Sidqî Hirorî

Sidqî Hirorî

Jina wî dît ku ew bi heyecan û nerehet bû û dikir bikeve nav odeya kitêban lê mîna ku hizrekê ew li ber derê wê odeyê ragirtibû.

– Ha, roja hisêbê hat! Jina wî gotê. Min evro zanî min çi cilkên bikêr televîzyonan bihên nînin. Hey maltirnêsnek heke te hema heqê dehka van kitêban bo min daba bi cilik, îro ez hosa bi xwe ve mehtil nedibûm.

Lê qet hizra wî ne li ser gazindên wê bû. Ew li ser wan sohbetên wê û dijatiya wê bo kitêbên wî rahatibû. Tiştê ku wî qet hizra xwe tê de nekiribû ew bû rojekê televîzyonek bela xwe li wî bide û bixwaze programekê li ser wî û kitêbên wî çêbike.

– Ez dê çim mala cîranan belkî bo xwe fîstanekî bi qer ji jinên cîranan peyda bikim. Hema kirêt e jina te bi vî kirasê navmalê xwe nîşa kamîreya televîzyonê bide. Dê hetka me çit, ma ne!. Jina wî ew got û derket û dergeh li pişt xwe hêla nîvvekirî.

Qet haya wî ji sohbeta jinê nebû, ew di wê hizrê de bû ka ew çawa xwe ji destê vê televîzyonê bi silametî derbiêxe, ka ji wan re behsê çi bike. Destê xwe gihande dergehê odeya kitêban, ew vekir û hêdî gavên xwe avêtin nava odeyê û çavên xwe li kitêbên li ser refan û komên wan yên li erdê odeyê yên ku çîmentoya wî veşartî gerandin. Cara yekê bû ew bi dîtina wan hemî kitêbên bê serûber, yên li her dera odeyê belav ma hêbetî û ji xwe pirsî ka wî çawa ev hejmara mezin ya kitêban dane ser hev û ka çend pare lê çûne. Hindî dihêt bîra wî, wî qet hez ji xwendina kitêban nedikir, heta xwendina kitêbên xwendingehê jî li ber wî giran bû û li ber xwendina wan yan serê wî diêşiya  yan jî xewa wî li ber dihat. Wî ji ber heznekirina ji xwendinê bi kuttekî xwendina navincî timam kir û bo xwe, bi alîkariya rêberê xwendingeha lê dixwend, ji ber ku dostê babê wî bû, şolê feraşiyê li eynî xwendigeha ku lê dixwend peyda kir.

Rojekê rêberê xwendingehê hemî xwendinkar li hewşa xwendingehê kom kirin û ji wan re li ser giringiya xwendina kitêban û zanînê û rola wan di pêşkeftina mirovî û civakê de axivî û wî di axiftina xwe de hevokek got û ew hevok di mejiyê wî de cihgîr bû û hevok jî ew bû ku “Kitêb pîroz e”. Aha hezkirina wî ya cemandina kitêban ji wê rojê û ji axiftina rêberê xwendingehê dest pê kir.

Ev rastiya destpêkê bû, lê ew ji xwe piştrast nebû ka baş e ew behsê vê serhatiya xwe ya li gel kitêban wek çêbûye ji televîzyonê re bike! Êdî wî ji kitêbekê dest pê kir û ew bû deh, sed û gelek û gelek, heta ode jê pir bû. Êdî ne bes kes û kar û niyasên wî bi wê mijûlahiya wî zanî, lê hezdarên kitêbê jî li bajêrê wî pê haydar bûn û pîç pîçe berê wan ket cem wî û xwestin kitêban bo xwendinê ji wî qer bikin. Wî lîsteyek çêkir û kesên kitêb jê qer dikirin, nav û navnîşan û hejmara telefonên wan û navên kitêbên wan jê qer dikirin tê de dinivîsandin. Kesên kitêb qer dikirin û piştî bi serdeçûna wextê qerkirinê kitêb venedigerandin, ew bi dû wan diket û bela xwe ji wan venedikir heta wî kitêbên xwe ji wan distandin.

