»Mihsin Ebdilrehman
- Kilês, stoşkestî, ew hemî dolar te kirine devê muxlaciyên ji Zaxo ta Berlînê mîna wîstgehên posteyî bi rêz; û dûmahiyê destvala vedigerî û bi hemî rûqayimî, dibêjî seyekî, seyê çi kuro, hey birayê seyî!!
– Belê, seyekî waneyeka çi car ji bîr nekem, nîşa min da.
– Maşaella…serê salekê te kun di guhên me vekirin, Ewropa, Ewropa û demê gehiştî…!
– Dosto nihêniya min bo babê xwe negotî, dê bo te bêjim, piştî gehiştim beheşta xewnan, azadî û kiçên ciwan, cade û baxçeyên fireh û…, hindî Berlînê, Elmanya, ne hemî Ewropayê keyfa min hat, lê berî zivistan bi dûmahî bihêt, êvariyekê li gel Dilêrî, ewê da seredana dostekê xwe yê elman kit, çûm, li nêzîk balexana lê dijît, xelkek komve bibû.
– Baş e, bes da biçîne cada Nuhedra û hindek bîreyê û xwarinê bo xwe bibîn û biçîne sikrî û li wê derê, wexera xwe ya sindîbadî bo min vegêre.
– Heke te pîçekê bêhna xwe fireh kiriba, ta ku min gotina xwe timam kiriba, te ev daxwaze ji min nedikir, çinku ew Aramê vegeriyayî, ne ew Aram e yê çûyî.
– Çi, pa tu kî yî!?
– Maytêkirinê gilîzankên min vekirin, li wê derê her pez û pêpkê xwe ye, her kes mijûlî xwe ye û kesê hay ji kesê nîne, jiyana wan hemî kar e, karûbar…, Cara êkê bû min dîtî xelk hosa komvedibin, viyaba bizanim bo çi komvebûne, çunku li wê derê demê du trumbêl lêk didin xelk komvenabit, ew erkê polîsan e, demê nêzîk bûm; min dît li kutreka mirî komvebûne û polîs pirsiyarê ji xelkî dikin, ka bi dest hatiye kuştin yan ew bi xwe miriye, paşî ew kutir bo pişkinînê bir, helbet birayê te ‘’kerrê li govendê bû’’ heke Dilêrî bo min bi kurdî nevegêraba. Min jî got: Hemî kutreka pîse dê bihavêjne di sebeta gilêşî da!
– Viyabît bizanin bo çi miriye? Dilêrî bi rijdî got.
– Kuro rojê sed term li cade û kulanên Îraqê dihêne dîtin û her kes xwe lê nakite xudan. Û pê kenîm.
– Nê lewra em bi Îraq Elezîm ve ya li ser deryayeka pitrolê direngizîn, da li nav vê befrê nanê sosyalê bi çavşorî bixwîn.
Li mala dostê wî yê elman ew dipeyivîn, û min li gel seyî yarî dikirin, li demê derkeftinê, min gote Dilêrî; bêjite hevalê xwe vî seyî bidite min, Dilêrî gotê û li min zivirî û got: Yê dibêjît, ew li gel naçit.
– Hema bila bêjît baş e û birin xema min.
Dubare û ne ji dil Dilêrî gotê û bersiva wî da min, dibêjît eger ji dergehê serekî digel derkeft, ew se bo wî ye. Min jî nekir ne merdî, min ristika seyî girt û ew bi xwe li dûv min hat, li dergehê derve ev giyanewere bû singe, min kir û nekir vî bê ezmanî ji dergehî derbaz kim, demê min tengav kirî, giyanewerî karê şerî kir, dosto li te naveşêrim, wê şevê ta spêdê di hizra seyî da mame hişyar û min berawurdî di nîvbera xwe û seyî da dikir, çawa ew bo xudan û mala xwe yê dilsoz e; û çawa bi sanahî min û gelekên dî dest ji her tiştî berda, dibît hindek kesan eger û behane hebin, lê ya me çavlêkirin bû, bo çi û ez li çi digerim, eger arîşe jî hebin, erê revîn çareserî ye? Hizar pirsiyar di serê min da dixulxulîn, li dawiyê û li gel elindê beramber seyî min xwe şermizar dît, lê ewên vî bajêrî bi rêve dibin û (nîv bazinekê destê xwe bada), kengî dê berawurdiyê di nîvbera xwe û xudanê seyî da kin, da em jî bo welatî di dilsoziya seyî da bo xudanê xwe bîn, ewan seqayekê dojehî bo xwe kiriye beheşt û me beheşt li xwe kiriye dojeh…, dosto firşikkirina me ya xelet e.

Têbînî: Ev kurteçîrok ji kitêba Cesteyên firok ya Mihsin Ebdilrehmanî, çapa 2010ê hatiye wergirtin û Kulturnameyê ew latînîze kiriye.


--------------------------------------------------------
Mihsin Ebdilrehman  - muhsin_ab@yahoo.com
Weşandin:    2015-01-18   1,263 caran hat dîtin

    Vê nivîsê çap bike!
--------------------------------------------------------


----------------------------------------------------------------