê nivîsîn. Di alfabeya kurdî-krîlî de, wek di zimanên din yên krîlînivîs de jî, ev deng bi herfa 3 (gir) yan 3 (hûr) dihat nivîsîn.

Têbînî: Ji bo dîtina hemî nivîsê ji kerema xwe li vê lînkê bitikîne: Z – varyant û guherînên wê (PDF 129 kB)


--------------------------------------------------------
Husein Muhammed  - husein.muhammed@gmail.com
Weşandin:    2015-04-03   1,405 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------