Wî lîste hebûn, navê her kitêbeka dikirî bi navê nivîskarê wê re dixistin nav wan lîsteyan û her weha hewil dida, eger pê çêbiba, cureyê kitêbê jî di lîsteyê de dest nîşan dikir. Lê ku kesekî jê re xwestiba ku ew qala naveroka kitêbên xwe yan hema kitêbekê bi tinê jî bike, ew pir pê êciz dibû û digot wan “Ma eger min naveroka kitêbê ji we re got, êdî xwenidna wê bo çi ye! Kitêb ji bo wê çendê ye ku mirov wê bixwîne û bi xwe li ser naveroka wê haydar bibe.” Wê bersiva wî gelek kes qayil dikirin.

– Fîstanê li ber min ciwan e, ma ne? Dengê jina wî ya ku ji mala cîranan vegeriyabû hat.
Wî serê xwe ji odeya kitêban derxist û li senta dergehê nerî û ma heyirî ji wê ka kinc çend şiklê mirovî diguhorin. Lêvên xwe pif kirin û serê xwe bi erê hejand. Wî jina xwe di fîstanê ciwan yê cîranan de xweşiktir û genctir dît. Dengê zengila dergehî ew ji odeya kitêban bi yekcarî kêşa derve û çavên wî bi dergehî ve nûsiyan. Qerebalixek ji pişt dergehî hat, jina wî li pişt xwe zivirî û ber bi dergehî çû da vebike. Ew di cihê xwe de çikilî û hest bi heyecanê kir, xwêdanê leşê wî girt û lemzeyên dilê wî pitir lê hatin. Jina wî dergeh vekir, keçeka tolaz, bejinzirav û pentelonekê teng li ber û kirasekê ku beşekê sîngê wê diyar dike bi jor keft û xortekê ku kamîreyeka mezin li ser milan jî bû bi dû de ket nav malê. Gêleşoka zarokên taxê jî li dû wan xwest bihêne nav xanî, lê pîreka wî dergeh li wan girt û ew li derve hiştin. Keça mikrofon di destî de îşaret da kamîrevanî û mikrofona xwe nêzîkî devê jina wî kir û jê pirsî:
– Xalet ev mala seydayê Hisên e, xudanê cîhana kitêban?
– Erê, kew bi darê ket, ev mala wî ye û ez jî kabaniya wî me, lê binavkirina xaletê ne bi dilê wê bû. Bes navê min ne xalet e , navê min Şehnaz e.
– Bibore xaleta Şehnaz, min dixwest bizanim ka tu jî, wek mêrê xwe, hez ji kitêban dikî?
Şehnaz gelek ji wê navkirina xaletê êciz bû, lewma wê jî weha bersiva wê da:
– Keça xaletê, dimîne ka mirov ji hezkirinê çi têdigehe!
– Mebesta min gelo te jî wek mêrê xwe kitêbên di kitêbxaneya we de hene xwendine?
-Hema mêrê min çend jê xwendine, min jî hind, Şehnazê ev got û keniyeka sivik li ser lêvên xwe çêkir û bi wê bişkurîna xwe li mêr xwe nerî.
– Baş e xaleta Şehnaz, ji ya ez dibînim, xaniyê we du odeyî ye, we çawa cihê wan hemî kitêban li nik xwe kir?
– Erê bi Xudê keça xaletê xaniyê me gelek berteng e û kitêban ew gelek bertengtir kiriye, jina wî got û berdewam bû. Ev xanî ne yê me ye, me ew bi kirê girtiye û wekî tu dibînî ew gelek kevn e. Xaniyekê duodeyî ye. Ya biçûk hersê zarokên me tê de bûn û ya mezin jî, wa henê ya mêrê min li ber deriyê wê ye, ya min û wî bû. Li destpêkê du sê kitêb hatin û ketin ser refan û paşî hindekên dî cihên xwe li qulaçekê û duyan çêkirin û paşî ew zêdebûn û zêdebûn û komeka wan komeka dî rahavêjt heta weha lêhatî cihê min jî ji min stand û paşî kitêban mêrê min jî ji wê odeyê derêxist û niha em hemî di odeya biçûk de ne. Wî destê xwe dirêj kir odeya bi rex odeya kitêban ve. Keça xaletê eger hosa berdewam be dûr nebîne kitêb odeya biçûk jî ji me bistînin û dê baş be eger cihê me li hewşê jî be. Keça xaletê êdî her tiştê me bûye kitêb, rabûn û rûniştina me, xwarina me, nivînên me, kincên li ber me, heta kesûkar û bêhinilkêşana me jî, hemî tiştên me bûne kitêb, lê şukur ji bo Xudê hêj em nebûne kitêb.

