Reşad Şeref

Reşad Şeref

Xunav piçûktirîn zaroka dê û bavê xwe bû. Çavekî diya wê li wê bû û çavê din li herpênc zarokên din bû, esmer û çavreş bû. Mezinbûna çavên wê şerîniyek hungivînî li ser ruwê wê dirijand, ne wekî xwîşk û birayên xwe gewr û porzer, kal û tehl bû.

Dema temenê wê giha şeş salan bi bez xwe avête himêza bavê xwe, jê xwest ko qelem, defter û cilên dibistanê jê re bikire. Bavê wê awirên xwe jê guherîn da rondikên di çavên wî de nebîne. Lê Xunav li pey awirên wî dibezî. Serê xwe berda li ber xwe de û kete gumana!? Xweîşk û birayên wê ji xwendinê direvin, li ber çavê wî ye.. çewa ji malê direviyan û dikirin hewar dema behs û qala xwendinê dihat holê. Yek ji wan, ji xola siyemîn derbas nebûye. Rêncberî û karên bêtûte dikin.

Xunava delal, pistûya çakêtê bavê xwe bir û anî, ji xewn û sawîran şiyar kir. Destê wê girt hemî pêdiviyên wê kirîn û bire dibistanê. Ew keça çavreş hingî jîr bû bibû şekirê li ser her zimanî, dema kesek ji zarowên xwe diqehirî digot, mala min î tu jî ji minre Xunav î!

Bavê Xunavê ne xwenda bû, rêncberî, lêkirina xaniyan û car..caran kirîn û firotina sewêl dikir. Tu kul û xemên wî tunebûn ne jî li paşerojê difikirî, digot, em ji axê hatîne û em yên axê ne. Lê vê keça jîr û jêhatî, jiyana wî guherî. Gelek pêdivî û şiyanan dixwaze, hêvî û omîdên taze di serê wî de peydakirin. Keça wî divê xwendina bilind bike û here zankoyê.

Rojê bi qasî deh caran digote Xunavê, ez û diya te û hemî xwîşk û birayên te gorî û qurbana te bibin. Digot: Keça min divê tu bibî nojdar (tixtor) da serê min li nik xelkê bilind bikî. Xunavê rondik di çavên xwe de asê dikirin, eger hevsarê wan berdaya wê çemek ji gumanan biherikiya. Keça jîr diçû ezmûnê, malbat hemî ketibû kêferatê. Ezmûn tewaw bû, bav bendewarî encaman bû.

Di gavên wî de, bi kêşana qelûnê re, di sawîr û xewnan de her Xunav bû. Bi sihara sibê diçe ko nan ji firnê bîne mîna herroj, lê vêcarê rastî çavkerekî hat, çavkerê ko çavê wî ji tiştekî bigre mîna ko ji asîmanê bilind bikeve.
Çavkerî jê re got: Tu bavê Xunavê yî! Kesek nikare li hemberî te raweste yan li ber sîka te re derbas bibe!

Li bîra wî tê, dema behsa beranê Ozmên kir, çewa kotek giha kêrê û ser jê kir. Jina wî..xelkîno…! Dema jina wî gezekî li sêvê dide dibêje xelkîno ma ev gez bû yan dirbê tifengê bû! Heftiya jina wî neqediya yek diran di devê rebenê de nema. Di taziya mirîkî de, zilamekî girî bilind derbasî konê taziyê dibe, çavker dibêje: Eger ev hespek bûya deh mirovan nedikarîn ziblê wî bidin hev. Roja din termê wî veşart.

Bavê Xunavê nanê xwe anî, destnimêja xwe girt..nimêj kir..impayî xwedê bû, lav ji xwedê kirin di vê roja pîroz de Xunava wî biparê ze. Sarmayek kete leşê wî, kete nav nivînê, lê germ nedibû! Rojê hilat, Xunavê taştê durist kir, bi sê dengan bang li bavê xwe kir, tu pêjin jê nehat. Konê xemgîniyê raxistin, her yek xemxwarê xwendina keça jîr û jêhatî bû. Rûsipiyan gotin divê omîdên xwedê jêrazî pê re neçin gorê, divê çik xwendina xwe temam bike. Welatiyekî penaber ji welatekî biyanî hatibû, şert û merc û pêdiviyên xwendina wê li xwe girtin.

Xunavê beşê tenduristiyê hilbijart û bû tixtorek bi nav û deng. Lê bi çu tiştên xwe ne weko malbata xwe bû. Heval, hogir û gundî di gumanan de bûn, car car, gale gal li ber guhê wê diket. Ew bi xwe jî kete gumanan. Dema birakî wê yan xwîşkek wê nexweş diket coreyê xwîna wan dibir û DNA ezmûn dikir. Gumanên wê bûne rastî ko ew malbat ne tiştekî wê ne. Nema dikarî li rûwê wan binêre û bêje xwîşkê yan bira.

Reşad şeref
Swêsra
18.01.2014


--------------------------------------------------------
Reşad Şeref  - reshad2008@hotmail.de
Weşandin:    2015-03-05   1,310 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------