Rojnamevana keç bi hêbetî guhdariya Şehnazê dikir û got:
– Wey xalet, diyar e te gelek kitêb xwendine, ev sohbeta te wesa xweş e, ew wek şîira nû ya vî serdemî ye.

Şehnazê guhên xwe veçinîn û serê xwe bilind kir û sîngê xwe perand û ji nû zanî ka şîira nû û serdemî çawa ye, ew li gor kiça rojnamevan wek axiftina wê ye. Keça rojnamevan bi mikrofonê ve berê xwe da Hisênî û gavên xwe ber bi wî ve havêtin û kamîrevan jî bi dû wê ket.

– Seydayê Hisên, keça rojnamevan bi mikorfonê ve xwe nêzîkî wî kir, ev çi bû kir ku tu dest bi xirvekirina kitêban bikî?

Herçend e Hisênê berî hatina wê texmîn dikir ku pirseka weha jê bihête kirin û xwe ji bo bersiva wê jî amade dikir lê xwe dît li hember wê bê deng û wek kesekê hêj hizra bersivê dike hat berçavan. Keça rojnamevan pirsa xwe bi rengekê dî dubare kir:
– Tu dikarî ji me re behsê serhatiya xwe li gel kitêban bikî?
– Kitêb pîroz e û ev bes bû ku weha li min bike ez hez ji komkirina wan bikim.
Keça rojnamevan berê çavên xwe da deriyê odeya kitêban, Hisên têgehişt ku ew dixwaze bekeve nav wê odeyê, wî jî destê xwe li derî da, ew palda bo ji nav de û çû nav odeyê û kiç li pey wî û kamîrevan jî li pişt wê û Şehnaz jî bi dû re. Keça rojnamevan çavek li odeyê û kitêbên tê de gerand û li Hisênî zivirî û got:
– Seyda kitêbên te ji yên kitêbxaneya bajêrê me ya giştî bêtir in.
– Belê, ez jî bawer dikim bêtir in, Hisênî gotina wê erê kir.
– Seyda tu çawa dizanî te çi kitêb hene û ka ew li kî derê ne? Keça rojanemvan pirsî.
– Wek tu dibînî, li ser her komeka kitêban lîsteya navên wan kitêban û nivîskarên wan heye.
– Baş e seyda tu dikarî ji me re behsê sê kitêbên vê dûmahiyê te xwendine bikî? Keça rojnamevan pirsiyar kir.
Berî ew tiştekî bibêje bû tîqtîqa keniya jina wî û wê got:
– Ce ma wî di hemî jiyê xwe de sê kitêb xwendine da bo we behsê wan bike! Ma heke wî kitêb xwendiban ma da vê bi serê me îne û pareyê parîkê nanê me bide bi kitêban û malê li ber me berteng bike û halê me pê nexweş bike, jinê ev bi êcizbûn digot û kamîrevanî li gel hatina dengê wê kamîre zivirandibû ser wê û wextê wî dît ew bêdeng bû wî kamîre vegerand ve ser Hisênî yê ku bi wê gotina Şehnazê navçav lê buxumî bûn û bêhin lê maliq bûbû. Rojnamevanê careka dî hişê wî înan serê wî û got:
– Te çi got seyda, te çi kitêb vê dawiyê xwendine û dê ji kerma xwe bo me hinekê behsê wan bikî!
– Her kesê ev pirsiyar ji min kiriye min gotiyê nabe mirov bo kesekî behsê naveroka kitêbekê  bike, divê her kesê dixwaze li naveroka kitêbekê haydar be ew bi xwe wê bixwîne û jê hîn bibe. Wî ev got, lê hest bi jixweşerimkirinê kir, hest bi wê kir ku ew bi xwe bi wê gotina xwe nake.
Ya rojnamevan di nav komên kitêban û di bin refên kitêban de hat û çû û ji nişkan ve li ber komekê rawestiya û rahişt çend kitêban li dû yek û ew nîşa kamîreyê dan û yek di destên xwe de hişt û berperên wê vedan û berê xwe da Hisênî û pirsî:
– Ev kitêba di destê min de ya Tolostoyî ye, gelo tu dikarî ji temaşevanê me re bibîjî ka Tolostoyî kî ye û eger bikarî navê çend berhemên wî bêje?
Ew gelek ji wê pirsiyarê nerehet bû, pîçekê hizra xwe kir, paşî kir hat û bat û ev bersiv da:
– Ew şaîrekê îngilîz e.
Ya rojnamevan ji wê bersivê ma heyirî ka çawa romannivîsê klasîk yê rûs li cem seydayê Hisênî bi hêsanî bû şaîrekê îngilîz. Ev ji wê re pir balkêş bû. Wê, piştî gereka din ya di nav kitêban de romaneka Emile Zolayî rakir û û ji seydayê Hisên pirsî:
– Ev pirtûka Emile Zola ye, ka ji kerema xwe bo me behsê wî û berhemên wî bike?
Ew gelek ji pirsiyarên rojnamevanê  tengav bû û xwest hema bi çi rengî be bila bibe bes xwe ji destên wê xelas bike û bersivek havêt ber wê:
– Ez dibêjim ew nivîskarekê rûs e û gelek kitêbên wî hene.
Ya rojnamevan ji van bersivên hezdarê kitêban Hisênî behitî. Şehnazê di devê deriyê odeyê de li wê hemiyê temaşa dikir û dît ka ya rojnamevan çawa bi çavên xwe yên beloq car bo car li wê temaşa dike û her wek ew bi çavan jê re dibêje “Xalet qey tu rast dibêjî mêrê te kitêban naxwîne, pa ew bo çi wan dicemîne!” Şehnaz di wê hestpêkirina xwe de rast bû demê dîtî ya rojnamevan pirsiyareka ji wî rengî ji mêrê wê kir:
– Seyda tu kitêban ji bo xwendinê dikirî yan ji bo cemandina wan, yanî te mijûlahiya komkirina kitêban heye û bes.
Rû û navçav li wî, ji vê pirsa rojnamevanê têkçûn û hindî hat xwe nezanî çi bersivê bide. Jina wî ya hêj li cihê xwe rawestiyayî, li wî dîmenî dinerî û xwe dît gelek xemgîn, wê mêrê xwe çi gavekê ji wê gavê rezîltir nedîtibû. Dilê wê pir pê şewitî. Lê ya rojnamevan ji rikmana xwe daneket û got:
– Seydayê Hisên, tu bi dilê xwe sê kitêban hilbijêre û bo me bi kurtî behsê wan bike û bila em programa xwe weha bi dawî bînin.
Ew gelek tengav bû û xwe neçar dît ji bo kamîreyê tiştekî bibêje:
– Ez bo we dibêjim û bila bi rêya we jî her kes bizane ku ez çi carê û li çi derê behsê naveroka kitêban nakim. Her kesê bixwaze naveroka wan bizane bila wan bixwîne û xilas. Wî xwest ev axiftina wî vê sohbetê hemiyê bi dûmahî bibîne.
Êdî çi şik li cem ya rojnamevan neman ku haya vî mirovî ji ya di nava berperên kitêban de ye nîne. Wê, berî ku xatra xwe ji wî xwestî gotê ku ew dê wî dawetî porgrameka xwe ya televîzyonê ya nasandina kitêban bike, ji bo ew tê de bi dilê xwe li ser sê kitêbên ew bi xwe ji xwe re hildibijêre biaxve.
Piştî ya rojnamevan û kamîrevan ji xaniyê wan derketin, Şehnazê dergehê xanî girt û bi çavên melûl û xemgîn li mêrê xwe yê şepirze nerî û gotê:
– Da her rojeka hosa hêt. Ma diviya tu vê hemiyê bikî da vê bi serê xwe û me bînî! Hey tirçedîno, heke hema te sêka van kitêban jî xwendiban nuke tu bi xwe nivîskar bûya û kitêbên te bi xwe hebana. Ez heta niha tênegehiştime ka ya giring ew e mirov kitêban bicemîne yan mirov wan bixwîne!

Wê şevê hemiyê xew bi çavên wî nekeft. Roja dîtir piştî karî çû cem hindek kitêbfioşan û xwest bi wan re li ser kitêbên xwe bazarî bike. Lê kitêbfioşan ew bêhîvî kir û jê re got ku kesad ketiye bazarê kitêban û li vî welatî tiştê ku herî qîmeta xwe ji dest daye kitêb e, wan gotê ku bikir û xwendevanên kitêban li kêmiyê didin û nivîskaran jî bo debarekirinê berê xwe daye qulên pare tê de ne. Ew gelek ji wê tengav bûbû ku televîzyonê bela xwe li wî da û ji wê nerehet bû ku rojnamevan û medyakar mayê xwe di her tiştî de dikin û nahêlin yên wekî wî jî bi dilê xwe, xwe bi tiştekî ve mijûl bikin û wan divê ronahiya kamîreya wan li ser her kesî û her tiştî be. Hest kir barekê giran ketiye ser milên wî û xwest wî ji ser milên xwe biavêje û xwe dît yê ber bi Kitêbxaneya Giştî ya mezin ya bajêrî diçe. Piştî ku wî sohbeta kitêbên xwe bo rêberê kitêbxaneyê kirî, rêber gelek bi wê keyfxweş bû ku wî biryar daye kitêbên xwe hemiyan bike diyarî bo Kitêbxaneya Giştî. Roja paştir loriyek ji aliyê Kitêbxaneya Giştî ve hat ber derê mala wî û Şehnazê, sê kesên bi loriyê re bûn zû ew hemî kitêb xistin nav kartonan û lorî pê pir kir. Ode vala bû û temet dinyayekê keyfa Şehnazê hat ku ode vala bû û bela kitêban ji wê vebû û hizir kir belkî ew pareyên mêrê wê li kirîna kitêban didan ew li wê û zarokên wê bimezixîne.  Piştî kitêb û lorî ji ber çavên Şehnazê winbûn, wê zû ode malişt û nivînkên xwe û mêrê xwe birin wê odeyê û dengê tilîliyên wê gehişt malên cîranan jî.

Hindî Hisên bû, piştî nemana kitêban, ket nav hizra wê de ka gelo çi heye ji bilî kitêban ku ew xwe pê ve mijûl bike ku rojnamevan û medyakar pûte pê nedin.


--------------------------------------------------------
Sidqî Hirorî  - sidqi@kulturname.com
Weşandin:    2015-04-02   1,432 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------